Xewn û Avdar


Azer Osê

diyarî hevalê Nezîr Melle

Vê sibehê,
xewn,  xwedanê min dibû

û hest, zimanê derbirîna wê  dima.
Bi vê xewnê,
li cihê min, avdar diza 
û  bi ciwanî tevna vê xewnê,
dirêsa.
Di vê xewnê de,
helbest afirî
xew revand
Hêlîn hişyar bûn,
çûk firiyan.
Û
demsaz dihatin
li ser vî dilî,
bûn mêvan.
 ……………
te jî! rihet rihet, mîna baraneke nerm,
û bêhneke xweş,
li dergahê dilê min dida
û tû dihate  xewna min
lêv liviya mizgîn da
û li ser giha daweta
hêsrên min gerya.
Zindî dibûm,
û
di nîgaşê min de,
pirsa ku bikim ne dima
gazina ku bikim ne dima.
………………………
Te bi dilekî tenik,
mîna dilê miyî birîndar
banî min dikir,
ez jî ji kêf û hêrsa xwe
ber bi te ve dihatim
di wê xewnê de, 
evîndar tev komdibûn,
û ji  eşqa wan,
aşiq dibûm
pêlên wan li min didan
û
canê min, tenûra nanê wan dima
û hîna jî min bêriya wan
û bêriya şewata arê eşqa wan dikir
û………..
bêriya te, 
berya amûdê
min dikir,
bêriya bazdan û meşa li çolan dikir
bêriya wan sibehên xweş
û
şevbuhêrkên şevên wan payîzan min dikir
min xwe mîna xwe dixwend
û te jî mîna te  dixwend
di vê xewnê de,
kanya evînê der dibû
û mîna xwe lê dibanyam
vê xewnê   kirasê
Aso dipîva
û diyarî Sîpanê dilê min dikir
……………..
te!  di vê xewnê de, 
dilê xwe disparte min
û min, mîna xwe, û xewna xwe,
ji te hez dikir
Min dipirsî û ji te dixwest?
tim mîna vê xewnê,
te bibînim
mîna vê xewnê, te bi nasim
û tû jî mîna min,
mîna buhara xewna min
nêzî dilê min bibî.

01.03.2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...