Ji bo Lorîn

 
Ehmed  bavê Alan

Ji bo Lorîn wê demekî  raweste evîn
Erê Lorîn wê demekî  raweste evîn
Erê Lorîn..
Ji bo endametiya te di evînê de

Ma  ti ne evîndar bû?
Lorîn..
Ji wêneyê te  ez  matemayî  mam
Şahbano bû  tû?
Ji çavên te pir tirsiyam
Nihan bû tû?
Lorîn….
Kî wê mafê  temenê te bid  e te!
Evîna te
Hevjînê te
Zarokên te
Neviyên te
Pêşeroja te……
Wê kî karib e di ber barê  te de rab   e?
Wêneyê te  Lorîn felsefek bû!
Sekna te
Beşişandina te
Çakêtê te
Kumê te
Pora te
Dest  te li jiyanê pêçabûn
Jiyan ne dilovana Lorîn
Ne hevala
Ne evîndara Lorîn
Wêneyê te dema ku min lê nerî
Ez  bûm xemgîn
Ti zanê ji tirsa bavê te ez  negrîm
Ti zanê ku ev cara yekm bû ku ez pêxemberkî de wêneyekî de dibînim
Lorîn
Pêxembera  pence-şêran
Qirala goristanan
Deng û basên xemgînan
Lorîn…
Tû  torîn bû
Lev hatî bû
Xwîn şêrîn bû
Lê nervîn  reş bû,bê ol bû,bê bext bû,bê dil bû
Lorîn …
Ewqas ti pola bû
Ewqas ti qehreman bû
Ewqas te diveşart
Ewqas  te ji mirinê hezdikir
Ewqas te hest ne dişkandin
Xweziya te gotiba Lorîn
Xweziya te qîr dab e Lorîn
Xweziya mirin lal bûbane Lorîn
Tifala bavê xwe
Alala bexçê diya xwe
Ken û leystokên xwşkên xwe
Lorîn…
Te zanîngeh  bê deng hiştin
Bê zanîn man
Te şagirt
Wêne
Pertûk
Pênos

Peyam
Sikak
Heleb
Şam
Bê reng hiştin
Lorîn tê bi mîn e di bîra bavê xwe yê xemgîn de
Serdem te ji bîr nakin
Nosarên wî
Civata wî
Helbestên wî
Gozlikên wî
Hilma wî
Masincêrê wî lê dida diba ku Lorîn peyamek  şandiya
Lorîn delalê
Gula li nav malê
Torînê şepalê
Te peyala jiyana  bavê xwe dagirt
Ma wê kî rûn e li ser masê û jêre rake peyalê
Lorîn…
Di zelaliya yezdan de rakev e
Û her newroz û sersal tû dakev e
Xemgîn pir li bndî te ne
Bi hêvîme …..Lorîn
Tû ji bavê xwe paş nekev e….
Oxir be Lorîn jiyan bê te bê ta””””””””me xave  Lorîn xave.

Qamişlo19/2/2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…