Ev e rikeberiya mezin …!

Ji dora du hefteyan ve ye ku , piştî pêşkêşkirina projeya destûra herêma Kurdistana Iraqê ji bo gotûbêj û goftûgokirinê ya ku heta niha di nav jîngeh û elîtên siyasî û rewşenbîrî-yên micid bi taybetî- tenê de û di tengtirîn çarçove de maye , di dema ku diviya bû piştî danîna forma wê ya kotayî ji layê parlemento û serokayetiya herêm de
ev projeya stratîcîk ji layê firehtirîn tiwêjeyên millî û tavilê kert û çînên civakî û tevahiya sazî û dezgehên civaka sivîl û di pêşî de ronakbîr û çalakgîrên neteweyên Kurdistanî yên ku di destûrê navbirî de weke “Kurd,Tirkmen,Kildan , Aşûrî , Ermen û Ereban ” hatine destnîşankirin, hatibana xwendin û ravekirin . Eve bi taybetî dema tê zanîn ku destûr dê çarenûsa hemiyan û niha û paşeroja wan destnîşan bike,û erk û mafên girêdayî takekes û pêkhateyên neteweyî û civakî û tevahiya elementên komelgeha kurdistanê biçesipîne .

Diyar e ku sirûşta tevahiya destûran li tavilê welatan riwê rastî û pileya pêşketina şaristanî û asta aktîvbûna hevwelatiyên wan welatan destnîşan dike .Her weha ,destûr rêvebirê herî bi nirx e sebaretî  rêkxistina pêwendiyên takekesan bi civakê re û pêwendiya civakê bi giştî bi deselatê re .Ji aliyekî din ve, destûr coreyên mekanîzima girêdan û kartêkirinê di navbera tavilê hersê deselatên yasadananî û dadwerî û kargêrî  ji aliyekî ve û damûdezgehên îdarî û saziyên civaka sivîl  ji aliyê din ve,destnîşan dike.Ji ber vê çendê giringiya guhdana mezin bi mijara formkirina destûrê piştî goftûgokirineke  pêwîst derbarê bendên wê û hewildana tevlîkirin û beşdarîkirina tevahiya tiwêje û çîn û şepolan di proseya ku niha lidar de ye ,dixuye.

Proseya formkirina destûrê rikeberiyeke mêjûyî ye sebaretî paşeroja  miletê Kurd li deverê, ji ber ku ew berztirîn navnîşana pirojeya wan ya federe ya niha û paşerojê ye di warê çareserkirina kêşeya kurdî li ser bingehên sax û adilane, û nimûneya ku dê bête bikaranîn di vê sedsala me ya niha de li welatên cînar û firenetewe de di rewşên zehmet de yên  tije bi gumankirin û nepijirandinê ji aliyê hindek layên ku heta niha jî dîlên konseptên şovonî yên kor in û tevgerên fundementalîst û terorîst yên li dijî azadiya milletan û hevjana wan ya aştiyane û perensîpa hevpişkiya adilane di warê deselat û saman û çarenûsê de .

Sergotara govara Hawara nû hijmar (22)

   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…