Mirin Adil e

 Zinar Mistefa

Wê kêlîkê, ez ji xwe re diponijîm- min di dilê xwe de digot: Qey ne çêtir bû ji (vî yê han re), ku li Kurdistanê,
di ber gelê xwe yê kurd de, hatibane Şehîdkirin. Ji dêla, ku wilo dûr, li Bêrûdê, û di ber Felestîniyan de hate kuştin!.
Elaletek xelk, di wê roja sar û şilî de, ji zivistana sala 1992an, li ser goristana bajarê( Qamişlo) gihabû hev,
boyî (Fidayîkî Kurd) bi heqbike.
Bi ser ku, mêhvanên me-yên Felestînî- wê rojê nehindikbûn, lê madê xelkê sar bû- Çiku; dilê millet ê me yê Kurd ji Felestîniyan mabû.Piştî ku wan, bi rêjîma Seddam re, şerê serhildana Kurdan li Kurdistana Eraqê, di sala 1991i de kiribûn.
Ez çend gavan dûrî xelkê ji xwe re rawestabûm û bi mirina wî xortî difikirîm-min ji xwe re digot: Başe-başe, ku mirov arîkariya xelkên weke xwe bindest bike. Lê xirab e ku; mirov paşê bi wan were xapandin
Careke dîtir, ez li xwe vegereham-min ji xwe re got:
“Yaho! De dev ji rehmetî biqere- belki camêro ji
bêkarî û perîşanî tevlî tevgera ((Fidayên Felestînî)) bûbû. Yan belkî jî, sedemeke ditir hebû, mirov nizane?.”
Hê ez di wan mitala û ramanên xwe de bûm, dengek kete guhê min de, go: Zinar! Birazî, ka ….”
Min halo meyzand; ku Xelef ê Hemmal dibake min. (Xelef ê hemmal: komûnîstekî Kevin e. Ew û bavê min,hevalên êk û du bûn, di partî ya komûnîst a Sûrî de) Ez û Xelef, ber bi hev de hatin.Me silav li hev kir. Hema wilo û bê virde-wêde, Xelef go:Zinar! Mirin Adile Min jê pirsî: Mam ê Xelef!, vêce wilo çilo we?!
Xelef got: Birazî!, ku ni wilo bane?, ne adaleta vê mirinê bane?, yek ji wan (segbavên zengînan) ne dimir. Hema  ku bi bertîlan mabane?, wê can ê xwe kirîbane.”  Ma îde keneki ez girtim?. Xelef, ji wê  rewşa bêrê, ez kirim yeke nû de . Xelef kenî , û ez kenîm , heta ku kenê me hinekî deng da.
Min rabû gote Xelef :”Welehî raste mamo ! Mirin; ne feqîran, û ne zengînan  nasnake. Ji ber wê yekê: Her kes  bi hikmê wê raziye”

Ez û tu nabin weke hev!

Lê Henna yê Solbend (bi eslê xwe Aşûrî ye), qîma xwe bi hikmeta Xelef ê Hemmal ne anî. Wî got:  Ne weke hevalê te ye, ya rast li cem min e. De ka bibhîze; bav ê min, ser meseleta insên û mirinê, çi digot:
Henna ji min re got: ” Dosto!, yê feqîr û yê zengîn ketne qirka hev û du de. Yê feqîr ji yê zengîn re got: Birako! ez û tu weke hevin. Tu jî  dê bimrî, û ezê jî bimrim. Vêce gelo ,ma tu  bi çî xwe ji min çêtirî?!
Yê zengîn rabû li yê feqîr vegerand. Go: Lawo!ez û tu nabin weke hev!. Yê te, tu her roj  dimrî. Lê ezê tevde – mevde carekê bimrim. Vêce, çilo ez û tu  weke hev in?!
 Dîse ez kenîm, keyfa Henna jî hat; ku ez bi gotinên wî wesa Şa bûm .
Min ji Henna re got :”Hikmeta bavê te jî kûr e. Heke hûn û Xelef, li vir , ne weke hev jî dibêjin?, lê ramana we, ser wê xire – cira, di navbera feqîr û zengînan de, dimîne yek”.

Lê Henna yê Solbend (bi eslê xwe Aşûrî ye), qîma xwe bi hikmeta Xelef ê Hemmal ne anî. Wî got:  Ne weke hevalê te ye, ya rast li cem min e. De ka bibhîze; bav ê min, ser meseleta insên û mirinê, çi digot:Henna ji min re got: ” Dosto!, yê feqîr û yê zengîn ketne qirka hev û du de. Yê feqîr ji yê zengîn re got: Birako! ez û tu weke hevin. Tu jî  dê bimrî, û ezê jî bimrim. Vêce gelo ,ma tu  bi çî xwe ji min çêtirî?!Yê zengîn rabû li yê feqîr vegerand. Go: Lawo!ez û tu nabin weke hev!. Yê te, tu her roj  dimrî. Lê ezê tevde – mevde carekê bimrim. Vêce, çilo ez û tu  weke hev in?! Dîse ez kenîm, keyfa Henna jî hat; ku ez bi gotinên wî wesa Şa bûm .Min ji Henna re got :”Hikmeta bavê te jî kûr e. Heke hûn û Xelef, li vir , ne weke hev jî dibêjin?, lê ramana we, ser wê xire – cira, di navbera feqîr û zengînan de, dimîne yek”.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…