Daxuyanî.. Ji bo piştgiriya girtiyên girtîgeha Edrayê li Sûriyê

Ji serhildana 12 ê adarê 2004 û vir de, rîjîma Sûriyê, roj bi roj, bi awayekî hovane bi ser miletê Kurd de tê. Ji bilî rewşa awarte ku zêdeyî çil salî li dare, ji bilî qanûna serjimartinê û pêkanîna pirojeyê Kembera erebî yê nijadperest, dest bi kuştina spî kiriye ku bi Mersûm.49 destpêkir û bi girtina çalakvanên Kurd berdewam dike. Wisa jî bi kirinên xwe yên dijî hemû qanûn û peymanên mafê mirovan. Herweha, bi awayekî xerab, qanûna Sûriyê bixwe binpê dike.
 Ji bo başkirina şert û mercên girtiyên girtîgeha Edrayê li Şamê, ji 30.10.2009, hejmareke mezin ji girtiyên Kurd, ji endam û hevalbendên Partiya Yekîtiya Demokratîk, dest bi gireva birçîbûnê kirine. Em jî, weku nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên Kurd li derveyî welêt, îro li Komela Kurdên Sûriyê li bajarê Aachen, li Elmanyayê, me gireva birçîbûnê pêk anî, da ku bi dengekî bilind piştgiriya daxwazên girtiyên siyasî yên girtîgeha Edrayê û hemû girtiyên siyasî û girtiyên ramanê yên di zindanên Sûriyê de, bikin. Herwisa em doza çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyê dikin.

Em bangî hemû sazî, dezgeh û komeleyên Kurdên Rojava li derveyî welêt dikin ku, bêdeng nemînin û piştgiriya xwe ji bo daxwazên girtiyên Kurd li Edrayê û li hemû girtîgehên Sûriyê nîşan bidin.

Beshdarên chalakiyê:

Helîm Yûsiv
Hêmen Kurdaxî
Ehmed Huseynî
Mîrê Hêka
Elî Cafer
Masûm Dêrikî
Ejder Şêxo
Selahedîn Bîlal
Abbas Abbas
Newaf Xelîl
Şêrwan Ibrahîm
Mizgîn Gemo
Ebdurehman Dêrikî
Ferîdûn Ebbas
Xeyrî Derwêsh
Ebdurehîm Alay
Nezîr Palo
Hisên Hebeş

Aachen:14.11.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…