Li Qamişlo 22 saliya seyda Cegerxwin hat bibîranîn

Welatê me / Qamişlo

Duh şev 27/10/2006 li bajarê Qamişlo, bi beşdarbûnî hejmarek mezin ji nivîskar û lêkolîner û helbestvan, û herweha siyasetmedarên kurd, û bi arîkarî û amadekirine komîta weşanên kû bi zimanê  kurdî li Sûriyê tên weşandin (Aso, Deng, Gelawêj, Hevind, Jîn, Newroz, Perwan, Pirs, Roj, Vîn, komîta çalakiyên kurdewarî, komîta fêrbûna zimanê kurdî), 22 saliya koçkirina seydayê nemir Cegerxwin hat bibîranîn.

Ahing bi sirûda netewa kurd (Ey reqîb) destpêkir, û di peyda gotina weşanan ji layê Berzo Mehmûd ve hate xwendin, paşî Helbestvan Seydayê Keleş helbestek pêşkêşkir, di pey wan re, hijmarek mezin ji amadebûyan, gotar û lêkolîn û helbesên xwe li gor tîpên elfbaya kurdî li pey hev babetên xwe xwendin, bi vî awayê xwar:
– Derwêş Xalib / lêkolîn
– Azad Hemo / helbest
– Ebdulselam Darî / gotin
– Adil Dîlanî / helbest
– Xalis Misewer / lêkolîn
– Bavê Hozan / helbest
– Konê Reş / lêkolîn
– Bavê Perwîz  / helbest
– Rezoyê Osê / lêkolîn
– Dildar Mîdî / helbest
– Bavê Şêrîn / Girûpa Dêrik ya çandî
– Dildar Aştî / helbest
– D. Azad Elî / gotin
– Ehmed Ebdo / helbest
– Ebdula Gedo / helbest
– Mele Mihemed / gotin
– Ferhad Içmo / helbest
– Mihemed Ismaîl / gotin
– Helîm Ebûzêd / helbest
– Heyam Edulrehman / helbestek bi stranî
– Ehmed Gero / gotin
– Nesrîn Têlo  / helbest
– Mûsa Oskê / helbest
–  M. Salih / helbest
– Mehmûd Sebrî / helbest
– Omer Ismaîl / helbest
– Nafii Beyro / helbest
– Siyamend Brahîm / gotin
– Şiyar Omer Leelê / helbest
Her weha gelek name û birûsk ji hundirî welêt û ji derve gihiştin destê komîta bîranînê:
 evên xwar navê wan kesan e kû name, û birûsk şandine:
– Nesredîn Ibrahîm / sekerterê El-partî
– Ezîz Xemcivîn / Dubey
– Stelayta Kurdistan
– Can Kurd / Elmaniya
– Besam Mistefe / Hewlêr
– Hunermend Şevger / Siwêd
– Koçka Rojavaya Kurdistan
– Orkêş
– Bavê Berzan
– Koma Mîdiya
– Feysel Ismaîl / brpirsê koma Narî
– Hevgirtina rewşenbîrên kurdên rojava li derveyî welat
– malpera rojava www.rojava.net
– Dilbixwin Dara / www.avestakurd.net
– malpera welatê me www.welateme.net
– Cîhan Roj / Holenda
– malpera Keskesor www.keskesor.info
– kebez / Elmaniya
– malpera Newroz  www.yek-dem.com
– malpera Semakurd www.semakurd.net
– Helîm Yûsiv
– Hesen Mişo
– Koma Şanîdar / Tirbespî
– Koma Helebçe / Aliyan
– Şêrwan Omer / komele kurdên li Nerwêj KKSN
– Ibrahî Elyûsiv / komîta amadekar ya hevgirtina nivîskar û rojnemevanên kurd
– Diya Ciwan / Şam
– Yûsiv Berazî / Serê kaniyê
– Selman Barudo
– Deham Ebdulfetah
– Siyamend Mîrzo
– Ehmed Heyder / berpirsê Kovara Nercis
– Her weha hunermend Şevger bi Telefûnê beşdarî ahingê bû, û silavê xwe û yên beşdarê koçka rojavayî Kurdistan gihandin amadebûyan, û kêlîkekê bi zindî dengê 2 endamê komîta bîranînê guheste  koçkê.
– û bi straneka Hunermenda kurdî deng xweş ( Iitidal ) dawî bi şevê hat.     
 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.

Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê…