Hinga bawerî nebe

 Melevan resûl

Bersivdana pirsa : hinga bawerî nebe wê çi çêbibe ? gelek xalên ne vewejartî û winda wê ron bibin , ji ber ku bawrî wekî pêver ji înanê tê , çi yasa olî be û çi aydyolocîk be , rastiya kam û meqseda mirovan nîşan dide , heger ew înan ji holê rabe , hingî emê nikaribin aramiyê û xweşkirina jiyanê di nava damarên xwe de vehewînin û hembêz bikin , ji layê psokolojîk ve bawerî mîna pêleke ji ava germ bi ser giyanê mirovan de diherike û vehesdanê dixe aramiya can de .
Gelo çima ez vê pirsê dikim ?
Bi qasî xwendina me ji bûyer û tevdanên di serpêhatiya jiyana mirovan li rû dayî , em dibînin ka çiqas bawerî li xwedanê baweriyê xwedan derketiye û di encamê de xwedanê xwe ber bi pêşbîniyê ve ajotiye , lê heger qels be hingî wê xwedanê xwe ber bi têkçûnê ve bibe , nimûne ji bûyerên dîrokî gelek hene .
Bi rastî pirs ji gelek layan ve hatiye bersivdan , çi vêlezofî be û çi sosyolojî be , her çîneke civakê li gor berjewend û qizincên xwe ew xislet di nava bawermedên xwe de afirandin e , nemaze deshilatdar her demî li hûrikên girêdana beşên civakê gerya ye û bi hemû şêweyan ew xistiye bin bandora xwe de ,  ji ber kirîtîkbûna mijarê û girêdana wê bi sawîr û heyalê ve û bi alema jorî ve girêdayî ye û her kes ji me di nava dilê xwe de ji ayindeyê veşartî bi gomane û di nava tevlîheviyê de dijî , bawerî hin bi hin werdigere û dibe çandek civakî tu kes pî lê nake û di encamê de bawerî tê guherîn û dibe viyan , bi sanahî viyana mirovan naşike û her demî li alavên parastina wê digerin çi gerew û qurban hebin ew bedelê wê bi dilxweşî didin .
Emê ji layê ayînî derbiçin û berê xwe bidin baweriya civakî û sosyolojî di nava gel de , ji ber ku pirs ne bi çilîq û beş be , tenê em dikarin hinek pirsan ji layê netewî û civakî ve ji xwendevanan bipirsin , wê hingî diyar be ka miletê me çiqasî bawermende di doz û daxwaza xwe de :
1-    Gelo miletê kurd bi doza xwe bawermend e ?
2-    Miletê kurd bi rêveberiya xwe (oli, siyasî ) bawermend e ?
3-    Gelê kurd bi av û axa xwe re dilsoz û bi rastiya hebûna xwe bawermend e ?
4-    Çiqasî mehir di navbera rêveberiya siyasî û olî û rewşenbîrî , bi kêşeya netwî ve bi bawerî ye ?

Em ne ji esmanan de daketin e û em hemî rewşa milet û welat nasdikin , heger wêrekiya me hebe bila em bê tirs û şermî bersiva van pirsan bidin û heryek ji medi buwara xwe re bila li bersivê bide û li çareseriyê bigere çi erênî be û çi neyênî be .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…