Xwendinek di çar berhevokên Husên M.Hebeş de

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di nêrîna min de baştir e ku em helbestvan bi kurtî di çend rêzikan de bidin nasîn:H.M. Hebeş di sala 1970 de li gundê Şiyê,gundê helbestvanê nemir Hamid Bedirxan li navçeya Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.Ew jî mînanî pir hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zor û setemên rêjîma dewleta Sûriyê ya xwînvexwar di sala 1996 an de koçberî Almaniya dibe û ew ta niha jî bi helbestên xwe re mîna balindekî azad li Bonê diîj û li ezmanên pir welatên cîhanê bi serbilindî difire.

Husên M.Hebeş di destpêkê de helbestên xwe bi zimanê Erebî dinivîsand,lê ew zû têgihîşt;ne rewa ye ku ew zimanê dayika xwe,zimanê Ehmedê Xanî û Mem Zînê bi zimanekî biyanî biguhêre,ew baş şehrezabû ku pêyvên Kurdî jî kanin giyanê berdin hest û mestên wî  û hin nêrînên din cida pûç bikin.

Niha weha helbest mîna ava kaniya Şiyê û mîna avên pir kaniyên gundên Efrînê  gelek zelal û watedar ji hestên wî diherikin,ewî jî mînanî pir wêjevanên Kurdistanê xwe li hember gel û zimanê dayika xwe  berpirsiyar dibîn e.

Helbestên Husên M.Hebeş bi zimanên biyanî sînorên Kurdistanê derbaz dikin û ew ne tenê balyozxana helbesta kurdî li welatekî biyanî ye,lê ew balyoza helbesta Kurdî li pir welatên biyanî ye,ez dikanim bêjim ew bûye  balyozxana helbesta Kurdî li welatên biyanî, ew bi pir zimanên din biyanî li mîhrecanên cîhanî(kolombiya, Nîkarago,Almaniya,Firansa,Kosofo,Çîn  û li pir welatên din têtin xwendin,ango helbestvan ta sala 2019 an da li sî û sê mîhrecanên navdewletî bi helbestên xwe hevpar bûye.

Min ta niha û pir mixabin tenê çar berhevokên helbestvan xwendine1- Darên Sermest,sal:2020.2-Bêzariya Peykerekî Westîyayî.Sal:2021.3-Jibîrkirin.Sal:2025.4-Taya Bîhokan.sal:?

  -Erê !Ne hêsan û sanahî ye ku tu bibî helbestvanekî nayabdar.

 – Ne hêsan e tu bibî helbestvanekî welatparêz.

  -Ne hêsan e tu bibî dengvedana gelê xwe li cîhanê .

 1-Ne hêsan e nalîna gelê te di guhên  biyaniyan de  mîna zengilan lêkeve û ne hêsan e  jî, dilên çelmmisî bi peyvên watedar werin vejandin.

Na!Na!Lê em li nik helbestvan Husên M.Hebeş pir sanahî dibînin,helbestvan hemû hestên xwe bêwestandin dugvêşe,ew dikane pir caran bêbasik di nav dar û zeviyên welatê xwe de bifire,ew dikane  bi xwe re bikene û bidegrî,ew dikane giyanê berde xewnên şiyarbûnê.

Helbestvan dikane  bi hêsanî  ji hîmekê nivîneke nerm ji xwe re ava bike,ji kevirekî balîvekê ji hêriyê çêke û ji siya dareke Zêtunê maleke ciwan ji penaberan re ava bike,ew dikane hişên xwendevanên xwe bi duşava  helbestên xwe avde.

Erê!Helbestvan ne yasemend e,ew pir bi sanahî sînorên civakî derbaz dike,ew ne mînanî  siyasetmedarên serdemê ne,ewên ne herdem kanin  yên dilên  di xwe de bi sanahî sercil bikin.

   xxxxxx

Em di vê kurtexwendinê de li nik çar berhevokên helbestvan Husên M. Hebeş radiwestin,lê Husên H.Hebeş kî ye??

H.M.Hebeş di sala 1970 î de li gundê Şiyê li Çiyayê Kurmênc,gundê helbestvanê navdar û nemir Hamid BedirXan  ji dayik bûye,ew  ji dawiya sala 1996 an de li Bonê (Almaniy )bi dûşavên helbestên xwe re sermest dibe.

Husên M.Hebeş di destpêkê de tenê bi zimanê Erebî helbestên xwe dirêstin û gelek ji helbestên wî bi zimanê Erebî hatine weşandin,lê peyvên zimanê Kurdî herdem  di giyan û dilê wî de  mîna gul û darên zêtunê  şiqin dibin.

Di berhevoka  bi navnîşana(Darên Sermest)de(71) kurtehelbest çavên xwe li jînê vekirine,bi giştî  di van helbestan de  pirîskên geşdar vêdikevin û ew pir bi hêsanî  û nayabdarî  dihêlin  ku darên bajar û navçeya xwe bi kelûgirî bipeyvin .

Di helbesta di bin navnîşana(komir) de ;dar  bi niştecî û cîhana xwe re  pir bi zelalî dibêje:

Eger hemû  pênûsên  ku  navê Azadiyê  dinivisînin hatibin şikandin

Ezê şaxekê  xwe bişewtînim

Û bikim  komir û gêçnivîs!

Da  ku azadîxwaz

Li ser dîwarên cîhanê  binivisînin

  Bijî azadî.         Rûpel: (36)

Dîsan ristevan Husên  pir  bi hestên şehreza ,dengê nalînên  darên  welatê  xwe,darên gundê Şiyê û Çiyayê Kurmênc dibhîse ku ew dil û cegerên xwedanên xwe  bi ava baranê ,bi ava kaniyên zelal  avdide.

Tu  pîr bûyî­ ­?

Li daran binêre !

Tenê bi hezkirin  lê binêre

Tu dê keskatiya jiyana xwe  geş bikî

Û Buhara dilê xwe  jî ji nû ve ava bikî

Tenê li daran  binêre!          Rûpel:(37)

Dar û janên  daran giyanê helbestvan  jî dêşînin û ew pir zû jî  nalînên daran dibhîse,xemgînî û bêzariyên daran govdê wî dipeçinin,ew bi daran  re stêrên  bêzariyê dibarîne û ew  di bin navnîşana ( xemgîniya darekê )de dinivîse:

Darek xemgîn  bû

Tozê pelên  wê  yên  kesk  û xweşik

Dagîr kiribû.

Baran ji zû  ve nebariye!

Asîmano tu çiqasî

Çav teng î !    Rûpel:(38 )

Erê helbestvan gil û gazinan ji sûriştê jî dike,ku çima ewa bi ava xwe bejnên  darên welatê min naşo?Helbestvan pir ji dagîrkeran bêhnteng dibe,ew mîna her niştimanperwerekî dilsoz rewşa navçeya xwe dişopîne,ew rind jî zane ku zeviyên darên zêtunê bi destên biyaniyên riçperest gemarî bûne,lê baranê jî  ew hîn neşuştine, lewra jî  ew gilûgazinan  ji Ezmên  dike û  bi van peyvên sanahî hestên xwe li tevnê dixe.

Darek xemgîn bû

Tozê pelên wê yên kesk û xweşik

Dagîr kiribû

Baran ji zû ve nebariye!

Asîman  tu çiqasî

Çavteng î    !    Rûpel.(38)

Dîsan H. M. Hebeş bi hestên tenik û bi sanahî xwe têper û  derbazî  hundirê dilê darekê dike,rûpelên bîranên wê dixwîne û bi guhên baş nalîna  wê jî dibhîse, erê! Ristevan bi evîn û rêzdariya xwe ji darê re,hêştiye ku giyana darê jî peyvdar be û  bi dil û can pakrewanekî hembêz dike .

Gava ji darekê

Darbestek çêkirin

Dar pir êşiya û xemgîn bû.

Lê gava termê

Şehîdekî tê de dirêj kirin

Kenekî xweş

Li ser rûyê  wê xuya kir

     ……. ).                  Rrûpel (46)

Helbestvan bi hezkirin û bi dilgermî li  daran temaşe dike,ew rûpelên dilên wan  rast dixwîne,ew bi hest dengê darê dibhîse ku çiqas ewa bi hebûna xwe serbilind e,lewra  ew li cihê xwe dimîne û naçe cem Buharê lê Buhar tête cem wê û pelên pîkên wê mezin û ciwan dibin,lewra ewa dixwaze ji mirovên xwe re bibe cihê parastinê û bang li mirovekî dike û dibêje:Were bi lez were!

Mirovek  ji leşkeran  deriviya

Darekê ew dît

Pê re got:Were bi lez were!

Xwe di nav pelên min de veşêre !        Rûpel(56) 

Çiqas helbestvan xwe bi germî û bi diltenikî nêzîkî can û giyanê darê dike,ewqas jî ew dikane naverokên rûpelên wê yên mirovperwerî jî bixwîne, bi wê re bipeyve û stêrên çavên wê ji bo zarokên belengaz û xizan bi ramûsanên xwe vexwe,lê tenha xwe jî bila ew li ber alafên agirê min xwe ji sermê û nexweşiyê biparêzin. 

Darê bi darbir re got:

Te ez birandim

Û hemû tişt qediya!

Lê hêviyekê ji te dikim

Ku tu êzingên min

Bidî maleke xizan !

Da ku zarokên wê malê

Xwe li ber agirê min

Germ bikin !     Rûpel:(60 )

Bi rastî her ku ez helbesteke H.   Hebeş dixwînim ,bê vîna min helbestvanê Kurdistanî Şêrko Bêkes  û  helbestên wî yên kin,zelal û watedar têtin bîra min,tu dibêjî qey ew bi zerkeke gundiyê Şiyê ava kaniyê Sulêmaniyê vedixwe. Şêrko Bêkes jî pir caran bi kurtehelbestên xwe bi peyvên sanahî   û bi wateyên pir rakêş pêşkeşî xwendevanên xwe dike,em bi hev re vê kurtehelbestê mîna nimûneyekê  bixwînin.

 Di bin baranê de

 Helbest dibe çetir

 Di bin germa rojê de

 Helbest dibe sîber

Di sermayê de

Helbest dibe agir û li şewa tarî de dibe çira riya te

Çi dema çetir,sîber,agir û çirayê min  cem te nebûn.

Wê yekê bizane

Êdê helbest çûye ava û ez jî mirim e.

Çiqas helbestvan li ser dipeyve, germbûna dilê wî sar nabe,ew hercarê  bi hestek nûh wêneyek nûh di helbesta xwe nîger dik, xûya ye ristvan hest û mestên xwe bi ba û avên kanîyên bajarê xwe,bajararê  zêtunan baş avdane,binêrin çawa ew dihêle darên Efrînê dîlanê ji nişteciyên xwe re bigerînin .

Darê zeytûnê

Li ser rêzekê ne

Bi dilekî germ bavê min

Bi min re dibêje:

Lawê min binêre !

Li van keçikên şêrîn  binêre!

Çiqas dîlaneke xweş digerînin.

Herdîsan hêrs û kelha dilê helbestvanê  me bi helbestekê danetê,eger li nik  hemû niştimanperwerên cîhanê ,dayika mezin  welat e û welat jî dayîk e,lê  dayika me jî  ne tenê neh zarokên xwe hene ,ewa tekez dike ku ya rastir hezar û neh  zarokên  xwehene,ew  careke din dixwaze bike qêrîn  û bi nalîn ji cîhana  rûreş re bêje:Binêrin çawa neyarên  me darên me  bêdilovanî  dikujin  li pêş  çavên dayikên xwe  bi destên  hin gurên devbixwîn  têtin  darvekirin .

 Ji dayikekê pirskirin

Çend zarokên  te hene

Got:Neh  û tiliya xwe

Ber bi ziviyêên zeytunan  ve

Dirêj kir û got:

Na! Ya rast  hezar û neh

Zarokên  min hene.               Rûpel (67)

Herwisa jî helbestvan  bi hestên  daran re hevpar e û ew baş li ser pelên daran  dixwîne û pîkên darên zêtunê bi helbestvan re dipeyivin  û dengê nalîna xwe di guhên  helbestvan de dengvedidin ,ew  nikanin  di nav axa  biyaniyan de û di ber ba û hilmên neyarên  xwedanên  xwe de bijîn ,em binêrin çiqas helbestvan  bi hêsanî  dengê  dara Çiyayê Kurmênc  bi me dide bihîstin.

Darek hilkirin

Û birin li baxçeyekî çandin

Pir xemgîn  bû!

Û got:Dixwazim  herim

Bal dayika xwe Darisrtanê.                Rûpel:(79).

Herweha dîsan gelek  kurtehelbestên din balkêş û pir watdar hene;(Hevgirtin),(Berhevkirin),(Nirx!),(Dar  û Çivîk),(Dar û Şer!),(Tu û daristan). Û.W.D.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…