Serjimar


CIWAN DÊRIKÎ

-Hatin ji bo hijmartinê
Pîvane tev qad û zevî
Nasname dane çêlekan

Nav û hebûna min revî
-çar-pênc hezar sal şîn li vir
Dol û şihar avî dikir
Her bo jiyanê bûme pir
Dawî  e”mame ber kevî
-ajotine l”ser min çete
Jev parkirim , bûm qetqete
Cotarî  najo yek xete
Bê pare ta nevyê nevî
-çand û ziman sêdar kirin
Nandoz bi min navdar kirin
Koçber , biyan û jar kirin
Bin tirsê bejna min çivî
-na na , ne hijmartin tenê
Sed rengê çews û kuştinê
Ez kirme aşê hêrtinê
Pê min dixun ew hingivî
-va min temen bû heft û çil
Ev penceşêr naçê ji dil
Şeht û şilim , bê dest û mil
Hana mi nayê j”yek devî
-ez wek meha çardeh şevî
Bûka ji dest zava revî
Bûm kûviyê çol û devî
Hestê birakî na livî
-min najimêr , nakê bira
Şoven Hilal ,  kurmê ber a
Zîvare konê min çira
Bin bager û bin bandev î
-tevna mi nahûnê çima ?
Kalek di sêryanê nema ?
Ev ax dizêt zox û xema
Kengî spîdê derkevî ?
-şînbê bihara xwîniya
Geşbê gulistana diya
Sêwî mezin kin hêviya
Min qad divê  , min jîn divî

5 10 2009 DÊRIK

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...