Stockholm, Parlamenta Swêdê
Di sala 2004ê Surî û Yekîtiya Ewropayê li ser peymaneke hevkariyê li hev kir. Lê ev peyman ta niha nehatiye imzekirin, çimkî Yekîtiya Ewropayê Surî ta roja îro gunehkar dike ku ew şerê terorê nake û ti hewildanên ji bo rêzgirtina mafên mirovan nîşan nade. Piştî pênc salan ji vê helwesta berdewam rewş hatiye guhertin.
Ji ber ku semînar di parlamenta Swêdê de pêk tê, pêwîst e ku kesên dixwazin beşdarî vê semînarê bibin, nav û paşnavê xwe bişînin vê e-mailê û ewê piştre di rêya e-mailê re agahiyên berfirehtir li ser ciyê semînarê bi dest bixin: berivan@liberal.se.
Program:
- Eva Savelsberg (Berlîn): Rewşa Kurdan li Suriyê ji dema ku Beşar el-Esed bû serokê Suriyê. Savelsberg seroka Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî ye.
- Ewa Björling (Stockholm): Peywendiyên aborî di navbera Swêd û Suriyê de û pirsa mafên mirovan. Björling (Moderaterna, Partiya Moderat) wezîra bazirganiyê ya Swêdê ye.
- Aaron Lund (Eskilstuna): Rewşa oposîtsyonê li Suriyê. Lund rojnamevan û lêkolîner e.
- Sîrwan H. Berko (Berlîn): Girtina çalakvanên mafên mirovan ê kurd û rewşa wan di zindanên Suriyê de. H. Berko rojnamevan e û yek ji xebatkarên malpera “KurdWatch.org” e.
- Fredrik Malm (Stockholm): Helwesta Yekîtiya Ewropa beramberî Suriyê. Malm (Folkpartiet Liberalerna, Partiya Gel a Lîberal) endamê parlamenta Swêdê ye.
Birêvebirin: Bêrîvan Mihemed (rojnamevan, Sundsvall)

Şîrove (0)