Çîrok

Barê Min Giran e

Derwêşê Xalib

Barê min giran e, ez xizan im, di ser re, çar zarok di stûyê min de ne. Ez bi destê xwe dixebitim. Na, a rast ez bi mil û pişta xwe dixebitim. Ez barkêş im. Baran hildigirim. Ez radihêjim barên giran, wek çewalên tijî nîsk, genim, 120 kîlo û bêtir in, yan şelên pembo hîn girantir in.

Rêncberên wek min wan baran datînin ser pişta min û bi rempa kumyonê ve hildikişim. Ax..ax !. Çiqas bêxwediya rempê dirêj dirêj dibe, lo. Hûn zanin çiqasî giran e !?. Xwêdan di pêlavên min re dertên, dilê min her dikude û gurmîn e. Bihna min bi zor derdikeve. De ka di bin vî barî de bi evrazekê ve hilkişe, ezê bibînim !!?. Her ez lingekî xwe hildidim, rempe diheje û lingê minî din wek têlê, wek qesela genim li ber ba dixile û dilerize. Ez di dilê xwe de nimêj dikim û dibêjim xwedêyo..Tu parêzer î, alîkarê min be, hema ez saxlem bim û karibim ji wan çêliyên devekirî re bixebitim, hema heta Şêro dibistanê kuta bike, karekî ji xwe re bike. Wê barê min jî sivik bibe. Bi van nimêj, lav û hêviyan ez digihêm dawiya rempê. Sawêr xwe didin alî, lê piyalek qiriktaliyê diherike nav dil û hinavên min.
Apo Can: (Bi vî navî ban min dikir, tevî bi 20 salan ji min mezintir bû): Min ji şêro re got: (xwe winda meke û zû bixwîne. Ev e, alîkariya te û karê tu ji dêla min bikî).
Apo Can. Ez wek giyayê di bin hîmekî de me, lê giya dibin kevir de namîne, ez zanim!!. Tu zanî giya çendî nerm, xilexav û bêhêz e. Ez jî wek wî giyayê bin kevir im, kêferatek giran dikim, ez bi dijwarî xwe ji bin kevirê giran derdixînim û ji vê armancê re ez piyala temenê xwe dadiwerivînim gewriya çêliyên xwe.
Apo can. Ez serbilind im, lê jiyaneke tal e, tal.

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…