Gazinek ji helbestvaniyê


Silêman azer

Li vir,
   ez şivanê
        çêrandin demsalên
gencîniya xwe bûm

                   li şînkayiyê.
Dema,
tihna te xwe
daweşand perdeyê şevên min
                       ji nediyariyê.
Na,…..
ne şeydayê navê te bûm,
ne jî dilhezê helbestan bû  
                   bavê min li vir,
lê te xwe hepişande,
kuncikên jîna min
                            bikotekiyê.
Ma hew bi tenê
        li hev hatinek bû,
an pîlanek bû
te veda bû ser riya min
bi libkên rengîniyê.
Tu ji min diguvêşe,
zuhayiya xwe,
barandinek ji xemgîniyê.
Di çi rûsariyê de bû,
ew dildarî,
em bûne sîngek e vekirî,
ji mêtina çewte peyvan re.
Me li joriya valabûnê
                    dibanînin,
lêvin qeliştî ji dilbijokiyê.
Li ser milê me ye,
seriyê gêjbûyî
ji hêrandina wê xweziyê.
Va ez barabûnek im
        ji firandinê re,
û bilinde jî asîmanê te
               windagehê sawgirtinê.
Qey di kîjan meydanê de
tu baskokirine,
hîna tu li ser bêdengiya min,
di biriqîne morîkên bextê xwe
          rêwiyin ji tenêtiyê.
Min şewitandin tiliyên pelandinê
tu dikare,
min li  ser masa têkçûnên xwe,
bi noşe,
û min di şevbuhêrkên xwe de,
                 binehwirîne firdikek
                          ji bîreweriyê.
Min rişma te,
li gerdena bînayiyan gerandiye
tu dikare bidêre wê azariyê.
di pêçeka,
rojan de,
te ji şîrvedikim,
û tu markiriyî
            li sergêjiyê.
Wa…li derdora,
hilatbûnan,
bi pêka ketine,
neviyên te,
û te tobe nekiriye
           ji bergirtinên
          wê neçariyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…