XWEZÎ NAMEK VEŞARTÎ


Hilbîn Muhemed Baqir

Eger her çûyî bi destê dilovaniyê û berî xatrê ji bangê eşqê bixwaze,di wan şev û demboriyên ku peyv ji peyva ken û girî diza û hevokên çîroka bîrhatinan li ser dika dilê me dibû pirtûkek qedexekirî li welatê jana,li gel xwe bibe û paşî bi lorandina hestên min bêje va diçim…
Bihêle li îzgehên şîn û şadiyê,di nava bendemana qirîzkên agirek bê ser û şîn bi dengê bê dengiyê,hawara bajêrekê nivsitî careke dî guriya xwe pê bêxe agirek sebrîn xwe daçemandî welatekê virtî vale,dê tu were bi min re rabigehîne,bibe namek li xewna dumahiyê û hêj hişiyarim,xewna bi şevê ve dibînim wek pelatînkek sêwî difrim,gerokim di bendemanê de…

Dûr bi dûratiya cemseran hinda kirim li dirêjtirîn şevên asmanê avahî lê diherifin,pêjna min nahilgirin li ber bangê heyaman dibim xwediyê salnameke pîroz û salname pire ji rojên  bê guneh heta jibîr bikim her şevek jê destaneke,destaneke dijî heyvê heta jibîr bikim her şevek jê volkaneke guriya xwe daye rozerîna rojê.

Û şinî dibêjî wexer can!?
Di bîranîna nivêja te de,bi kîjan zimanî bêjim can?
Demsal  duemîn strana rebeniyê bû di qirika şevek bê xudan semfoniyeke dirêj sazdikir ve ,li wî demî dengê kebara sêdaredanê di gewriya minaran de dixendiqî,ne roj diheland,ne avadikir me biajotin serxwebûnê…
Û hêhşta maye li vî mergestî firîn û geriyan bûyîne perwazekê simtî bi dizîve tewaf dikir û hêj tu dîrî,henesa min li bin tîna şevek şikestî û şev sare û tu sarî bi saratiyê ewr stewrin û girîna birûsiyan xanên laşî kesîre dibin,di xelwetgehên havîbûnê xilfên riya mirinê vedikin û degerin di navberên dabiriyayî de ku zarokên sed sala hinda bûyî yêt pişkurîn wêneyên kevnar ber çav dikin,tenê yadgar ezim,wek  dîlekê ji mirinê verestî,lê bi hêvî me hemî xwezî xerîbîne û hem dîsan xerîb xerîb,xwezî nameyên veşartîne.

Veguhastin ji pîtên erebî bo latînî
Demhat Dêrikî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…