SIRÛDA PÊLAN

 
Xemgîn REMO

Her ku tu tê bîra min
Hesp di xwîna min de dişîrin
Bîranînên te hespekî bê geme
Serî ji min distî ne
Li rê-bend û sînorên qedexe
Napirse
Ne jî dizane qonaxên dûr
Û dûr bûna te çîye …
Wek tu çavê xwe bigre û veke
Min dighîne peravên te
Melevano ..de avjenî bike
Waye perîya te li wê gir-avê
Pêl laşê wê dişon
Û tave-rok bi zimanê sincirî
Memikên wê di alêse …
Ey hespê xewne-rojan
Bes di xwîna min de bişîrin
Xwîna min har nekin
Xwîn-germî li vî warî tawankarî ye
Namûsa êl û ayînê birîn nekin
Wê xwîn birje …
Dîwarên me bi guhin
Û pencere yên me ji tava hîvê ditirsin
Li paş perde yan
Ew keçika ku memikên xwe
Bi serê pez-kovî yê bi dîwêr ve duxrîne
Dilê xwe wek sêvekê
Di serê rimê de diçikîne
Çenî bi cegere ..çendî wêreke …?
Roj şevin û şev dirêjin
Li nîva şevê
Ew gencê ku xwîna wî dikele
Û keçkanî ya xûşka xwe dişkîne
Çendî mêre ..çi lehenge
Û şev di şevê re dibûre
— hiişşş …deng nekin
derdorê me hişyar nekin
fîşek bû û di şevê de teqîya
kî dizane kîye …?!
kî dizane çîye …?!
û bîranînên te min dikelînin
ez qehwa sibehên te me
de min vexwe
ez pa-şîva şîvên te me
de min bixwe  …
bîranînên te ez xwarim
berî ez bême xwarin tê bîra te :
ew sibeha berfînî
wê nîv-roja buharî
û wê şeva havînî …?
di wê şevê de me ti çûk ne tirsand
û nejî me kanî şêland
tenê li ser wê latê
wek du kewên dildar
me xewnên xwe ji hevre diristin …
û hîva geş nanekî tenûrê bû
yan gul-berojek bû …
şev bê deng bû
û komên sitêra pirr qeşeng bûn
li ber awazên bistîna me
gula serî dihejan din
û pelçimokên dixsok
li ezmana hev di gezandin …
çi şev bû …?!
me çawa dizî bû
ji kê dizî bû
yan şevê em dizî bûn
min divê ji bîrbikim
û tu ji bîrnabe …..
bîranînên te …
berxekî maka xwe winda kirye
bi harî di xwîna min de dibare
rehê dilê min
bûne marên germe-rojan
kernevalek dînoke saz kirine
kuvarka mejî yê min di kunkunî nin
serê min sibeheke mijokî ye
û meşka hizra gîyanê min diklê …
tu ji bîrna be ….
dengê te di guhê min de
lorîna baye ..xuşîna dara ye
de were ..careke dî were
ku ez çend ayetên pîroz
di çavên te de bixwînim
were …
bi kenê xwe ,
bi hêsirên xwe ,
bi kerb û kîna xwe ,
bi fîxan û qêrînê xwe
bi hez û vîna xwe ,
gîyanê min bişo ji zilindara
ku te di dilê min de meyan dî …
were ..dîsa were …
van hespên şemûs di xwîna min de
rawestîn e
serê maran bi herişîne
ez derwêş û nazikê vîyana te me
hatina te dil û gîyanê min
ji Ahrîmana dişo
û firîştah bi dilovanî
ji min re dilorînin
tê were .. tu nayê …
tê bê … tê bê …ez dimrim
were … wereeee …..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…