Nameyek ji xwedawend re

Ji kurte çîrokên- D.Sena Kamil Şeelan
Wergerandina :Beşîr Mele

Kêmin ewên ku wêrin xwedawendan şermezar  bikin, belam ew ji mezintirîn xwedawend Ziyos neraziye,ev xwedayê tenê xema wî xweşî , şahî ,dildarî û dilbijokiy e û ji bîr dike ku kesin belengaz û reben hene çavnêrî dilovanya wî ne û wê bi xwe jî ji bîrdike ,ku çendî dîlek û hêvî jê kirin û ji keça wî xwedawenda sipehîbûnê Efrodêt û ji xwedawendê evînê Kiyobîd jî.tenê ji bo ku evînekê xelatî bidnê .mexabin xwedawendan ,tika ,xwestek û dîlekên wê di ser guhên xwere avêtin.çima girtiya vî leşê mêyî mirdar e?. Dixwaze serbest bibe,hêvîdarî kêlîk evînê ye, gelo ev ji xwedanê asîmanan re girane!?ku mirovek ji bilî jinên cîhanê tevî jê hez bike ji bo vê hêviyê ev tiştekî pire?, ew dilbijoka hevnewiqkirinekêye ta dawya temenî berdewambe.ew bi xwedawendê asîmana kufirî ,ew xwedayê kerrî ku guh nade gilî û azarêd wê.
Dest avêt ximavdank û kaxezê,li ber maseya xweyî ji textî rûnişt li gorî bê omîdya xwe, bi hêrs û hevrikî nîvisand.tevî ku ne li gor suruşt û rewiştê wê bûn jî:nameyek ji Ziyos re…ez yeke bi tenême… nefret li te bibare.çawa tu min li ber jan û keseran radixe!?ez evînekê dixwazim ku dilê min hênik bike,coş û hinavê min bihelîne,di nav bera min û leşê min de bilûse,ez evînekê dixwazim ku min ji xemgîniya gewdê min rakişînem û demên min biyeke,evîneke bihêz û bi şiyan divêm,ewa ku jan û kesran nasnake.evînekê dixwazim bi toqa canêmin bigire û sekeratin bi birîn di derûnê min de biafirîne.nefret li te bibare ,hema carekê tenê niyaza min bicîh werîne.
Hinekî radiweste ta ximava kaxezê zuhadibe,vêca pêşkêşî birûskek ziyos dike,ew jî zû direvîne û radestî rêzdarê xwe dike ewê li ser Erşê almasî li jora kohê Olep rûniştiye, bi kelaxê xweyî gir û bi riha gewrî dirêj li ser Erş xwe perixandiye.di nêv porê wî yê kurişkî de taca gulgulî çirisandî mezin .li ser milê wî yê rastê xwedawenda serkevtinê rawistiye,û li milê çepê jî Jenmîd piyana wî hilgirtiye û li ber destê wî xwedawenda bext û xwedawenda navtêdanê Fama amadene.
Nameya ku gihiştibûyê carekê û sê caran û deh caran bi guhdarî li gel dehmenên xwe xwend.tevan texmînkirin ku Ziyos wê ji rûşûştiya xwedamendên xwe tengav bibe,û li gor radîtinên wan wê arê birûskên xwe wê bi ser serê niştecêhên zemînê de bibarîne sezayî ji bo tevan,û bibe êşek ji bo hinekan ji wan. belam careke dîtir ji nûve li nameyê vegerya û xwend.bi xemgîniyek dijwar hisiya li ser wê mirova ji ber evînê dişewite û rojekê netemijand, li ser evîndar û evîna dixwest kur fikirî ,li hizir û ciwankeryên xwe xebitî ji bo afrandina şêweyê evîn û evîndarê wê,di dûmahiyê de “Hadîs”afrandî xwedawendê mirinê,pir bi hêrs û durustbû li gorî hatibû xwestin,dikarîbû di gewdan re derbasbe û dinavbera laş û rewan de bilûse.Ziyos bi lez Hadîs şandî ber bi wê ve.li benda xezeba ziyos ewjî melûl mabû.belam Hadîs rabîniyên wê bê omîdkirin,bi lez û bez hatî weke tiyê li avê bigere bi niyet û xwesteka wê bi xwere bibe ji bil jinê cîhanê tevan.
Destê xwe yên reş dirêjî gerdena canê wê kirin,di nav bera laş û rewanê wê de xwe bicîhkirî,dil û hinavên wê yên tî tijîkirin û hebûna wê ji kokêve rakir,ew ji zindana leşayetî rehakir.bi tundî kemberên canê wê bestkirin , bê dilovanî ew rakişand,navkutkê mirinê şakar û xoşbûn,laşê wê ji her tiştî hişt tenê ji evîna wê yî ziyankar.bi şahiya işqê şabû, berî li gel Hadîs koçberî şaneşîna tîbûnê bibe bîhnek dirêj kişand û berda sipasya Ziyos kirî û di mirnê de werbû .birûskan sekerata mirina evîndarê, ji Ziyos re hilgirtin,ew ê ku bi balkêşî çavdêrya bûyeran dike,bi rehetî xwe noqî erşê xwe kirî,û ferman da hemû kesên li dor belvabibin ,ta bi xwedawenda serkevtinê ya ku li ber dilê wî pi xoşewîste jî ,ji nûve nameya tengijînok ya beî rojina gihiştibû xwend,pêşî di dilê xwede xwend,şûnde her bêjeyê di nameyê de bi dengkir,wilo di demekê de xwe ji bîrkirî ku ew xwedawendê herî mezine.hêvîdikir ku bi kêlîkin dildarî bextewerbibe,mîna hêvî û xwestekên wê mirova nişteciya zemînê,di kêlîkina de li gorî texmîna mirovan bi hezarên salanin ji bê dengiya ziyos,û veşartina wî ji ber wan, di bîr xwe de anî ku her jin û xwedawendên dil girtin zincîreke dirêjbû ji dildarî û dildaran.Dildariya Hîra,Yorba,Latofa,Intyobî,Dîon,Maya,tîms,Yorînyom,Minîmozîn,Orînoma û sîmîlî ya sipehî û mîna kakilê kulîlkan û Danay ,lîda û gelekî gelek ji wanên ku navêd wan hatin jibîrkirin,Bi hezaran jin temijandin,wî hemû cûreyên ahîn û keserê dildaryê naskirin.belam hîn hêvîdare ku dil bigre ,hîn li xwezya dîtina xewnekêye ku evîn têde bibe mêvanê wî.hêvîdikir ku xwedanê wî jî hebûya ji bo nameyek jêre bişanda û bi hêvya evînek durust ew bitamijandiba,di jiyanê de carekê tenêba jî.axînek kûr kişand ,bi axîn û bîn kişana xwere gelek derên zemînê şewitandin,qêrîn û gilî bi miron ve ket,li ber vê yekê naskirî ku ew xweadwendê herî mezine û ne mafê wî ye ku ku hêvîkerbe eger ku di rewşeke lawaz de be jî.name pêça û xiste veşara kaxezên xwe û xwe da ser balgehê di xewxana xwe de,amedebûna muxbeçeyê xwest,pir şerab vexwarî û dawiya şevê fermanek xwedawendî deranî bi qedexkirina gihiştina nameyên dildaran ji bo wî,ji ber ku demên wî tnene ji êşana dilê wî re ji ber dilê mieovan ve û xwe avêtî nivistina kûr û dirêj.
serastkirina fermanê:xwedawend Ziyos evîn ne ji kar û barên wî bû
serrastkirina fermana duwemîn:ev evsaneyeke bê bûyere
serrastkirina dawî:şeva ku Zyos serxeş ketibû di wê şevê de ranezabû,şevê pê de digirya û nameyek ji nenasînêre di nivisî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…