BÊ DENGIYA ESMERÊ


Demhat Dêrikî

Esmerê!
Wê bê dengiyê bi dengvedana dilê min bikuje!
Û min bibe wê cîhana xwe ya ji şevên gulgulî.
Dizanim ger tu bikene û peyv ji nava lêvên te biherikin ser qada dengiyê
Yê gul,nêrgiz,beybûn,şîlan û welatê kulilkan serê xwe li ber te biçemînin.
Yê mirî kefenên xwe biçrînin û berê xwe bidin dengvedana şahiya te esmerê.
Erê qurban,erê xanimê canê,ma tu nizanê?
Dengê te dengê vejîna kaniya ne
Dengê te dengê  herkandina çem û rûbarane
Dengê te dengê awaza çiyane
Dengê te dengê evînê ye
Dengê te dengê Qamişlo û Dêrika deşta hesinaye
Dengê te dengê serhildana hestên minin esmerê.
Lê tu bê dengî
Tu bûyî padîşaha bê dengiyê
Û ez li vir
Li vî bajarê ku giyan bûyî hişk dar
Hest bûyîn sêwî
Û sond bûyî dirav!
Li vir
Li vî bajarê ku evîn bingor dibe û keziyên kezîdirêjan kêlin
Tebata xwe bi serpêhatiyên dengê te yê ez ji xwe re birîm,tînim.
Şev,gav û kêliyên xwe di wan demên te yê gulgulî de diborînim
Û her xewnên min ji wî dengê te yê îro bê dengbûyî avis dibin
Û di nava dengê te yê ez dibirim şevên xwe
Ez li nava kiras tenikiya xwe dikirim mêhvan û bi ava memikên xwe dişoştim
Û te hemû bêhnxweşiya xwe diyarî canê min dikir esmerê…
Aaaax esmer,ev çi derde?
Derdê te ji bê dengiya welatan girantire
Jana te ji jana axa ziwa jantire
Nalîna te ji nalîna gulçilmisiyan nalîntire
Axîna te ji axîna bê baranê axîntire!..
Ka bêje min esmerê ez çi bikim û çi nekim
Da dengê te hemû bê dengiyan di dengê xwe de wisnda bike?
Jiber ku dengê te koka jîna mine semerê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…