Helîma Gozê, mastfiroşa bê deng

  Abdulqader Bedredîn

Di kezeba spêde, bi bangdana limêja pêşî de, bi qêrîna dîkan re, bi derketina Firmano bi çend mî û pezên xwe re, dema berê xwe dida Sebaxa Hemo, bi gurgura matorê Namo û Emîn yên sê lingo, û bi derbuna Hecî Sedîq ji malê dema berê xwe bi ber mizgefta gund ve dida, di wê çaxê de, Helîmê kar û barê xwe dikir û herdu satilên mastê çêleka zer, ko ji şevêdîve hatibun meyandin, yek li ser serê xwe rast dikir, yan dinê jî bi destê xwenî rastê bi cî dikir û skakên gundê Cimayê yên teng badidan, geh bi tozin yan jî bi çirav û herya reşe,û berê xwe dida cada Qamişlokê û herweha di ber pirka Mihsin, pirka Yogo û pêrgî kêzîna ziravî bê mirad û ya mezin jî dihat û di gundikê Dalînan de diburî û di ber Enteriya Miradê Kinê, Musa, Ibrahîm û Evdilo yê dengbêj re derbas dibe,bi zelal buna rojê ve dighe arasa Qamişlo.
Cansivikya wê û dilxweşiya wê dibûne sedemên xweşfirotina mastê wê,û bi lez û bez dadgeriya malê, lê vê carê di şûna herdu satilên maste de,xwarin û şînî berdêlî dikir û dihate malê, da ko maliyan ziktêr bike.
Gozê xeswa wê dihat, pîrejineke qedirzanbû,kêm xeber û axaftinbû, eprê li ser carka wê dorpêç bû, di çilê havînê de qet wê xwydan ne dida û tî ne dibu, te diko qey jiyana wê bê havîn derbas dibe, yan jî hersê mehên germê ne dinasî.
Xelîlê Gozê mêrê wê dihat, ew jî mirovekî bê kar û xebat bû, aşiqî xwe bû, rojên xwe li ber ayn û neynikan derbas dikir, himetiya porê xwey boyax kirî jêre derd bû,herwekî rê ne dida mûyên sipî ko derbasî pirça wî bibe, solên lingên wî hertim bi soreve bûn, bi boyax û firçe bûn,herwisa resmê xwe têre di dît, şalê wî bi ûtî û şayîk kirî bû,mirovekî evîndarê xencera xwe bû, nemaze dema li ser kêleka rastê bi cî dikir û dawiya serê wê yî badayî dibin êlekê wî re xwiyanî dikir, ev mirov xwe dûrî civatê dikir, baweriya wî bi tu kesî ne dihat,ewî herkes didît ko şaş û nezane û herweha bi siyasetê jî mijûlbû, navên mezin û navdar di anî ser zimanê xwe mîna Xoroşov,Stalîn û Hitler  gelek seyrbû bi wan.
Helîma Gozê jineke çeleng û jêhatî di hat xweyanîkirin di nav gundê xwe de, jiyana xwe bi daneheva qirşik,pûş û êzingên Diyar, û Bane hebanê, bi piştiyan li hewşa xwe kom dikirin û êmê çêlekan di destpêka Biharê de giyayên nazik û rexil bi Milan dikşan de ber devê dewarên xwe,di havînên pir germ de bi paleyîyên Nîskande di domand û bi eşêfên pembû werzan re diburand, li pey van havînên rojdirêj û germ, mehên payîza hînik dihat,û div ê demê de kar û bare çile dihat kirin, da ko germa zivistanê misoger bikin û li hawîr sopa AL-KEWKEB AL ŞERQ xwe dorpêç bikin û hilma wê bikşînin.
Ev jina kedvan, berxwedanek bê pîvan da hemî maliyên xwe, lê mixabin di dawiya saet û rojên xwede felek lê ne hate xweşiyê û di rojeke pîroz de di Newroza vê sale de bi destên reş û qirêj hate xelatkirin, herweha koçberiya wê mina jîningeriya wê bê dengênî çû.

Mustafa52@live.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…