sitûna gund zana bû


Bavê helebçe

gelek zindî li vê jînê bê rewanin .
lê çendek mirî hîn serkêşin bi kerwanin.
Belê apo apê zana bavê azad .
Tiwî yek ji wan kesê go wê here û her di hiş û ramanê gelê xwe de bi mine serok û serkêşê kerwanê zindiyn .

Tu carî tu ji dil nabî cuda ,tu namirî tu ji mirinê mestirî .
Apê zana, di rojên dawiyê de dema em birek xort hatin serdana te.li haw
Ir dora te em bû xelek .ji hêlekê de ew kul di dilê min de nema .min çavên xwe ji dîtina wan dêmên te rteronî kir. lê ez tucarî jê têr nebûm .belê te bi wî zarê xwenî şêrîn. bi dilxweşkirinê û bi navtêdanê . te ew keldûmana dilê min hênik kir .te hasten minî şikestî geş û bilind kirin.
Lê mixabin ji hêla din ve tirs di çavê min de hişyar bû.ku min texmîn kir kû . buhara şîn di çilmise û emrê wê kin dibe. FEND û çira gund melûl dibe  û di tefe.
Apo apê ZANA wê gave min di reşika çavên tede xatir xwestina dawî di xwend.te ji hemiyan hez dikir û hemiya ji te hez dikir.ka bêje min
Tê xatirê dawî ji kê û kê bi xwazê apê zana ……?
Tê koçê xwe ji nav me barkê, lê tê zozanê me bi hêlê vala ….?
Erê apo, dema min xwest ku ez te bi dilovanî himbêz bikim.min tîna nava xwe bi ramusanekê ji wê  aniya tenî mina çiyayê cûdî şikenand .lê bi dest guvaştinê re.pêlên bêrîkirinê ez avêtim nav xeman.
Tevzînokê bê hêvîtiyê ez girtim.
Vedengên cor bi cor ji wî dilê tenî mezin , mina doza te derdiketin .
Şahî û xemgînî tevlî hev dibûn, her yek ji wan êşek cuda nîşan dida .
Wê demê min dizanî ku sitêrka geş ji asmanê QAMIŞLO tê xwar .û li dû wê konê reş perda tariya xwe berdide erdê .
Êşa herî giran bavê AZAD koça xwe ji nav me bar kir.
Lê rihet rakev hevalê ZANA bere baweriya te bi van keç û xortên li dû darbesta te bilind be. soz û peyman kû wê heta dawî rêçka te bi şopînin .wê rojekê ji rojan bi hişmendî û bi zanistî rahêjin wê doza te, a ku kulê wê bi tere çûne gorê û bibin serî û rê li pêşya xebatê ronî û dûz bikin..heta pêkanîne jiyaneke azad û aştiyana ji gele tere .
De rihet rakev bavê AZAD.
bere hemi gulê vî welatî bo te bikin dîlan . û gulek bi tenê ji rengê hestên te , bibe bawernama di rojên cejn û şahiyan de, keç û xortên kureda singa xwe pê bi xemilînin.

 û heger rojekê buhar bi ser welatê me de hat. eê keç û xortîn me rahêjin gurzên gula û bêne ser gora te bi dengekê bilin sirpda azadiyê di guhê te de bistrên. de rakev bavê azad bere cihê tebuhûta rengîn be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...