Her şa`îrek


  Şêrzad Zeynelabidîn

Her şa`îrek surrek heye
Her şahekî durrek heye
Her bulbulek gulek heye
Her Memekî Zînek heye
Her ya mine ya bê mîsal
Biha tir bûy ji altonî
Qedir tir bûy ji Hemayonî
Tu merd tir bûy ji Cey””””honî
Zana tir bûy ji Eflatonî
Ey perîya çav reş xezal

Tu perîya sîfet gulî
Dest bi xena û çav bi kilî
Neke tu bê dilya dilî
carekê were vî milî
Qamet elîf lêvên helal

Dilber ji min dûr nekeve
Bêy te cîhan her dem şeve
Herdem ceng û şilq û reve
Rewşa me bêy te her eve
Wey nazika gerden zelal

Bihar nema ya hat çirî
Ey nazika tilya tirî
Wey te gerdena pirr girî
Rîsê me zivrî bû hirî
Çawa ku jêk ve di bin heval ?

Nizanim bo çî an çima ?
Tu ve di key dergehê xema
Tenha êk car bêje hema
Sebr û hedara mi nema
Bûm heyranê bejna şepal

Tu heyv û stêr û gumbetî
An pirtekî ji rojê ketî
An canemerg a li ber şetî
Lê ji mirwetê tu let letî
Durrek derket ji taxê silal

Şev û roja min her tu yî
Xende li ser lêva meyî
Dêm kulîlka şepirzeyî
An nêrgiza Ber Gareyî
xudan çek û şîr û metal

Xudan naz û zirav dengî
Lewa kuşt im bi evî rengî
Bi navê xwe tu pirşengî
li nav durra tu wa bi sengî
Wek gula li ser bi nihîtin jal

Tu yî jal û xunava min
Tu yî dem kat û gava min
Tu y deqdelav li ser ava min
Tu yî nêçîr û rava min
Li ser dilî bayê şemal

Tu tam heliz û (şîr givî)
An soryaza di serda kevî
An şaneka spî hingivî
Li ser textê dilî na livî
Ji canya te mame gêj û lal

Bê y te mi na hêtin hedar
Her çar werzên min bûn bihar
Kanî peqîn av hate xar
Pê girnijîn deşt û zinar
Mêrg û çîmen bûn sed keval.
 

Şêrzad Zeynelabidîn
2008
 
(şîr givî) = gîyayeke li çelên bilind şîn di bît nêrka wî têt xwarin.

deqdelav= gîyayeke li nav com û ava şîn di bît.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…