Peyva kurdistanê

  M.Qasim

 Di meha Sibatê de ez -gel çend rewşenbîrên kurd ji Sûriyê-li Hewlêrê amade bûm.fistivala birêz Cegerxwîn .ev peeyv amadekiribû ku bi xwînim. belê nebû, kurte peyvek bilez da destê (Silîva) neviya Cegerxwîn u endama komîta bi rêvebir jî.
Min dît ku dîsa belav bibê ne xisare.bila bibe bangek ji her kesê ku bixwînê re.
Gelî  rêzdaran..
Nabe kû sipasîyekî  pêşkêşî hikumeta kurdistana azad nekin,
di riya wezareta rewşenbîrî re,
 bi serokatiya berêz Felekedîn Kakeyî
(hem wezaretên  komara Iraqê ,yên bi mere alêkar bûn (wezareta ji derve,ya rewşenbîrî,sefaeret..ya li sûrî jî…)
Bihêvîme ji min bibhîzin çend peyvan-bi singek fereh,hişek ciwan u vekirî..
1. peyvên min,  çend têbînîne,
 hêvîdarim bi kezwet bin.
( ji ber ku axaftina li ser berêz cegerxwên –belkî kesin ji we, çêtir ji min , Karin li ser bi axivin u wî bidin nasîn.
Bila ev kiriyar, bi hêviya wanve bê.
nexasim yên ku bi jiyana wî ve mijolin,
jê, u pêve, herkesên amade, wî nasdikin, Cegerxwîn kiye..?!
çi karê têkoşer bi rêve birîye..
çi dîwan u pirtûk u berhem bi şûn xwe de hiştine.., weku pirtûkxaneyek zengîn di jiyana miletê kurd de..!.
dêmek-belkî- ne gelekî giringe, li ser vê yekê rawestim,
tenê belkî gereke, silavekî- ji dil u hinava -ji giyanê wîre, diyarî bikim,
bihuşta rengîn jêre-u ji her kesên zehmet kêşayî di ber milet de -bixwazim,
hêvîdarim ku her kesek ji me, yên amade u yên bîner ,jiyana wî ,ramanên wî,ristê wî, hemî berhemên wî…bi xwînin, u sodê jê bigrin..!
2. ev koma pîroz ya ku li ser navê berêz Cegerxwîn, pevhatiye,bi karekî pîrozî, ji wezareta rewşenbîrî ya hikumeta kudistana azad ve..,derfetekî didê min, hin kovanên dilê xwe hilweşînim, bi hêvîme ku hûn jî biminre pişikdarbin, bi wanre,
 belkî cihê xwe di hish û bîran de bigrin, u bibin program, ji her kesekî, xwe liwan xwedî bibînê..!
a- zimanekî kurdî stander, riya têkiliyek bi ron, di navbera hemû kesên kurd,de vekê..
hem alîkarek bê, di avakirina  kesayetîkî
(shexsiyek)  kurdî de,
 Da kû  ji  miletî dinyayî ve, bê nasîn, wekû miletekî xwedî welat, xwedî şehristanî, xwedî dîrokekek, zengîn u şenge.
ne ji bo xwe bibînin miletekî cida,
 belkî xwe ji mileta nas bikin,u xwe biwan bidin nasîn jî..
hûn hemû dizanin, ku, xwe nasîn(têgihiştin) mercê yekeme, ji pêşveçûna miletan,re..
 pêşinyardikim, ku berêz wezîrê rewşnbîrîyê, vê yekê, bixwe bigrê..
pirs u şêwiran bidê kesên bikarbin vê bazarê xwedî bikin,pêşve bibin.
b- heger mirov li dora xwe bi nêrê ,2, halê miletan li ber çavan, xuyane:
 * miletên pêşketî…  
 * miletên mane li paş…
Pirs ewe: çima wihaye…?!
li gor ez dibînim –yek tiştê sereke, sedeme..!
** miletê pêşketin,  bingeh ji raman u şêweyên kar, kirin: dûrbînî,dûrmeyzînî
  yan jî:
) bi zimanê erebî  سعة افق(
bi zimanî latînî: straticiya..
Jiyan li gor wilo, avakirin, u nûjen jî dikin , u pêşdixin….
 her kesekî xwe dît: jiyanbuha,
 pîvana wî ji buhayê jînêre, ka çi raber mirovayetiyê..cihanê ..welat  kiriye .
(dibin çi navî de bê).
** miletê li paş mane ,tenê jiyana rojane bû bingeh. di raman u bizava wî de.
kula wî bu, çawa zû bigehê mal u halxweşyê..!
ne giha mal, ne hal xweşiyê  jî..!
hinekî  azadiya xwejî ji destberda,
 ne di ramanê xwede, ne di bizava xwe de, ne di jiyana xwe de… çû pêş.!.
Kurda ji berêve gotiye:
(( heger tu nezanî binêre li cîranî)).
c- siyasetmedar u reweşnbîr:
li gora ez di bînim ,têkilîyên navbera wan de hene- ne zelalin ..ne serrastin, gelek caran –
divî halî de ,xwehriyek peyda di bê,
gereke di şûna  wê de, avakirinek hebê,
hêza her kesekî ji milet di coka alîkariyê de bi herikê,  ne hevdû bi pengînê..!
Bi gomana min, ev rengê têkiliyê-yê li pêş- di navbera siyasetmedar u rewşenbîr de, li nav miletê pêşveçûyî de, heye.
 Ma çima, emê miletê li paşmayî ji xwere bikin pîvan-weku kesna,li wan xweş tê, ji bo kêmaniyan veşêrin.
d- siyaset u civak:
li welatê peşketî –weke hûn dizanin- civak bingehe ji livandina herkesî re u ji hemû alîyan ve jî (bizava rewşenbîrî,ya siyasî, jiyana civakî, karê abûrî,folkilor u jiyana rojane …ji lewra,xwedîkirinek bi şiyarî, jêre gereke. Zanîn u zanevanî, jêre divê.
 gelî berêzan..==
karê siyasî-îro- bi ,2, şêweyên serkî birêve diçe:
yek li hundir……yek  jidervere..
mixabin,rengê pê kar dibê ji dervere.. moralsize.bê exlaqe
belê nabe pîvan ji hundir, re jî..!
bê guman , ber çave-, kû raman u bi rêvebirina kar.. ne bi şêweyekî demuqrasî bê, em nagihin vê miradê..!
li dawî di bêjim:
( hindik rindik) belkî çêtire ji gelekê têkilhev, u bê kezwet.
 Pêxemberê  hêja di bêje:
((xwedê dixwazê ,kesê karekî bi kê,bila bikê bisaxlemî)).
(إن الله يحب إذا عمل احدكم عملا أن يتقنه)
Silav u rêz ji civatê re,
  ji serokatiya wêre,
  ji hikûmet u serokatiya wêre,
ji serokê herêmêre (berêz Mes,ûd Berzanî)
 yê ku em bi hêviyek gesh, wî di bînin, ku welatê kurd, li ser demê rêveberiya wî, ava bibe, li gora va hêviyê me ristin u çêtir jî dixwazin.
(pîrekekê xwest bi civatî nimêj bike,belê nizanîbû nêta xwe bînê-got:
Xuda.. nêta min weke ya (yadê Wesîla) u hinekî çêtir jî bê…!)em jî wiha di bêjin.!
Silav u rêz bo we hemiyan.

Aşîtî, ji mirovayetiyêre li hemû deverê cihanê em jî teba.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…