Bangeke giring ji çalakvanên greva berçîbûnê a Belin

Em çalakvanên birçîbûna vekirî, rica û tika ji gelê xwe ê kurd dikin ku bi hijmareke mezin beşdarî meşa 12ê adarê li Berlin bibin. Meşa we nahêle ku keda me beravêtî bibe, lê belê bi encam dike.

Gelî xweşk û bira, em ne tenê ji bo wergirtina mafê penaberiyê bi tenê li vir in, lê belê doza me doza gelê kurd û nasnameya wî ye. Em jî xwedan malbat û zarok û berjewendî ne, ev 15 roj in em li ber sermê û baranê di greva berçîbûnê de ne û ev yek ji erkê me ê netewî ye. Hêviya me ji xwişk û birayên me jî heye ku li me xwedî derkevin û rojek xwe bi me re derbas bikin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi berxwedana xwe encamên baş bi dest bixînin. ”Mafê gelan tê standin, ne ku diyarî tê dan”.
Hijmara me îro gihaye 30 çalakvanî û her biçe em ê bi hêztir û bêhtir bibin, lê tevlîbûna we ji bo me giring e.

Ebdulhemîd Osman
Ragib Sulêman
Fewzî Elî
Muslim Ahmed
Ekrem Osman
Salar Hemdo
Amir Şiwêş
Mahmûd Beşar
Xwedêda Al ahmed
Hesen Celo
Melek Melek
Elwan Mihemed (Bavê Kawa)
Rawan Elî Mihemed
Ferîdon Bavê Hesen (Bakurê Kurdistan)
Husên Elî
Yûsiv Hac Yûsiv
Ciwan Cemal Osman
Riyad Mahmûd
Şêrwan Omer
Osmet Xelîl
Elî Elo
Xalid Sîno
Mahmûd Dawîd (Bavê Narîn)
Tariq Reşo
Edulselam Dawê
Husên Qasim (Bavê Cûdî)
Masûm Remo
Mihemed Elî
Wîsam Kehîl

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…