Şîna hunermendê mezin Mihemed Şêxo


Hadî Behlewî

Te bi dengê zîz Mihemmed ban dikir çerxa felek
Ta gelê kurd ew bi qorê xwe li te çê  bihesin

“Ey felek bo te dinalim bo çi nêrgiz çilmisîn

ma çima bextê me hoye em bê dost û bê kesin “
De serî rake hela îro biner bavê Felek
Gel wefadarê te yeew ten bi ter dost bin besin

Me digel saza te noşî çend qedeh bade zelal
Ji şeraba işq    û   millet perwerî vêr hewesin

De xwez`ageh biba çawa li dû laşê te em
Va dinoşin ji peyala reş û tal mey telesin

Keçê   dêm dur reş girêdan por li ber bayêketin
Kezîyê reş rengê maran kirne xurdê meqesin

Dengê te şêrîn û xweş dê her li ber gohê minî
Ji te çend sal go diborîn rist û fixan dirisin

Te li kolanê biyan çendî zeman azar buhart
Rengê şêrê dav û qeyd û bend û rikk û qefesin

Serfiraz çû tû ji jînê ser ne çimandî ebed
Ba û bangêrê neyar binyad ji te ned virisin

Xweş bizane kak Mihemmed go ji dil nabî cuda
Em çi poşman mane îro lewra beyhûde: pesin

Namirin ê wek te îro  tim di dil de: şîne kat
Deng û rawanên we bo me : xweş çirûsk û qebesin

Şeh siwarê çeng û saz û ney û tembûr û tereb

 Ê go mûma çax û benga te bi îsin çi kesin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…