Namîlkeyên sirûdan


Mesûd Xelef

Zozanên hişkbûyî, sawa vê axê dirêj kirin lo.
Xembarin çavên gerdenazan,
Diran elmasan,
Li wî rexê şevê jî,
Nema serê çiyayên jorî, dibişirin avjiyana genimî.
Parçên melûlyê bi toza bîranînan ve dihiştin
Tevzînokên leşê wê, şûn xewnên min in dosto!
Çawa tu dibêjî, negirî?…
Negirî li ser tîpên vê zerçûnê.
Û dilop, dilop, sîbera şevistanê vexwe,
Bîrihatinên kevin yên parçebûnê ne,
Zîl didin, di ferhenga keviza maçên heram de.
Tu dirêjitirîn sirûd bûyî,
Ciwantirîn nermebaran bûyî,
Şevçirayên bêhûdeyiya giyan bûyî,
Gelawêja zemawenda ahenga birçîbûna şahmaran bûyî.
Ey Mihabad û mijabada ber dergehên mirarbûna sikiratên alxatûna wenda.
Xwezî em xewnek bin,
Û ji westana çav lirêmanê azad bin,
Rizgar bin yar.
Hîna dilvim,
Hîna digerim,
Hîna direvim,
Ba, av û ax têra nîv sirûdan nakin,
Şehîd jî, li wî kenarê bajar, dawetên zengîniya hestiyên xwe dikin.
Şabeş ji kêferata cîranên wan yên zindî re,
Şabeş ji kewên bergorên mirî re,
Êdî cîhan sare lo, sare
Wekî vê sirûdê sare, bavê Xanî,
Êdî helbestên tagirtî, diyarî werzên bawîbûnê dikim.
Namîne ev xwîn,
Namîne ev kîn,
Na fûre ev vîn,
Dilketyê sirûda pûngê me,
Rengê jehra demê me,
Pîregencê serinişîvê dûriya axîna hezê me.

***

Di wê kêlîkê de, bavê Xanî, ji vexwarina qehwê qediya, ji xwe ew heyamek bû, guh nedida vê helbestê, diyar bû periyên yar-neyarekî ew kiribûne dozexa eşqa Şêxê Senaniya…
Guhdaar ke loo guhdar ke….
Dirêjitirîn şev bi gulîzera vê sirûdê re, gunehe.
Rîhantirîn jan di gulîstana vê zînê de, mereqe.
Ho, şahinşahê melûliya zêmarstana vê xemgînyê,
Êdî welatê min çi nîne pêşkêşî te bike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…