KEBANÎ Û MAMOSTE*

  Rewşen Bedirxan

Xwendevanên ko çavên xwe li ser nameyên vê bend û vê stûnê bigerînin, heye ko berî ewil bibêjin, gelo div ê stûnê de ji me re qala dirûtin û aşbaziyê wê bikin. Ji ber ko bi adetî di van stûnan de qala van tiştan dikin.  Ji milê din wê lê ecêbmayî bimînin û ji xwe bipirsin; Kebanî û mamoste bi çi awayî gîhane hev û ji bona çi?

Lê heke wan sebir bi xwe da û bi nivîsara min ve çûn û ew xwendin ewê bibînin ko heq di destê min de ye û divêt kebanî û mamoste bigehên hev û di her kebaniya kurdmanc de mamosteyek hebe. Bê şik, wezîfa jinan a pêşîn diyatî û kebanîtî ye.
Ji bo jinan ji van pêştir tu wezîfe nîne û her kar û wezîfe di pey wan re têt. Lê gava mirov bala xwe didê û tesîra jinan li ser jiyana miletan a civakî derpêş dike, dibîne ko jin rasterê û nerasterê û bi awayên têvel li jiyana miletan kar dikin. Ji lewre jinan ji wezîfeyên xwe ên esîl pêve wezîfeyên din ên mihim hene.
Mêrên ko qedera miletan di destê xwe de digirin, li ber destê jinan xwedî dibin, terbiya xwe a pêşînji wan digirin û tiştên ko di zarotiya xwe de dielimin heta axa gornan ji bîr nakin û ew tim û tim li wan hikim dikin. Ji lewre mehelokê gotiye: ( Kurmê şîrî heta pîrî). Ji me jinên Kurdmancan re ji van pê ve wezîfeke din jî heye. Ew wezîfe ji rewşa miletê me a xweser dizê. Ji lewre, jin û diyên Kurdmancan berê xwe didim we, ji we, ji we bi tenê re dibêjim.
Xwehên min ên delal, herwekî hûn jî dizanin derdê miletê me ê mezin û xedar nezanî ye. Nezanî nexweşiyek e, û dermanê wê zinîn e. Nik miletên xudan hikûmet û teşkîlat vê nexwşiyê di xestexaneyine xisûsî de derman dikin û ji wan xestexanan re dibistan dibêjin. Mamoste, bijîşkên wê xestexaneyê ne.
Miletê me, ne xwediyê wan xestexanan e. Miletê me miletekî bê teşkîlat, bê xwedî û serî ye, miletekî belewela ye û di bin hikmê miletne din, miletine dijmin de ye. Lê dijminê me ê mezin, ê mezintir nezanî ye. Divêt em şerê wî dijminê xedar bikin. Di vî şerî de jî ji me jinên Kurdmanc re divêt ko arîkariya mêrên xwe bikin, zaroyên xwe bielimînin xwendin û nivîsandinê û wan ji nexweşiya nezanîyê xelas bikin.
Ev xebat ji me, ji jinên Kurdmanc re ji hemî jinên dinyayê bêtir divêt. Ji ber ko zaroyên  xelkê gava diçin dibistanê berî her tiştî hînî zimanê xwe dibin. Lê yên me wekê diçin dibistanê bi zimanê xelkê dielimin û carina yê xwe ji bîr dikin, ji ber ko me dibistan nîne û zaroyên me diçin dibistanên xelkê.
Ji lewre diyên kurdmanc ji diyên her welat û miletî bêtir divêt bi xwendina zarokên xwe mijûl bibin û beriya ko ew ji destê wan bifilitin û bikevin dibistana xelkê, wan hînî xwendin û nivîsandina zimanê wan bikin. Ji bona vê yekê jî ji diyên Kurdmanc re divêt, berî ewilî ew bi xwe hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin da ko bikaribin zarokên xwe jî hîn bikin.
Eve Hawar ji nû ve derket, yên ko kêm û zêde bi tîpên Kurdmanî nas dikin, bi xwendina Hawarê dikarin zanîna xwe pêşve bibin û yên ko yekcar nizanin divêt dest bi hînbûna elfabiya xwe bikin. Xwehên min, ez ji we re sekinî me. Ji min re binivîsînin, tiştê ko jib o hînbûnê ji we re gereke, ezê wan bi dilxweşî ji we re bişînim. Bi pêkanîna daxwaza we, xweş bizanin ez tu minetê li we nakim, ji ber ko hûn bi vî awayî re didin min ko ez xizmeta welatê xwe bikim.
Xweyîngino! Ez careke din dibêjim me jinên Kurdên îro, yên ko nifşê miletê me yê ayindê li ber destê xwe bixwedî dikin, me dû wezîfeyên giran hene: hînbûn û hînkirin. Ji lewra ji me re divêt berî pêşîn em bibin şagirit û di pey re mamoste: mamosteyê zarokên xwe.
* Rewşen Xanim Bedir-Xan ev nivîsandina li ser rola kebaniyan di avakirina  welat û parastina zimanê kurdî de, ji berî 68 salan ve nivîsandiye û di kovara ( Hawar ) ê, jimara ( 27 ) an de, sala 1941 ê belavkiriye. Ez jî kêfxweş dibim ku di roja jinên cîhanê de pêşkêşî xwendevanên zimanê kurdî bikim, hem jî wan agahdarî 100`mîn salyadiya  jidayikbûna  wê bikim, ku dikeve roja 11ê tîrmeha 2009 an de.
Konê Reş

Qamişlo 08/03/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şiyar Silêman

Hêja Cegerxwîn, bilind Cegerxwîn,seyda Cegerxwîn

Îro sal û dem di ser koçkirna te re va bûrîn

Bawer ke seyda hê çavên kurdan, li ser te digrîn.

Çawa ji bîr kin dilê evîndar

Çawa ji bîr kin milê giranbar

Çawa ji bîr kin cergê birîndar

<p style="text-align:...

Konê Reş

Îro 22/10/2024, 40 saliya vegera koçkirina Seydayê Cegerxwîn e.. Her sal wek îro evîndarên wî, evîndarên ziman û rewşenbîriya kurdî; ji nêşivîskar û helbestvanan diçin serdana gora wî, gul, kulîlkan datînin û mûman vêdixînin.. Cegerxwînê ku welat yara wî bû.. Cegerxwînê ku 60 salî, bêrawestan di ber yara xwe…

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…