Sûad Cegerxwîn
8ê avdarê roja navneteweyî ya jina , roja azadî, serxwebûn û berxwedanê ye.Ev roja cîhanî li jina bi tevahî pîroz be . jin li her derî bi vê rojê şad û dilgeş dibin ji ber kû di nav jina de pirseke hempar heye sînoran derbas dike û karê wan yek dike Îro roj li seranserê cîhanê ev cejin tê pîrozkirin lê bi rastî di hin welata de bi salaye kû jin vê rojê pîroz dikin,Dîroka pîrozkirina vê rojê ji sala 1910 an de destpê dike gava mamoste Clara- Zetkîns di civînekê de kû konfîransa navnetewî ya jinên sosiyal bû daxwaza xwe pêşkêş kir kû 8ê avdarê bibe cejneke navnetewî ji jinên cîhanê bi tevahî re ,biryar pê hat girtin û ji wê rojê ve ji alîyê jina li her derî tê pîrozkirin.

Ji bo me jî em jinên kurd ev roj xebateke berdewame ,serxwebûne û rawestineke belû ye li dij tûndetûjîya li ser jina tê kirin û roj bi roj bêhtir dibe.Bi seda jin têne kuştin , tecawizkirin û ji mafê xwe bê par dimînin, patrîyarkalîzmê yanî [ desthelatiya bav – mêra ] jin bi tûndî êşandine, perçiqandine ew ji mafên wan bê par hiştine ji ber kû ev dem serdema wa ye .ji loma divê em jin bi xwe jibo azadîya xwe û wekhevîya civakî karekî dijwar bikin bitaybetî em jinên kurd pêwîstîya me bi karê rêxistinî heye da kû em dîtin û bawerîyên xwe bihevre bicivînin û bi formekî taybet bela bikin . Bela dengê me bilind bibe , karê me jî ji civatê re belû bibe da tev bi me bawer bikin û guhdariya me bikin , bi hevre wekat emê bi hêztir bin ,serkeftina me di yekîtîya me de ye ,di kar û xebata hempar de ye .da kû em bighêne radeke bi wat û civateke demuqrat ,bextewer û azad vehûnînin . Bela 8ê avdarê soza me jinên kurd be jibo bidestxistina mafê jina yên civakî, siyasî û aborî da jin tev bi kesayetîya xwe bihestin û biparêzin jib o kû sebixwe karbikin ,armanc û hêvîyên xwe bi cî bînin li gor daxwazên xwe berdewam bikin ,nema namûsa bav ,bira û layê apê xwe bin ,divê çi kar û rûmeta kû bikin jibo kesayetîya wa bi xwe be ne jibo kesekî din be ,bi vî awî em gavên giring davêjin bê kû em ji civatê bitirsin ,biêşin yan bêne kuştin . careke dî ez banga xwe dighînim jina da li dij tûndetûjiya li ser jina tê kirin ,yase û qanûnên çewt li gel hev rawestin . Bela 8ê avdarê her sal û her dem li jina teva pîroz
be