Cejna 8ê avdarê

Sûad Cegerxwîn

     8ê avdarê roja navneteweyî ya jina , roja azadî, serxwebûn û berxwedanê ye.Ev roja cîhanî li jina bi tevahî pîroz be . jin li her derî bi vê rojê şad û dilgeş dibin ji ber kû di nav jina de pirseke hempar  heye sînoran derbas dike û karê wan  yek dike Îro roj li seranserê cîhanê ev cejin tê pîrozkirin lê bi rastî di hin welata de bi salaye kû jin  vê rojê pîroz dikin,Dîroka pîrozkirina vê rojê ji sala 1910 an de destpê dike gava mamoste Clara- Zetkîns di civînekê de kû konfîransa navnetewî ya jinên sosiyal bû daxwaza xwe pêşkêş kir kû 8ê avdarê bibe cejneke navnetewî ji jinên cîhanê bi tevahî re ,biryar pê hat girtin û ji wê rojê ve  ji alîyê jina li her derî tê pîrozkirin.
Ji bo me jî em jinên kurd ev roj xebateke berdewame ,serxwebûne û rawestineke belû ye li dij tûndetûjîya li ser jina tê kirin û roj bi roj bêhtir dibe.Bi seda jin têne kuştin , tecawizkirin û ji mafê xwe bê par dimînin, patrîyarkalîzmê yanî [ desthelatiya bav – mêra ] jin bi tûndî  êşandine, perçiqandine ew ji mafên wan bê par hiştine ji ber kû ev dem serdema wa ye .ji loma divê em jin bi xwe jibo  azadîya xwe û wekhevîya civakî karekî dijwar bikin bitaybetî em jinên kurd pêwîstîya me bi karê rêxistinî heye da kû em dîtin û bawerîyên xwe bihevre bicivînin û bi formekî taybet bela bikin . Bela dengê me bilind bibe , karê me jî  ji civatê re belû bibe da tev bi me bawer bikin û guhdariya me bikin , bi hevre wekat emê bi hêztir bin ,serkeftina me di yekîtîya me de ye ,di kar û xebata hempar de ye .da kû em bighêne radeke bi wat  û civateke demuqrat ,bextewer û azad  vehûnînin . Bela 8ê avdarê soza me jinên kurd be  jibo  bidestxistina mafê jina  yên civakî, siyasî û aborî da jin tev bi kesayetîya xwe bihestin û biparêzin jib o kû sebixwe karbikin ,armanc û hêvîyên xwe bi cî bînin li gor daxwazên xwe berdewam bikin ,nema namûsa bav ,bira û layê apê xwe bin ,divê çi  kar û rûmeta kû bikin jibo    kesayetîya wa bi xwe be ne jibo   kesekî din be  ,bi vî awî  em gavên giring davêjin bê kû em ji civatê bitirsin ,biêşin yan bêne kuştin . careke dî ez banga xwe dighînim jina da li dij tûndetûjiya li ser jina tê kirin ,yase û qanûnên çewt  li gel hev rawestin . Bela  8ê avdarê her sal û her dem li jina teva pîroz

be 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di nêrîna min de baştir e ku em helbestvan bi kurtî di çend rêzikan de bidin nasîn:H.M. Hebeş di sala 1970 de li gundê Şiyê,gundê helbestvanê nemir Hamid Bedirxan li navçeya Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.Ew jî mînanî pir hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zor û setemên rêjîma dewleta…

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…