Berlîn û Çalakvanên manggirtinê, hêz û qurbanî

Di pêvajoyên xebata miletan de, li kî deverê bibin bila bibin, her şêwe xebat, pêdivî û maf e. Pir mirov ji kurd ên rojavayê Kurdistanê, ji ber sedemên siyasî û ji ber siyaseta nemirovane ya rêjîmên Sûrî, yek li dûv yên din û bi taybetî piştî desteserkirina partiya Baas, li sala 1963 li ser hokum, mecbûr bûne ji welatê xwe koçber bibin û jiyana xwe li derbederiyê, bi kul û xem û hisret, bi rêve bibin. Pilan ên li dijî vî gelî, ji dema ku Sûrî ji bin endametiya Ferensa derketî û heya roja îro, bi tundî û nemirovane ne.

Pilan in, ku mirov dikare wan bixe bin sîwana tawanên li dijî mirovayetiyê û qirkirina regezan. Diyar e, rêjîma Sûrî, dilê wê bi wan pîlan ên tine sere kurd ên hundur, ji nenaskirina nasnameya kurdî, neqebûlkirina wî, wek neteweya 2an li ser xaka bav û kalên xwe, birçî û belengazkirina kurdan, derxistina mersûman (49), sezadan wan karxan ên, ku kurd ên xwedê berê xwe ji wan guhertî, wek karkir bi kar bîne û gelek tiştên din, hînik nabe, lewra berê xwe dide derve jî, ku li wan deveran jî kurd bi rehetî nejîn, dakû wê û pilanên wê yên qirêj bo raya giştî ya cîhanê eşkere nekin.
Wek hercar ku amade ye, bo mana rêjîmê li ser kursiyê desthilatê, hertiştî bike qurban, bi vê peymana di gel hukumeta Elmanî jî her tişt pejirand û serî tewand, tenê daku dengê kurdan yê derve û bi taybetî piştî serîhildana 12ê avdarê û şehîdketina şêx Maşûq ê Xiznewî, kiz bike. Ji hêleke din ve jî bide diyarkirin, ku ew jî mina welatekî koçberhinêr dikare bi positive, di gel welat ên koçberwergir hevkar be, daku rêjeya koçberiya(nelegal) kêm bibe. Lê cîhan hemi dizane, ta çi pêpelûkê destê hukumeta Sûrî di karê hinartina xelkê bo Europa û USA heye, bi çend hezar perên sûrî, xelkê di rêka balefirxaneyên xwe re rêdike van welatan. Ji bilî wê, hemi raport ên rojnamevanî yên cîhanî nivîsîne û dinivîsîn, ta çi redeye destê rêjîma sûrî bi terrorist ên mîna Al Qaîde û hevaldoşk ên wan heye.
Di karê mafiyewî de, ta çi asteyê destê wan bi grûpên israrfiroşan heye. Lê tişta mirov sersurman dike, ku welat ên ji xwe re dibêjin: welat ên azad, demoqrat, parêzerên mafê mirovan û gelek nîşan û mîşanên weha bi ser singa xwe ve dikin, bi welatekî mîna Sûriya re hevpeymanan dibestin. Heta duh bû, rêjîma Sûrî kaxezek nedixist nav dest ên karmend ên biyaniyan, lê niha tenha, mirovek bi tiliyê nîşan bide, ku ew mirov ji Sûriya hatiye, dê rêya çûnê bow î xweş bikin.
Bo rêjîma Sûrî, nexem e, çimkî tu berpirsiyariya mirovayetî û exlaqî li hember hevwelatiyên xwe yên hundur û derve tune ye.

Ev hemî li hêlekê, ji ber ku siyaseta penaberan ya Europa tu têkiliyên wê bi mafê mirovan re nemaye. Lê çi pêdivîye mirov ên me li van deveran bikin û li ser çi asteyê xebata xwe gur bikin?
Piştgiriyeke bihêz bidin van çalakvanên, ku ev haveynê 11 rojan ketine gereva birçîbûnê, morale wan bi hêz bikin. Ji hêla din ve li rêkên qanûnî bipirsin, di rêka pisporên yasayî re, ku vê peymanê hilweşînin. Di rêka dostên miletê me re, ku bigihin behweriyekê, nekû bikevin bin zextê, ku bi cihên têkildar re bikevin guftûgoyê û pêkolên cedî bibin ku hindek perlementer Peditionan çêbikin û her yek çend mirovan bi xwe bigire. Hêzên kurdî û bi taybetî, komîta karê hevbeş ku ev kar avêtiye ser mile xwe û ta roja îro jî bi başî bi rêve dibe, navên ku ketine ber vê peymanê de bide heve, daku hijmara rastî diyar bibe. Bizava kurd ya li welêt jî, eger bikaribin bi belge wan biryar û mersûman yên li dijî jiyana kurdan ya rojane ne bigihînin mediya. Bi taybet, ev axaftina ku dibe, ku hukumeta sûrî, an jî saziyên istixbaratî karxane xwaringeh, hotel û her tiştekî din, ku nabe kesê bênasname kar bike, bi nivîskî peyda bikin û eger nebe, dikarin bi şêweyê dikare bibe belgeyeke fermî bikin û rêbikin.

Rêya xebatê dirêj e, me kurdan jî pêdivî bi peydakirina dostên, ku kartêkirinê li qerarên siyasî bikin heye, lewra kesên pêdivî vî karî xwedî potensialên taybet in.
Her kes pêdiviye ji ser sîbera xwe re çem bike.

Bijî  ji xebat û sebra we re çalakvanên bi rûmet

Komîta karê hevbeş û bi taybetî yên ku eve çend roj in, çalakvan bi tenê nehiştine û komela kurd ên Sûrî, li Berlîn û Brandenburg karekî pîroz dikin, saeta wan xweş.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…