(Gava ku masî tî di bin) :nerînek intelêktwal, hestên netewî-kurdistanî.

Dr.Zara Brahîm
 
Piştî weşandina romana wî ya dawî( gava ku masî tî di bin), navê nivîskar Helîm Yûsiv, bi tîpên stûr hate nivîsandin di babeta romansaziyê û wêjeya kurdî de li rojava. Û bêguman, ev şêwek nû ye der barê romana kurdî de, nemaze ku lehengê romanê ne tenê ( Masî)ye, lê belê nivîskar bi zimanê lawiran, derî, kevir, mar, nivişt uhd….diaxivê.

Bi rastî H.Y. tiştê ku xwest bighînê, bi vê şêwa han serkeftî bû, û ew bîr û bûçûnên lehengê romanê ku nikarîbû yekser bêjê, bi zimanê wan tiştan û lawiran cî girtin. Nexasim rola erênî û pir baş ku kûçkê wî Bozo û Mar standibûn, û ev bixwe gaveke bilinde û astekî pêşketî ye di warê nerîna mirovayetî derbarê herdu lawiran de, ku berûvajî tên nasîn di mêtolojiya û mêjûya kurdî de.
Bi zimanekî kurmancî hesan nûser karîbû derbasî gelek deryê nû bibe û perdê hilênê ji ser gelek mijar û pirsgirêkên veşartî, yan jî ku kes bi rengekî vekirî li ser ne rawestiya ye (rewş û jiyana şervanan, têkilyên wan, jiyana şervanên jin, têgeya evînê…….), û pir mijarên ku hîn nehatine hingavtin, ku hîn bi çavekî pîroz têne dîtin.
Ew hestên kurdistanî ku netewa kurd diyar dikin û hêviya wê xewnê ye, loma me şervan ji her çar parçan di dîtin û xwedî stratîcîk netewî bûn. Li vir em Karin bêjin ku ev hestê kurdistanî pir xurte di nav gelê me de û guh nadê cografiya jî, lê pêwîste ku em pêşî xwedî li xwe derkevin û bêguman pêdiviyên her parçeyî hene û divê ku pêşî xwediyê doza xwe bin. Û nimûna Masî di romanê de xweşik vê diyar dike. Kurd dive ku xwedî stratîcîk hevbeş bin û xewna kurdistanî her û her wê armancek pîroz be, loma xebat û serkeftina her parçekî, piştevaniye ji hemiyan re û li ser vê bingehê têkilî jî ava dibin û doza kurdî pêşve diçe.

Roman jiyana miletê kurd dide xuyakirin , û bi nerînek rexneyî gelek pirsgirêka destnîşan dike, tevlu ku nûser bi hest û wijdanek mirovayetî pir tenik êşa miletekî diyar dike û roman pê xemilandiye û cihê xwe li cem yê xwendevan hiştiye. Ev yek ji wan romanê xurte û cihgirtye di romansaziya kurdî de li beşê rojava, lewra pêdiviya peydebûna vê romanê giringe li rex her xwendevanê zimanê kurdî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…

Di vê qonaxa siyasî de ya ku herêm tê de guherînên kûr û lezgîn dijî, rastî êdî ne li ser bingeha prensîbên dadperwerî û mafên mirovahiyê tê avakirin, lê belê bi bandora hevseriyên hêzan û nakokiyên berjewendiyan ji nû ve tê avakirin; ku tê de nirxên prensîbî li pêşberî hesaban û hesabên hêz…