Selah Bedredîn : Pênûsa ku naweste, Xebata ku ranaweste!

Diyar Elikî
 

Carekê dektorekî Ereb li zanîngeha Şamê ji hindek xortên Kurd  re  wisa gotibû : Gelo eger hat û min xwest ez bi ramanvanekî Kurd re derbarê doz û pirsgirêkên rewşa gelê Kurd di devera Rojhilata Navîn de goftûgu û danûsitandinê  bikim , ez dê bi kê re bikim !! Mebesta wî jî ev bû ku ramanvanên milletê Kurd tune ne û ez nizanim wan xortan çi bersiv danê de lê kêm zêde , di baweriya min de , wan dikaribûn navê mamoste Selah Bedredîn destnîşan bikin .
Ez dixwazim bêjim ku Selah Bedredîn ji roja yekem ku tevlî tevger û xebata gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bû ji beriya zêdeyî nîvsedsalekê ve û heta wekû îro her di bin xizmeta konevanî û raman û çand û rewşenbîriya Kurdî de ye . Ti,ştê jê hatiye pêşkêşkiriye û di hemû waran de têkoşîna xwe şopandiye ta radeya ku ez nizanim ji ku destpê bikim , lê helbet di vê riya dûr û dirêj de car caran şaşîtî jî peyde bûne û ev jî zêde xuristî ye û weke tê gotin ku kesê ku şaş nabe ew e yê ku tiştekî nake û li mala xwe rûdine ! Lê eger mirov di orta xebat û tevger û ked û westanê de be , ez bawer dikim ku wê carina şaş bibe û gelek caran rast be jî !

     Ji pêşî de , di despêkan de mamoste Selah ji bo doza milletê xwe rastî pir astengiyan hat , di salên 60 û 70 ji sedsala bihurî de  bêtirî carekê hate girtin û zindankirin li Şamê paytexta Sûriyê û di bendîxana (Qelee) de demekê ma û dema serbest hate berdan xelk bi qefla  li Qamişloka şêrîn pêşwaziya wî kirin , û şahî û şadî lidar xistin . Tevî ku ew bi roj û meh û salan bazdayî û veşartî li vir û wir ma ji ber ku alavên dewletê yên ewlekarî  û istixbaratan lê digeriyan heta bi zorê xwe ji dûvçûna wan rizgar kir û berê xwe da sirgûna ku ew heta niha lê dijî bêyî ku karibe şîngirêdana dayika xwe amade bibe ….yaxud li nav dost û heval û kesûkarên xwe jiyanê bike .

     Di serokatiya partiya Hevgirtina Gelê Kurd Li Sûriyê de jî birrêz Bedredîn li gel birêvebirina partiyê û karûbarên wê yên siyasî û fikirî û rêxistinî , her weha ti kêmasî bi keç û xortên milletê Kurd yê hejar re  nekir. Partiya wî jî , wek ku diyar e , ta berî ku bête parçekirin ya herî bi hêz bû di nav refên cemawerên gelê Kurd de li seranserî Sûriyê . Li gor şert û mercên wê demê û pêwendiyên bi Yekîtiya Soviyet ya berê re û bi tevahiya kampa Sosyalist ya cîhanî re , mamoste Bedredîn bi sedan xort û gencên Kurd li Rûsiya û dewletên Hevpar yên dîtir dane xwendin û bû alîkar ku ew bawernameyên endeziyarî û bizîşkî û parêzeriye werbigirin – evên ku mixabin pirê wan nankor derketin û tiştê pêşî yê ku dikirin dema li welêt vedigeriyan ew bû ku xwe ji Bedredîn bêrî dikirin û sixêf û dijûn jê re didan li pêşiya polîs û ewlekariya Sûrî da ku xwe wisa biparêzin !!- .

     Tiştê dî yê ku Selah Bedredîn pêkanî ew bû devjêberdana wî ya bi vîn û îrada xwe ji serokatiya partiya xwe PHGKS . Li gor rewş û barodoxên tevgera Kurdî ya siyasî li Sûriyê , ev kar mîna şoreşekê tête hijmartin , ji ber ku herkesê ku hindikî haydar be ji tevgera me ya li Rojavayê Kurdistanê wê ne bi zehmetî bibîne ku ev mijar xêzeka sor re li nik  serok û serkirdayetiyên tevgerê , angu nabe bête goftûgo kirin ! û wê bibîne jî  ku hinek serok hene ku ji nîvsedsalekê ve û ta niha her li cihê xwe mane û qet nehatine guhartin !! vêce  dema ku mamoste Bedredîn devjêberdana xwe eşkere kir – helbet devjêberdana xwe  ji serokatiyê ne ji xebat û têkoşînê- wî karekî herî mezin û berz di warê jiyana siyasî ya milletê me yê Kurd de li Sûriyê bicih dianî. Helbet , bi vî karî re hate xuya kirin ku hem û xema Bedredîn ne li ser kursî û cihan bû biqasî ku li ser çareseriya pirs û kêşeyên gelê Kurd bû .

     Di nêrîna min de – dibe ku ez şaş  bim jî – giringî û rola berz ya mamoste Selah Bedredîn ji piştî biryara navbirî hîn  mezintir û bihêztir bû . Kombenda Kawa bo çanda Kurdî ya ku Selah Bedredîn çavdêriya wê dike û jê re bêtir vala bû , ev pitir ji 30 saliye ku bê rawestan her û her di bin xizmeta çand û rewşenbîriya Kurdî de ye . Gelek ji me li ser pirtûkên Kawa xwedî û mezin bûne û nifşekî serbixwe hatiye perwerdekirin . Kombend heta weke vê rojê berdewam e di belavkirina çanda netewiya Kurdî de û di  piştgiriya xort û dahênerên Kurd yên  genc de û  di çapkirin û belavkirina berhem û karpêkên wan de tevî konferans û semînarên ku ew heftane bê westan li hola avahiya xwe li paytexta herêma Kurdistana federel de, Hewlêrê  girêdide û elîta  rewşenbîr li tevahiya Kurdistanê û derve li dora xwe dicivîne tev li kovara ( Hawara Nû) ya ku mehane derdixe bi zimanê Erebî û herdû zaravayên Kurdî : Soranî û Kurmanciya Latînî .

      Diyar e ku ne tenê Kurd li devera me , Rojhilata Naverast  dijîn , ew bi Ereb û Faris û Tirkan re cînar in û tevî hemî karesat û kilametên ku rêjîm û hikûmetên wan milletên navbirî bi serê gelê Kurd anîn ,  lê dîsa divê were zelalkirin  û têgihiştin  ku ev millet wekû millet ne dijminê milletê Kurd in ; dijminê hevbeş ewin rêjîmên ku tukesî yan gelî ji zordarî û sitemkariya xwe bêpar nakin tevî ku her û her sitemkariya li dijî gelê Kurd dubare û pirtir bûye ! Mamoste Selah ev mesele ji mêj ve naskiribû û  ketibû riya çareserkirina wê de hem bi pratîk û hem bi bîrdozî, ta ku di qonaxeka taybet de wî rahişte tivingê û bi gelê Filistînî re şerê berxwedan û serbestiyê jî kir . Ev gelê ku çîroka wî jî mîna ya gelê Kurd bi jan û derd û êş û kul e û hîn berdewam e … û ji ber ku nabe tu bi Filistîn re be û dijî  gelê Kurd be yanjî bervajî vê  wek ku nivîskar û xebatkerê Sûrî  Nizar Neyûf di pêşgotina pirtûka Bedredîn ya bi navê (Rojavayê Kurdistanê , Buhara Bi Xwînê Rengdayî) de  dibêje , û ji ber hindê Bedredîn Kombenda Hevaltiya Kurd û Filistînî damezarand ,  ya ku karê xwe heta niha berdewam dike ji bo peydekirina çareseriyan bo pirs û pirsgirêkên heyî ; yên girêdayî bi herdû milletên cêwî di warê zulm û têkoşanê de .

     Di heman warî de , û ji ber hestbûna bi yek çarenûs û yek qederê ve –eger em bixwazin yan nexwazin – li gel milletê Ereb – ne rêjîm yaxud hikûmet- , mamoste Selah karê damezrandina Komelgeheka Dostaniyê ya Kurdî-Erebî girte stûyê xwe , ku berdewam guftûgo û konferans û civînan lidar dixe ji bo dîtina çareseriyên pêwîst û gerek ji dozên ku bi dehan sal komîserhev bûne û ji layê rêjîman de hatine geş û xurtkirin !

     Ji hertiştî giringtir ew karê ku Bedredîn di warê bîrdoziyê de dike . Gotarên wî yên kûr û bi wate û şîrove û ravekirinên wî yên derbarê pirsgirêkên girêdayî rewşa milletê Kurd li her çar parçên welêt ciyê rêzgirtin û guhdarîkirinê ne . Pirtûkên wî jî bûjeneka dewlemend û dokûmentel bi xwe digirin ku heta niha hijamar wan gihaye 10 an . Ez di wê baweriyê de me ku tevgera me ya Kurdî dê sûdeyeka mezin ji berhemên mamosta Selah  werbigirita eger ku bi çavekî zelal li tiştan bimezyanda lê mixabin hê wê wiha nekiriye !!

      Di dawî de , ji mafê herkesî ye ku rexne  û  nêrînên xwe diyar û belav bike lê ya giring ew e ku rexne- derheqê  çi kesî  de be bila bibe- divê ku rexneyeka avaker û objektîv be ne nizim be di warê êrîşkirina kesayetî û taybetmendiyên wan yên takekesane de be, ji ber ku wê demê wê rexneyeke bê wate û armanc be , û ez ji aliyê xwe de bawer im ku mamoste Selah Bedredîn mirovekî dilmezin e û rexnê dipejirîne bi taybetî dema ku avaker û nekesayetî be , lê eger niyetên xirab li paş rexneyê hebin  û armanc ne daxuyaniya rastiyê be –di vî warî de hinek kes bûne pispor di biyavê rexnekirina mamoste Selah Bedredîn de ku kar û îşê wan rexnekirina wî ye , eger rast eger çewt   ! – wê yê ku ziyanê dibîne …tenê xwendevan be  !   
      
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…