Ya Rebî Baran Bê….Golika Me Gîha Divê


Qadir Egîd

Ewrên ku bi dehên rojan asîmanê dilên me nixuman dine, îroj hindekî xew dane alî. Lê ewrin dî ji hastên me yên rojên buhurî qeşatir xwe li jor dabûn hev, ji mêja sibehê de xew li odeya mêvanan ya esîman raxistibûn.
Germbûna di nav livîna de mirov ji rê dibe, çavên mirov mîna çavên dildarekî ku di şeveke reş de, li ser bênderên pûş li pala girekî bilind, li hêviya yara buxçik-dagirtî zexel dike.

Ewrê me, ji mêj ve, xew ji jiyana me ya ku  di vî werzî de dîtina wî jê re, mîna zabûna pîrekeke kurdûnde di berê xew yê yekem de sê zarokên nêr bîne ,xerîb kiribû.

 Ewrekî avis bû, lê tu kesî newêrî bû li ser rewşa wî bi-axiviya, carna lê temaşe dikirin û serê xew bê deng berdidan ber xwe ta ku ji hev belav nebe û kardariya xwe bi serî bike, di dilên xwe de jê re dua dikirin ta ku Xwedê dilovaniyê pê re bike, ji hev xelas be, û zaroka wî bi serê xwe be û ne avisbûneke derewçîn be, mîna ya gelek pîrekên vê demê ku hertiştên wan bûne derew..Ya pêşî evîna wan..!?

Ewrê me pêxwas, serqot, û westiyayî bû. Lingên wî ji riya dirêj ku di çol û çiyan re, derbasbû ye, bixwîn bûn, dêmên sorûspî ku ji zû de bi rondikên asîman nehatine şuştin çilmisî bûn, qelişî bûn.

Di dilê xwe de Min jê re nimêj dikir ku bê qîrîn û nalîn, bê reqreqa tavan û şîqşîqa biroskan yên ku ji zarokiya xwe de dema dengên wan bi guhê min diket ez bi erdê ve dimelisîm, bizê.

Dilopeke sar min ji sawîr û xewnerojên ku hejmara wan di jiyana me de bi deh qat ji xewnên şevê pirtir e şiyar kir. Dilopeke xwezayî bû, destpêka baraneke hûr bû ku li ser can û cesedê ewrê canfida bariya, ewrê ku zarokekî bi serêxwe ji malzaroka xwe pekand jiyana ku mirovên wê tev de ne biserê xew ne…!!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…