Ez Qamşloka xwe nadim kesekî

 
Seyîdayê Arî

: Ne gelakî û ne hindikî
: Nadim bi Tac û Kûrsiyê Melekî
: Nadim bi bejarê dinyayê tevekî

Nadim bi Bexda û Tehranê
:Nadim bi Şame şerif û Anqerê

: Ez nadim bi Qûdsê û Mekehê

: Aw ciyê nimêj û hecê

:Nedim wilo bi hesanî

:Dehl û rez ,mêrg û kanî

: Ber li ser can û xwîna min bê

: Jiyane min jêra qûrban bê

:Lê Qamişloka min rizgar bê

çiqas dijmin bipangejê

:ji xwer têde bi leyizê

: Aw xwedyê hêz û esker bê

: Her awê jêra du jih bê

: Bere aw car serî bê

: Bi çav û gûh bê

: Li diji min ferman û şer bê

: Li wêjêra ne cih bê

Ez Qamişluka xwe nadim
:
Bostek ji erde wê nadim
: Bi çiyaê Zêr û Bîrê neftê

: Wan xaniyê pûş û axî

: Nadim bi qesir û velatê afleqî

: Wan sikak û cokê herî

:Nadim bi deryayên sor û sipî

: Wê zimanê wê yê kurdî

: Tê gûhê min xweş û zindî

:Nadim bi zimanê qûran encila giştê

:Ne areb ne faris û ne tirkî

:
Ez Qamişloka xwe nadim

: Nadim bi lozanê ciyê peyimanê

Reşe li ber çavê min weka qetranê

: Aw Peyimana Hilanî Navê Kurdistanê

: Be zanyarî li ser neqşa cihanê

: Wela nadim wê bûharê

: Aw pruska serhildanê

: Cihê gorna Cîgerxwînî

Ew xwedanê Helbst û îmanê

: Yan Mihemd Şêxo xwedyê dozê

: Ew Dildaê awaz û Stranê

: Ez kufî û kulazê xwe yê herê

: Nadim bi igal û ebayê wî

: Êgo sunda we tim bi navê wî

Ez Qamişloka xwe nadim
: Yan Kûştî û yan hiştî

: Ber zikek têr û deh bircî

:ne şaşbû ewê gotî

:Awa bajarê evînê

:Li ne ji bo Mem û Zînê

: Ciyê govenda û civînê

: Lê ne ji bo xwidba înê

Ew ciyê Helbesta di weşînê

Ez Qamişloka xwe nadim
: Bera hrkes bibînê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…