ŞÎNA ÇIYA

 
Emer isma-il

Li vê ahingê dinêrim                   kanî bavê torevana
Kanî tîp û ristê zêrîn                  pêşgotina xwendevana
Kanî tovê çiyayê Sason              li warê me Bota ravedan e

Namirê çiyayê me kurda             warê şêra şêr jê man e
Ey kurê çiyayê bilind                  tu çinara li ser çiyan e
Aşlekir partî du caran                lêveger bo partîzana
Di zindanê tu ma azad               wekî bazê li esmana
Di dadgiha tu ma şervan            ji bo mafê perîşana

Di nav gel de tu ma navdar        serokê tac û eywana
Nezîrê vî gelê bindest                jana dil va vekêşan e
Delaê partî û millet           reşe ev roj li kurdan e
Bi çona te hemî jarin                 dipîvin ev çi pîvan e

Gelê kurd va bi pêlan tê             ji bo xatir bikin can e
Bi bara hêstiran dirêjin               ji dil qêrîn û hem jan e
Mirin êşa girane tim                   li ser ew çi ferman e
Lehingê me li pey hev çon         çi bêjin em ji yezdan e

Gelê kurd va didê sozê              li pey rêçê didin can e
Dilê te wek pela spî bû              ji kurda re tu semyan e
Bi Berzanî tu ma bawer             te gote xweş dibistan e
Te ala aştiyê hilda                      te gote em hevbira ne

Qirêjan jîn hemî reşkir               jiyana me pêkve zindan e
Bihêvîme bi hevre bin                laş û rewan ne cuda ne
Bi yek dest û dil û can bin         ji bo çavê perîşana
Mixabin reş dijî spî tê               barê me barek giran e

De oxir bî erê seyda                  mirin derdê bê derman e
Bihêvî me tu war xweşbê           civata te hemî seyda ne
Îro reşe Cizîra me                     sitêrên geş ne winda ne

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...