Emer isma-il
Li vê ahingê dinêrim kanî bavê torevana
Kanî tîp û ristê zêrîn pêşgotina xwendevana
Kanî tovê çiyayê Sason li warê me Bota ravedan e
Aşlekir partî du caran lêveger bo partîzana
Di zindanê tu ma azad wekî bazê li esmana
Di dadgiha tu ma şervan ji bo mafê perîşana
Nezîrê vî gelê bindest jana dil va vekêşan e
Delaê partî û millet reşe ev roj li kurdan e
Bi çona te hemî jarin dipîvin ev çi pîvan e
Bi bara hêstiran dirêjin ji dil qêrîn û hem jan e
Mirin êşa girane tim li ser ew çi ferman e
Lehingê me li pey hev çon çi bêjin em ji yezdan e
Dilê te wek pela spî bû ji kurda re tu semyan e
Bi Berzanî tu ma bawer te gote xweş dibistan e
Te ala aştiyê hilda te gote em hevbira ne
Bihêvîme bi hevre bin laş û rewan ne cuda ne
Bi yek dest û dil û can bin ji bo çavê perîşana
Mixabin reş dijî spî tê barê me barek giran e
Bihêvî me tu war xweşbê civata te hemî seyda ne
Îro reşe Cizîra me sitêrên geş ne winda ne

Şîrove (0)