ZAROK Û ÇÎROK

Pirtûka Ramazan Pertev ya bi navê ZAROK Û ÇÎROK – (Destpeka Pedagojiya Kurdî) ji layê weşanxaneya Dozê ve derket. Pirtûk ji du beşan pêk tête. Beşa ewil li ser heyamên geşedaniya zarokan, li ser geşedana ziman, perwerdeya zarokan û li ser hin nerehetiyên heyama zarokatiyê sekiniye. Beşa dudoya jî li ser vegotinên gelêrî û bi taybet li ser çîrokê sekiniye û lêkolaye da ku ev çi bandora xwe hene li ser perwerde û psikolojiya zarokan.
 Hin numûneyên vegotinên gelêrî ji layê pskologîk û pedagojik ve hatiye analîzkirin. Di dawiya pirtûkê de 2 testên psîkolojîk hatine wergerandin bo zimanê kurdî da ku dê û bav bi rehetî karibin wan li ser xwe pêkbînine. Herwiha Ferhengokek jî bi sê zimana kurdî (kurmancî) tirkî û îngilizî hatiye amadekirin.

Nivîskarê pirtûkê Ramazan Pertev ji Diyarbekirê ye, danîşmendê psîkologîk e û li ser zimanê kurdî lêkolîn û lêgerînên wi hene.

Kesên ku bixwazin dikarin vê kitêba ji navnîşana jêrîn peyde bikin:
Doz yayincilik, Taksim Cad.No:37/5, 34100 Beyoglu-Taksim-İstanbul
Dozyayinlari@yahoo.com
Tel: 0212/297 25 05

 

ZAROK Û ÇÎROK

 (Destpêka Pedagojiya Kurdî)

Ramazan PERTEV remezanpertew@hotmail.com

İSBN 9789944227476

168 rûpel

Weşanên Doz,

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…