Apê Mûsa Anter ! Bi(TÎR)ek xwe beşdariyê bi me re bike ..


Konê Reş

Îro 12 tebaxê ye. Ez li buroya mamoste Rezo Osê bûm. Careke din ez û wî ketin giftûgoyê de li ser biryara perlemana kurdistana başûr. Li dor ku wê bi tenê şêweyê zimanê soranî bikin zimanê fermî û perwerdeyê di seranserî kurdistana azad de…Ji Zaxo ta bi Xanqînê, Zemar û Şingal ..

Piştî ez hatim malê, min posta xwe vekir, min dît ku gelek  name ji min re hatine, di nav wan de, du nameyan huş û mejiyê min tevdan. Bi yekê re şadiya dil bilind bû, û bi yekê re şînê û mixabîniyê konê xwe di ser xeyalên min re vegirt..Bi nameya yekemîn re min lîland û li çepkan da, ku vaye wê rojnameyek me a rojane, bi navê Azadiya Welat ji Amedê derkeve..  Ez dibêjim rojane, ango em kurd jî bûn wek xelkên cîhanê xwedî rojnameyeke rojane.
   Ev pîroziyeke mezine ji gelê Kurd re. Bi vê gava dîrokî re xewnên Mîr miqdad Bedirxan, mîr Celadet, Cegerxwîn, Musa Anter, Adip Karahan û Huseyin  Deniz di bin rastî…Hem jî xewnên me dibin rastî..Em jî ji dil û can ji vê gava dîrokî re dilîlînin û şabaş dikin…Û pêre pêre kurmanciya me bi me şêrîntir dibe …Tevî ku li başûrê welat zimanê dewletê bûye Soristanî..
   Bi nameya duwemîn re, Hawara ku mir Celadet Bedirxan ji beri 74 salan ve di sirgunê de li Şamê, di bin şert û mecên dijwar û çetîn de di weşand, hat bîra min. Ew kovara ku mir  naveroka wê bi berhemên kurmanci û soranî, bi tîpên latînî, tîp bi tîp berhev dikir, bê ku ev teknelojiya nû û hêsan ber dest be û rewşa wî a aborî pêre alîkar be… Wî Hawara xwe di nav Kurdan de belav dikir..Va îro di bin navê wê kovarê de kovareke din bi navê (Hawara Nû ), li Hewlêrê paytexta Kurdistana başûr, bi tîpên erebî hem jî bi zimanê erebî derdikeve. Ji sedî 30 kurdiya latînî têde nîne..!! Hejmara 19 an di Tebaxa 2006 de derketiye. ..Ma gelo ev heyamê ku em bibêjin: Sal bi sal xwezî bi par…?!! Xwezî navê wê ne Hawara Nû ba…Bi rastî vê Hawarê û nûbûna wê di vî heyamê azad de li Kurdistana azad, ez gelelkî aciz kirim…Nexasim ku ji çend rojan ve me seh kiriye, wê zimanê fermî û perwerdeyê di başûrê welat de bibe zimanê soranî…
   Lê bi bihîstina ku wê Azadiya Welat rojane bê weşandin, ez geşbîn bûm û hinekî bêhna min fireh bû û derket. Û di nav re gelek tişt û mişt hatin bîra min û min ji xwe re got: pêwîste ku wêneyê mir Celadet Bedirxan, Mûsa Anter, Adip Karahan, Salih Elyûsifî, Huseyin Deniz ..li ser rûpelê pêşîn, ji hejmara pêşîn bin. Hem jî ku silavek wefadarî ji mîr Miqdad Medhet Bedirxan, bavê rojnamegeriya Kurdî re hebe…Û xwezî ev roj, berî mehekê ba, di roja 15 tîrmehê de ba, roja koçkirina mîr Celadet Bedirxan ba. Da ku wî ji gora xwe li Şamê bang xelkê dinyê û alemê kiriba û ji wan re bigota: mêzekin; vane zarokên min di hawara min de hatin, va Azadiya Welat rojane li Amedê(Diyarbekirê), derdikeve û di nav welatiyên xwe de belav dibe…
   Pîroz be gelê kurd li we Azadiya Welat. Mijde bo we şehîdên peyva kurdî a resen, va zarokên we xwe ji dûv doza we a pîroz nedane alî, xewnên we kirin rastîn…De ka apê Mûsa Anter bi TÎR ek xwe beşdariyê bi me re bike û pê dilê xwarziyê xwe Huseyin Deniz xweş bike !!!
Heger Hawara Nû şînî bi ser me de rijand, Azadiya Welat şadî bi ser me de barand.

Konê Reş
Qamişlo 12 /08/2006

* Ev wêneyê Konê Reş, bi rîşa karekatêrê Kurd Serdar Kêsteyî hatiye çêkirin û di roja 15/07/2006 de, li Kurdistana başûr di rojnameya Gep de hatiye belavkirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di nêrîna min de baştir e ku em helbestvan bi kurtî di çend rêzikan de bidin nasîn:H.M. Hebeş di sala 1970 de li gundê Şiyê,gundê helbestvanê nemir Hamid Bedirxan li navçeya Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.Ew jî mînanî pir hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zor û setemên rêjîma dewleta…

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…