Hêrsa min tê ku …

 

Besam Mistefa

Wekû
Dîsa şev ji çavên te bibarin û
Vê şeva min dagîr kiriye
Du bostan ji min dûr xîne …
Erê kezîkura min !
Bere roj dema xemla te bibîne – tarî bibe
Bere şev bi çavnebariya xwe bimire biçe
Dema ku ji nişkave çav li pora te …bike
Bere heyv xwe veşêre
Bere stêrk bi vemirin..
                  Bi temirin !

  *  *   *   *

De bibarîne
Ey bûka berfê !
Ey afireta aferîdeya axa Xwedê !
De ,
Bihna şev û memikan
Bi ser topraxê me bêwaran bixe …
De ,
Gulstêrekê li asîmanê me xemxwaran
                                             Xîne …
Barana ku li derve di bare
                                              Sêwî bihêle
Reşkên şevê yên ku bi şevan ji dayik dibin
Û li pişt dergehan radiwestin ,
     Bi dengê maçên xwe ji qehran bi fetisîne ….
Û sînoran jî bi herfiîne …
Wan sînorên bê ijmar
Bi mêbûna xwe ya har
     Bi hilweşîne !
Dilê min yê rawestiyayî …
Bi dînîtiya xwe
Bi ava ber û singên xwe
Ji min bi dize …
Bi dize û …
Ji kefen derxîne !

  *  *   *   *

Kezîkura min !
Her şev
Heman çîrok dubare dibe
Rûpel
         Rûpel
                  Bi tiliyên bayeka mê
                  Dîsan tête vegotin !
Şev !
Û heman çîrok dîsa li ba dibe :
     Ez û
            Şev û
                     Kezîkurê windayî ye !

  *  *   *   *

…..Li wan şevên zivistanê yên dirêj û bêxwedîmayî, dema ku agirê sobê gur dibû , sor û şîn û zer dibû , û hezar dev ji seridandina çîrokên êş û îxanetan , çîrokên jibîrbûyan ; birayên têkçûn û tinazan ; pêkenokên xelk û aleman ; xuşkên stûxwarî û bêhêvîmayinê ; yên ku ji herdû dunyayan mehrûm …., qul dibûn .

     Li wan şevan ku agir gur dibû ,
     Şaşîtî û gunihan xwe li ba dikir :
     Çiqasî me xwe jibîr dikir !
     Çiqasî me Xweda û Pelîd jibîr dikirin û di nav
Reşahiyê de , bi şev û gunihan rapêçayî , li ber agirê germ û çîrokên bi xem û êşan poşayî , em di xew ve diçûn …lê ! Êş , xemgînî û xisaret şiyar diman …mîna pizotên wî agirê sobê û… wî agirê di dilan de , şiyar diman …….di çirisandin !

  *  *   *   *

Çûkên xezeba min
Vane dikine çîve çîv
:
Ne tî me
Ne birçî me ,
Aciz im ez û ji çixaran pêve tukes
Li min nebû xwedî !
Tiştek nîn bû û
Tiştek nema …..û ji nemanê pêve tukes
Li min nebû xwedî !
Ez dê bi ku ve herim
Êş lê nebin ?! Û ji vî Bakurê bêxwedîmayî pêve tukes
Li min nebû xwedî !
……..
Çîve çîv bilind dibe
Hêrsa min tê ku …..
Li min bibe xwedî !!

                                              Kurdistan
                                              8-2-2006

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdilmecît Şêxo

(1)

(Serbûyerek)

Pêşrewê şagirt di Havîneke germ de derewek pir mezin li diya xwe kir û gote wê:Dayê!Hevalekî min gelek giranbuha ji Kobaniyê nexwaş e,ez dixwazim seredana wî bikim,ezê derdora du heftan li nik wî bimînim,lê di rastiyê de;Pêşrew bi dizîyê xwedanên xwe û bi nehênî li…

Mahmod Oso

_Hey hey daya min, daya Kurd,
Hêza te ji çiyayan mezintir e,
Bi ked û evînê tu dinyayê didî rê,
Navê te di dilê me de zindî ye._

Berî rojê radibî, agir didî tandirê,
Nanê germ çêdikî, bêhna wê diçe gundê tev.
Destên te di erdê de, dilê te li ser zarokan,
Tu diçî bi mêrê xwe re, li ber germa…

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…