Laşê rehmetî Şivan Şêxmûs roja çarşemê dighe Qamişlo

Endamên partîya Yekîtî ya kurdî li sûrîyê li Elmanya û hundir… Gelî heval û dost û dilxwazên rehmetî… 
Hemû mirovên wî yên li dervî welêt bi taybetî birazîya wî Roza M.Selîm Osman Şêxmûs  ku niha li Elmanya d‎mîne 
Em hemû malbata rehmetîyê Şivanê Osman  li Sûrîyê li Tirbespîyê û Qam‏işlo wekî We bi dilekî  şikestî û xemgîn nûçeya barkirina rehmetî ji nav me bihîst ..
Birastî Şivan bavê Şêxmûs ta dawîya jiyana xwe mêrekî hêja û delal û dilxwazê gelê xwe bû.
Raste koçkirina wî pir giran û zehmet bû, lê em bawerin ev xizmeta ku hûn jêre dikin ji bo bîranîna wî pişt‏girîyek mezin ji mere ye..
Ji alîekî dî ve em dixwazin ragihînin we ku la‏şê rehmetî wê roja çar‏şembê bighê welêt û li gundê Digirê werê ve‏şartin û dilsaxî û serdana wî di rojên 2-3û 4 ê Tebaxê 2006 de li
mala birayê rehmetî li Qam‏işlo werê qebûl kirin .
Em gelekî kar û helwesta we bi me re  pîroz dikin Hûn her û her sax bimînin û zor zor spas bo we .

Birayê rehmetî : Mihendiz M.Selîm Osman Şêxmûs  
Qamiş‏lo_şemî_2006-07-29                         

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…