Kurdîniya kore

Mecîd Heso

Muxaleft, rexnegirtin, azadiya bîrûbaweran kevrên bingehîn yên avakirina rasteqîne û pêşvebirina her welatekiye, parastina van nirxan yek ji erkên sereke yên deselatê ye, gelek deselat hene bi taybet li welatên pêşketî ji boy ku karê wan baştir bê maşandin muxalif, rexnegir û kesên wêrek çêdikin, diparêzin û destek dikin, lê Mixabin li piraniya welatên rojhelata navîn, muxalif bi wateya xayîn, rexnegir bi wateya kirêgirtî û rastgo jî bi ajan û ziman dirêjiyê tên li qelemdan, mixabin yek ji wan jî welatê me ye.
Di deriyaya bi gemar ya rojhelata navîn de Kurdistana mezin gemiyek kevnare şilo pilo û xiloleye, berjewendiya dawîn ya gel li çar aliyên welat li ser pişta vê gemiyê ye, hêviya her kesiye gemî bi silamet bigehe armanca xwe. Niqobûna her aliyekî bi wateya serûbinkirina gemiyê tê zanîn, ji ber vê yekê parastina gişt gemiyê erkê ser milê teva ne, ango ne ziman dirêjiye belkî mafê her kurdekî ye, xwe bi xwediyê gişt kurdistanê bizane, erê .. heke em rastiya van sînûrên destkird nasbikin gereke wisa be, çima na?

Îro li başûrê welatê me çirayek geş helbûye, parastin û geşmayîna vî çirayî erkê ser milê her kurdekî ye, pêwîste kurdê/a sor, yê/a zer, yê/a kesik, yê/a sipî û heya bi yê/a bê reng jî ji boy parastina prosesa azadiya başûrê Kurdistanê hewil bidin, mîna bazinê keskesorê rengên xwe li hev badin û vê destkeftiya dîrokî biparêzin. Dema em basê van erkan dikîn gereke em qebûl jî bikin ku mafê her kurdekî heye ji boy geşepêdana kar rexnê li xebatên rêvebir û rêvebiriyê bigire. Ger na, gelo ma emê çi ji welatekî yek rengî û yek dengî bikin, ku tê de azadiya bîrûrayan qedexe be, tawana welatparêzan derbirîna daxa dilan be?, emê çi ji welatekî bikin muxalifet tê de neyê parastin, jin lê bên kujtin, mela hakim be, serok caş rêber be û kilîl û mifte bi dest gendelan be?

Her şoreşek li cîhanê serîhiladayi û serketin bi dest ve anî, ewe ya ku general û serleşkerên wê mil bi milê siyasetmedar û rewşenbîran dayî meşandin, wate şoreşa bê siyasetmedar û bê rewşenbîr tenê di çarçoveya serhildanek çekdarî de dimîne û serketin û xelasiya milet li bendê bi xwe re nayîne. Çend berxwedana çekdarî dom bike li dawiya dawî maseya giftûgoyan heye û li ser wê maseyê aliyên bi şerçûyîn tên ba hev û gifûgo tê kirin, ne çekdar pêwîste siyasetmedar li dora vê maseyê bên cem hev, di heman dem de parsengiya giftûgoyan jî girêdayî hêza leşkerî, helwesta rewşenbîran û şarezaya dîroknasa ne..

A li ser maseya gitûgoyan timî kurdan dorandî ye û şikestin xwariye, serencamên ked, xwîn, xebat, girtîgeh, malwêranî, derbederî, enfal û hilkêşana bihna jehrê pûç derketine, ango diwarê siyasî û diblomasî de em bê rêber û bê heval bûne, bila em yek car dijiyanê de li xwe mukir bên û vê rastiyê bidin rû.
Kerem bikin vaye rastiya başûrê Kurdistanê li ber çava ye.
Va ye ji sala 1991 û vir de nîvek axa başûrê Kurdistanê azade û ji sala 2003 û vir de nîva dî jî ber bi azadiyê  ve ye, çi bû, çi encam jê derket?
bereyê Kurdistanê ku ji 8 partiyan pêk dihat, di nav lepên du partiyan de vetisî, bi mirina bereyi re hêdî hêdî muxalifet, rexnegirtin, azadiya bîrûbaweran kiz bû û ber bi neman ve çûn.
Nakokiyên partayetî, civakî û olî bi şerê deselatê re kûrbûn.
Herêma min û ya wî bû realîteyek, cardin Kurdistan hat parçekirin, mixabin vê carê bi destê Kurdan bû.
Hestên neteweyî ji sifrê ber bi jêr kirin.
Jin ku nîva civakê ye ji xwe re kirin armanc, li jêr dirûşme ya namûs li cem jinê ye, xilasbûn ji jinan wate xilasbûne ji koletiyê û jêr destiyê ye.
Gendeliya rêveberiyê, milet ji beşdarbûyîna prosesa rizgariya neteweyî dûrxistin, ev gendeliya heyî bêhêvîbûnek li cem xelkê Kurdistanê dirust kir û milet tar û mar kir.
Partiyên deselatdar ji ber nakokiyên xwe yên hundirîn û berjewendiyên xwe yên kesayetî, serok caş, sîxur û dijminên gel ku hîna jî xwîna kurdan bi destan ve ye, li xwe komkirin û kirin, rêberiya gel û welat di destan kirin.
Berjewendiyên kesayetî beriztir bûn ji yên neteweyî.
Li şûna prosesa rewşenbîriyê pêş de bibin, bi rewşenbîran belîn, wijdanê rewşenbîran bi pere û malê dinê kirîn û firotin.
Dizîker zêde bûn gotin zengînî li kurdistanê heye, xwinmij û bazirganên şer li ser xwîna şehîdan burc û telar danîn gotin Kurdistan avedan bûye, gendelî hat normalîze kirin gotin eve berê xebat û mandûbûyînê ye, bila bixwin!!.
Li başûr hêz bû yasa, 17 sal borîn hîna jî yasa yê cîyê xwe negirtiye, li şûna dadgehê axayek dikare navbirîkariyê bike û bi hêceta çaksaziya civakî bikujan ji hukmê edaletê dûrbixin.
Li ser xatira xatiran her kar tê maşandin û her kar jî tê xerabkirin.
Walî li gora dilê xwe dikare perçe zeviyan parve bike, li gorî nasbûn û wasteyîyê harîkarî bi xelkê re tê kirin
 Ji 80% budceya hikûmeta herêmê bo meaşa ye û 20% bu avakirinê ye, dibêjin bê karî heye û bi vê yekê gel ji belingaziyê rizgar dibe..
Ketina astê xwendin û perwerdeyê bi rengekî metirsîdar, astê xwendinê berî 17 salan bilintir bû ji ya niha.
Pishtî 17 salan ji rizgariyê, kolan û cade yên bashûrê Kurdistanê rengê cade û kolanên erebistana Sûdî wergirtiye, berî 17 salan hev re jiyana hemwelatiyan, bi ol û bîrûbawerên xwe yên cida ve bashtir bû ji niha.
Mela li ser menberan dawaza fetwayan li beshekî civatê derdixe (nimûne mele Ferzende li Akirê), û ser mehê meashê xwe ji wezareta Ewqaf û karûbarên dînî werdigre, kas nabêje çima?!!.

Dîroka me gişt dûbare ye û ger iro jî  Kurd ji nû ve dest bi şoreşê bikin dê heman şaşiyan kin, ji ber ku bingehê şoreş li ser tê avakirin bingehek zeyîv û lawaz e. Em Kurd di germin bo hin meseleyên neteweyî bêyi ku şûn pê yê xwe bibînîin lingê xwe tavêjîn, hem zû baweriyê bi hevalê/a xwe tînîn, hem jî zû wî/ê bi xayîn li qelem didin.
Siyaset zaniste û ji bilî bashûrê Kurdistanê, li gişt cîhanê ev zanist bi şêweyek berfireh tê xwendin û her neteweyek yan her welatek li gorî pêwîstiya xwe giringiyê pê dide, pêwîste karê siyasî û siyasetvaniyê di çarçove ya şengest û pransîpên zanistê siyasetê de werin nirxandin, dema em bêjin filan kes yan bêvan kes siyasetmedare gereke bêjîn ka wî çend siyaset wek zanist xwendiye, di çi biwarî de şareza ye, bi bînin her hemwelatiyek Kurdistanê di heman dem de xwe bi mamoste, dixtor, endaziyar, cotkar, siyasetmedar, hosta, bazirgan û htd. Hisab dike, taybetmendiya kar tine be wê halê me ev hal be û rewşa me wê xeraptir lê were.

Zarathustra News – zoroaster@comhem.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…