Nameyek Ji Bo Pênûsa Mam Hadî Behlewî

Brahîm Behlewî

Ka were Mamê hêja, destê te dîsa bigirim û em li ser aloziya jiyana malbatê biaxivin.

Li gundê te çi dibû, çi diqewmî, malbata te çi kirin ji neteweya Kurdî re. Di sînga te de tijî dibûn heycan û kelîmat, îska îska te di şopa netewî de.
Were Mam, raxîne çîroka gundê xwe. Weke mêra rakirina şopa netewa Kurdî, rewrewka havînê, bayê gezoka payîzê, di nav kolanê gunda de bûn partîxwaz û zana. Di paytexta rewşenbîriya wî gundî de bû, gundê ku zaroka di landikê de şîrê merovatiyê vexwarin,  gundê ku bibû ciyak di singa neyara û xwîn li sînorê wê rijiya.
Belê Mamê şêrîn, were bi hebra pênûsa xwe ji nûv re bi darvek, we dîroka jibîrkirî, nasnama wan qutabiyên derketin, qutabiyên ku bi rê ve çûn.  
Erê ka were li şûnwarê mele Şêxmûs de bixebite û li ber bayê havîna Seyda Cegerxwîn bidêre, tê bibîne ku taya sar û germ li dîrokê hatiye pêçan, di xapandina wê mîjoê de werîsê rastiyê bela bi bangewaziya pînûsa te diyar bibe.

Mamê birêz, ku dûvçûn nebe dîrok winda ye, dema babelîska qederê zîz dibe wê dîroka mêrxasiyê kurt nemîne, weke pelê dara bê av diweşe û bela rebenî nebe pehra pênûsa me, gav bi gav roj bi roj ew rûbar diçike û zewa dibe. Pera wî bingeha wê dirizî, de rabe Mamê ezîz, wê berçavkê bişkîne û wî kupalî bavêje, ta em wê perê nû bikin ta dîrok vexwe ji kaniya ku biherike bi hebra pînûsa te, tovê berdewamê li cem te zor e ji bo zelalbûna rola malbatê di dîrokê de, va ez dibînim bi kêfxweşî helbestên te di weşanê enternêt de û min dît dîwana sibê wê bê, gelo emê bibînin dîwana Mam Hadî li gundê Girzîn.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...