Hejmara (3-4) ji kovara (HELEZ) derket

 

Kovara rewşenbîrî û folklorî ya bi zimanê kurdî (HELEZ) hejmar (3-4) 2008 derket.

Hejmara nû ya Helez gelek babet bi xwe girtine ji gotar, hevpeyvîn, folklor, helbest, çîrok, û kelepûr.

Naverok:
Gotar
Roman a Kurdî
Dr. Zara Brahîm
4
Ronîkirinek di ziman de
Berzo Mehmûd
7
Rêber û qehreman.. Barzanî
Zinar Mistefa
12
Komar a Mehabad
Xalis Misewer
16
Porweşîn
Dr. Hesen Xelîfe
20
Dûstanê tajîtiyê
Elî Cizîrî
21
Rola jinên Kurd…
Salar
25
Kalemêr û şêrê Zindana Apê Osman
S.Brahîm
27
Hevpeyvîn
Bi hunermend Luqman Ehmed re

 

23
Folklor
Qub Til Kurdiye
M.Etê
28
Ji hebank a sîtav a derewan
Ehmed
30
Helbest
Dêmê te gulînar in
M. M. Silêman
32
Çil rojiya Rewşen
X. Sasonî
34
Yê ko need dil û can..
Ejder
36
balgî
Hekîm Ehmed
37
Em Kurd in êzîdîne
M. Qadiro
38
Helez
Stêra Zêrîn
39
Du helbest
Ebdella Geddo
40
Çîrok
Şîretên dîna
D. Çeto
41
Bizinên Hecî
A. Evdille
43
Kelepûr
Çend mamik
Axîn
44
Festîval a Cegerxwîn
Dr. Sediddîn Melle
45
 

Zimanê nivîsînê û hestên biyanî!!
 
Dr. Zara Brahîm

 

Li gor kurdolojan û hin rojhilatnasan, wêjeya serzarî û zargotina kurdî pir zengîne û di astekî bilinde ye. Ta niha ew destane û efsanên kurdî li ser zimana bilêv dibin bi pir coreyan (stiran, helbest, çîrok), û bingeha wêje û zimanê kurdî ne di pêvejoya parastinê de, û hewildana berdewa-miya kulturek lixurû kurdî be, tevlu hemû pilanên bişaftinê yên serdestan.
Lewra gava her mirovek ji me di zaroktiya xwe de, çîrok ji devê pîrka xwe dibihîstin yan jî, ji ode û şevbû-hêrkan, yan jî nivîsandî di meznatiya xwe de xwendibin, ew zimanê peyvê û ragihandinê pir xweş û hesan bû, û bi hesanî di hat meyan-din û pejrandin di bîriya mirov de. Gelo çima!!!
Ji ber ku prosês tê girêdan bi zimanekî devkî ve ku lixurû kurdî bû, û bandora zimanê desathilatdar pir kêm bû di vê buwarê de, nemaze civata kurdî ya dûrî bajaran. û bêtir bi çiya û koçerî û gunda ve girêday bû.
Lê di dema niha de, gava em pirtûkek kurdî zanistî, yan jî romaneke, xwedêgiravî kurdî ye, û yan jî em gotarek yan lêkolînek zanistî bi kurdî bixwênin, em bi wê hesanîbûn û xweşiya zimên û têgihiştinê nahisin, û em nabînin ku lixurû kurdî ye, çi ji aliyê zimanê nivîsînê ve be û çi ji aliyê giyanê naveroka wê ve be. Û ev giranbûna pêvajoya ragihandinê û afrandinê (bi taybet ji kesê nivîskar re), taya xwe diberde ser hestên romanê (eger em romana kurdî bibin wek nimûne), û wan hestan diguherê ber bi zimanê serdestan ve (zimanê erebî), û ew (complex) û pirsgirêka berdewamiya ragihandinê di navbera nûser û xwendevan de zehmet dibe, ji alîkî ve, û li aliyê  din,  di hundirê nivîskar bi xwe de, wek raman ku nikarê xwe ji wê bandora bîrî û hestên wî zimanê biyanî ku ji wî re zimanekî serdeste û nikare jê bazdê û berhemekî lixurû kurdî bi afirînê.
Ev problêm diyare li seranserî Kurdistanê ji bilî herêma kurdistana Iraqê ve (ji ber zimanê kurdî ji mêjve fermî ye), sedema bindestiya miletê kurd ya cografî-siyasî û zimanevanî ku ta roja îro ziman qedexe ye û nayê xwendin û nivîsandin bi şêwek fermî.
Û ev kêşe bêtir derdibe li cem kesê nivîskar, nexasim gava ew dixwazê berhemekî bi nivîsîne li gor yasayên wêjeyî-zanistî, ji dervey wî zimanê devkî û çîrokên danhev û komkirinê ji devê mezinan û ji foliklorê kurdî yê dolmend.
Pêvejoya nivîsandinê li cem yê nivîskar hinekî tevlîhev dibe, û ne gunhê wî ye, sedema hokarên dervey viyana wî, lê prosês çawa çêdibe??? Em Karin hinekî şirove bikin:
Ew kesê nûser, yan romannivîs gava radijê pênûsê ta ku hevokekê yan bîrîyekê binivîsê bi zimanê kurdî. Pêşî, dixwazê ku bi kurdî birame û yekser binivîse, lê ferhenga zanînê û gotinan bi kurdî alîkariya wî nakê, û mêjî û aqilê kûr berê hatiye dagirtin bi xwendin û zanîna zimanê erebî, yê ku zimanê serdest û berjewendiyê ye, peyre yê nûser bêçare berê xwe dide (bêhemd), ramandina bi erebî di mêjî de, û pêre pêre li wateya kurdî ya wan gotinan digere, ta ku hîn di aqilê xwede riste bi kurdî derkeve, ew bi xwe hinekî dimêne matmay û dirawestê ta gotinên kurdî hemberî yên erebî peyda bike, lê pêvajo şêwek mêkanîkî dibe.
Di vê pêvejoya wergerandinê, ku di mêjî de pêk tê, berhem gelek wateyên lixurûbûnê winda dike, û şikestî derdikeve, û ta radeyekê bandorê li hestên romanê dike ku nikarê xwe jibin lepê zimanê serdest xilas bike.
Lê gava mirov romanekê werge-randî zimanekî serdest (wek nimûne erebî) bixwîne, nexasim ku wergêr jêhatî be, roman resentiya xwe diparêze, tevlû ku ne wek ya orîjînale, çikû wergerandin di navbera di zimanên serdest de pêk tê.
Em Karin bi kurtî hokar û sedemên vê kêşeya giring, li gor nerîna xwe destnîşan bikin, û bêguman behtir-ên wan ji dervey viyana nivîskar e, û taybetiya nimûna kurdî diyar dikin, û hin pirs xwe tênin ziman di buwara romana kurdî de, li gor yasayên romansaziyê ku em Karin çi navî lê bikin!! Gelo romana lixurû kurdî heye?? Gelo romaneke şikesti ye û ne li gor romansaziya cîhanî ye, tevlû ku sîtava romansaziyê (xeyal), di gelek romana de bilind e?!!!
Hokarên vê kêşeya wêjeyî û zimanevanî evin:
1.    bindestiya siyasî: ev hokarê herî serete ye ku bandoreke giştî dike li rewşa kurdî tevî, û dibe sedemê bindestiya zimanevanî jî, çikû zimanê kurdî qedexe ye, û nayê xwendin û nivîsandin bi şêwek fermî.
2.    hokarê parçebûna cografî: ev bi xwe dibe sedemê tengbûna asoyê wêjeyî, û berhem dimîne herêmî. Astengiyên belavkirinê, jibilî problêma zaravan, û bi serde nivîsandina bi tîpên erebî. Çavkaniyên zanistî jî, bi vê sedemê pir kêmin, û yê nivîskar û xwendevanên kurdî bêçare dibin ku vegerin zimanê serdest.
3.    mêjûya zanînê ya nivîskarê kurd hemû erebî ye, çikû ew zimanê zanyariya fermî ye, û zimanê berjewendiyê ye, û em jibîr nekin rola mediya û hoyên ragihandinê yên erebî. Ev hokar, bandoreke saykolojî jî dike, ku ev kesê han(nivîskar), bêhemd (bêhestîtî), bi wî zimanê serdest birame.
4.    zimanê standart û têrmêno-lojiya:
nebûna zimanekî kurdî standart ta roja îro, astengiyeke mezine li pêşiya yê nivîskar, ji xeynî ku berhemên kurdî bi zehmetî belav dibin. Ya din, ciyawazî û kêmbûna têrmên hevbeş di zimanê kurdî de, nemaze têrmên zanistî û nûjen, û ne lihevkirina zimanevanan li ser vê kêşeya giring, û ev dibe girifarek li nik nûseran, û dihêlê ku ferhenga zanistî ya bi zimanê kurdî pir lewaz be.
5.    wergerandina hin gotin û têrmên kurdî bi şêwek mîkanîkî, ji wî zimanê serdest. Ev prosêsa han, bandoreke neynî li gotina kurdî original(resen), dike û hestên ragihandinê bi zimanê dayikê, hino hino kêm dike.
Tevlû vê rewşa tund û zehmet, ku nivîskarên kurd têre derbas dibin, lê hewildan  di vê buwarê de pirin, loma berhem û navin baş hatine naskirin, ku karibin cîkî ji romana kurdî re peyda bikin û wêjeya xwe pêş bixin.

Lê, ev problêm wê perdewam be ta ku pirsgirêka kurdî bixwe çareser nebe, û kengî zimanê kurdî jî bibe zimanê xwendin û nivîsandinê û berjewendiyê, wê demê emê derbasî warekî nû ji zanyariya bi zimanê kurdî bibin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…