Filmê (nûr) û (salên windabûnê) ne rastiya rewşa turkan ya îro diyar dikin

  Hisên ehmed
hisen65@hotmail.com

Di vê dema dawî de, hin telefizyonên ereban van filmên turkan yên bê mane diweşînin, xelkên feqîr, belengaz û diltenik jî, ji reva ji jiyana xwe ya dijwar, li van filman temaşe dikin û pê ve tên girêdan, helbet mebesta turkan jî ji van filmên erzan eve:
1-gerra li deverên turkan bi ereban şêrîn dikin, nexasim ku di filmên xwe de rewşeke ne rast li ser civaka xwe pêşkêşî wan dikin, û dixwazin diyar bikin ku ew weke uripiyan jiyana xwe dişopînin.
2-dixwazin xewnên xwenî berê vegerînin,rewşenbîriya xwe di deverê de belav bikin, û bi şêweyekî nuhtir, rojhilata navîn di bin lepê xwe xin û zeft bikin,
3-xebata gelê kurd di çav miletên deverê de reş bikin,sûretekî berovajî ji rewşa deverê kurdan risimbi kin.
4-helbet mesela abûrî jî, ji armancên wanî sereke ye, ji çê kirina van filmên nizm û erzan.
Bi rastî gelên ku li turkiyê dijîn pir guh nadin van filmên  ku dûrî rewşa wane, ji ber ku xelk mijûlin bi êşên xwe yên rojane wekî:
tunebûna aramî û aştiyê di civaka turkîyê de, ku bû ye kuleke mezin di nav xelkên wê de, nexasim ku ev bû ye bi dehên salan rijêma leşkerperest şerê gelê kurd dike,û nijadperestiyê di nav gelê xwe de xurt dike, ji alîkî din de jî,belavbûna tawanbarî û efyonê, hiştiye ku civak di tengasiyek zor dibe.
Weha jî Ji ber pirbûna bê kartî û feqîrtiyê,hicret û reva xortan, tunebûna dîmuqratîyeta rast û durust,tunebûna mafên mirovan, kuştina rewşenbîr û bêgunehan di şevtarîyê de, û ji hevketina civaka turkiyê,xelkên wan li van filmên bi derewan temaşe nakin.
Lê bi rastî a ku ez ji ber matmayî dimînim, û pê pir adiz dibim,ew qelsbûna rewşenbîriya temaşevanên ereb û kurdên ku bi zimanê erebî dizanin, ku bê sûc û sebeb wexta xwe bi valatî li ber vir û derewên muhened û nûr yan li ber vir û derewên yihya û lemîsa agirpêketî derbas
dikin.
ـــــــــــــــــــــــ
Wergerandin:memuzin.info

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...