Kurdayetî yan partîtî!!!!!!

  Brahîm Îssa

Bêguman di pêvajoya dîrokî û xwezay ji azadkirin û pêşketina her milletî de, nemaze ku bindest be û xwedî dozeke rewa be.
Pêwîstiya avakirina dezgeh, rêxistin û partî û çi şêwên yekîtî û piştevaniyê, peyda dibin ji bo bi destxistina armancên wî milletî.

Lê, ta roja îro jî, ew armancên netewî- kurdayetî, hatine jibîrkirin û bişaftin di hundirê alavên xwede( di hundirê partiya de), û êdî mebest bûye( partî) berî her tiştî, û berî doza mafên kurdayetiyê.
Ev bi xwe prosêsek( pêvajo) normale ji encama raman û sîstêma totalîtarî, ku partîperestî û takeperestî hîn jî di qûnaxeke pîroz de ye.
Sebaret pirsgirêka kurdî li Sûrî, ev tevlîhevî xweşik xwe diyar dike û hijmara partiyan pirtir dike. Lê eger bi rastî mebesta me kurdayetî be, daxwazên milletê kurd hişkere û zelalin.
Kurd doza parçebûnê nakin û ( yekîtiya niştimanî ), jî na herivînin, tenê doza wekheviya destûrî û hevbeşiyê di Sûrî de dixwazin. Di baweriya min de, ev ya dilê her kesê kurde, bê ku em bikevin xalên hûr de ji wan daxwazan.
Loma partiyên kurdî wek nûnerên siyasî û rewa ji millet re, pêwîste ku hevsarên ( partîtî ), hinekî bavêjin û hevalên xwe perwerde bikin bi giyanek kurdayetî, û berê xwe bidin karên pratîkî hember rêjîmê, ne hevdijayetiyê bi hevre bikin. Wê çaxê wê hemû partî piştevanê hevbin û pêwîstiya gelek partiyan jî namîne, û xwendin û doza kurdî hember rêjîmê, xurt dibe û yekîtiya millet û hevbendiya wan li dor partiyan bihêz dibe, ma nebese êdî em ji vê radeya han derkevin???????
—————-
Jêder: belavoka (YEKÎTÎ) hejmar (2)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...