Brahîm ÎssaBêguman di pêvajoya dîrokî û xwezay ji azadkirin û pêşketina her milletî de, nemaze ku bindest be û xwedî dozeke rewa be.
Pêwîstiya avakirina dezgeh, rêxistin û partî û çi şêwên yekîtî û piştevaniyê, peyda dibin ji bo bi destxistina armancên wî milletî.
Sebaret pirsgirêka kurdî li Sûrî, ev tevlîhevî xweşik xwe diyar dike û hijmara partiyan pirtir dike. Lê eger bi rastî mebesta me kurdayetî be, daxwazên milletê kurd hişkere û zelalin.
Kurd doza parçebûnê nakin û ( yekîtiya niştimanî ), jî na herivînin, tenê doza wekheviya destûrî û hevbeşiyê di Sûrî de dixwazin. Di baweriya min de, ev ya dilê her kesê kurde, bê ku em bikevin xalên hûr de ji wan daxwazan.
Loma partiyên kurdî wek nûnerên siyasî û rewa ji millet re, pêwîste ku hevsarên ( partîtî ), hinekî bavêjin û hevalên xwe perwerde bikin bi giyanek kurdayetî, û berê xwe bidin karên pratîkî hember rêjîmê, ne hevdijayetiyê bi hevre bikin. Wê çaxê wê hemû partî piştevanê hevbin û pêwîstiya gelek partiyan jî namîne, û xwendin û doza kurdî hember rêjîmê, xurt dibe û yekîtiya millet û hevbendiya wan li dor partiyan bihêz dibe, ma nebese êdî em ji vê radeya han derkevin???????
—————-
Jêder: belavoka (YEKÎTÎ) hejmar (2)

Şîrove (0)