Ne istêrk e ne pêjina pêxemberekî ye
Ne dêmekî ku ji bo heyvê li çok dibe
Vaye ew têt wekû rimeke agirperest ,
Zemîna tîpan êrîş dike
Xwîndar e – xwîna xwe ji bo rojê hildide
Vaye ew tazîbûna keviran li xwe dike
Û ji şikeftan re, limêj dike
Vaye ew qada sivik , hembêz dike
* * * * *
Qiral e û xewn jê re koşk û bexçeyên êgir in
Dengekî ku mir
Di melekûta bayê de dijî û
Di zemîna razan de , mulikdar dibe
Mehyar dêmek e , evîndarên wî ew xapandine
Mehyar zengilek î bê zengezeng e
Mehyar li ser rûyan hatiye nivîsandin
Stranek e bi xef serdana me dike
Di riyên sipî yên sirgûnkirî de
Di vê zemîna çiyayî de
* * * * *
Têkçûn
*Bo Unsî Hac
Bi zimanê xwe re – bi evan cîhanên lal re
Ez di bexçeyê sêv û asîman de dijîm
Di kêfa pêşîn û bêhêvîtiyê de
Di nav destên Êva de
Xwediyê wê dara lan””””””””etbûyî
Û xwedayê mêwan im
Di kevirekî ku digirî , di pirtûkaka ku
Raz û têkçûnan eşkere dike me
* * * * *
Diyalog
Tu kî ye ? Tu kî hildibjêre Mehyar ?”
Bi ku ve biçe yan Xweda û yan Pelîd heye
Dojehek diçe û yek tê
“Û dunya hilbijartin e
Herdû jî dîwar in
– Herdû min kor dikin
Û matmayina min ya ronîdar e
Ya ê ku zanê hertiştî ye
* * * * *
Zimanê Gunehiyan
Mîrata xwe dişewitînim ,
””””””””Erda min keçik e , dibêjim
Û ti gor nînin di xortaniya min de
Ez Xweda û Pelîd herduyan derbas dikim
Riya min ji ya herduyan dûrtir e
Di karwanê bahoza çirûskdar de
Di karwanê bahoza kesk de
Ez bang dikim – piştî min ne buhişt heye û nejî ketin
Zimanê gunehiyan ji holê radikim
* * * * *
Qiral ê Bayê
*Bo Munîr Beşûr
Biyan e ala min ne nêzîk e û ne tê xuayn
Biyan in stranên min
Asîman kenarek radixim
Di gotinên xwe de , evîn , jiyan û zayînê dibînim
Di bin baskên beyanê de
Û mêweyan xwedî dikim
Bi baranê re radizim
Di nav ewir û zengilên wan , di deryayan de
* * * * *
De xwe bi tepê şewitî bipêçe
Ey Babil a raz û şewatan !
Bendemana Xwedayê ku tê
Bi agir rapêçayî
Bi lûlûyê diziyan xemilandî
Ji fişikên deryayê , ji guhmasiyan
Di enire ..digirî .. xûz dibe.. ronî dide
Ewî Xwedayê bi rê de , destnîşan dike !
* * * * *
Robi nîvro , radihêje fanûsa xwe , li
Mirovekî digere
Qûm di çavên wî de tune ye
Bi pêlaveka ji tozê , dimeşe
Di bermîlekê de , radize
Herdû pencên xwe dike lihêf
Çavên min nîn in –
Di navbera min û birayên min de , Qabîl heye
Di navbera min û yê din de , şap heye –
Ez xwe ji şûrkêş vedidizim
Di meşim û toz li pey min di meşe
Lê ez bê fanûs di meşim !
* * * * *
Erdeke Bê Soz
Eger tu dagerê jî ey Odîs !
Eger ku dûrahî li te teng bibin jî
Û rêber bişewite
Di rûyê te yê têrêş de
Yaxud tîra te ya kedîbûyî
Tu li erdeka bê soz de dimîne
Tu li erdeka bê soz de dimîne
* * * * *
Min limêj kir ku tu di nav xweliyê de bimîne
Min limêj kir da ku tu rojê nebîne , tu ji xew ne rabe
Me şeva te ezmûn nekiriye , me bi reşahiyê re sefer nekiriye
Da ku cadûbazî raweste
Da ku soza me di agir de , di xweliya wê de be
Min limêj kir da ku dînbûn me biajone
* * * * *
Ax ey xêrûbêra xiniziyê !
Ey cîhana ku di gavên min de vedizîle
Dojehek tev li agirê xwe
Ey termê kevnare
Ey cîhana ku min xinizî pê re kir û dikim
Ez , ew fetisiyê ku mijankên wî ji harîna avê re limêj dikin
Û ez ew Xweda ê ku qada tawanbariyê pîroz dike
Bo riya kevirkirî
* * * * *
*Bo Helîm Berekat
Min sond xwar ku ez bi Sîzîf re rahêjim
Kevirê wî yê kerr
Bi ta û pizotan bikevim
Di nav zoyên kor de , bigerim
Li pirtikeke dawîn
Ku ji giya û payîzê re helbesta tozê binose
* * * * *
Te di hinavên xwe yên gurî de
Di ser û çav û destan de
Minareyek veşart , te du term binax kirin:
Erd û asîman !
Ey malzaroka zîzanan ey aşê bayê !!
* * * * *
Ji dêmên ku di bin rûyîna şînê de
Hişk dibin re , xwe ditewênim
Ji rêyên ku min rondikên xwe li ser wan jibîrkirine
Ji bavekî ku wekû ewiran , kesk mir
Û li ser rûyê wî bavan hebû , xûz dibim
Ji zarokekî re ku tê firotin
Da ku limêj bike û pêlavan paqij bike
Ji xaniyekî re ku min di windabûna xwe de axa wî jî
Bi xwe re bir , xûz dibim – Ev in welatê min,
Ne Şam ……
* * * * *
Bajarê me bazda
Min da dû li rêyên wî bigerim
Min mêze kir – ji asoyê pêve min tutişt nedît
Û min dît ku yên sibe bazdidin
Yên ku sibe vedegerin
Laşek in ku ez li ser rûpelên xwe diçirînim
Û av dîwarên pizotê bûn
Û min tayekî zer î demûşkgirtî dît
Tayek ji dîrokê bi min ve dizeliqî
Û dadigire – destekî ku
Tuximê bûkên lastîkî û binceqa paçekan,
Ew dane !
Ketime malzaroka avê , û keçikaniya daran de
Min dît ku dar dildibijin min
Min di nav çuqliyên wan de jûre dîtin
, Qul û textên ku meqeresî bi min re dikirin
Min zarok dîtin , û qûma xwe ji wan re xwend
Min ji wan re sûrên ewrian û ayeta keviran xwend
Min dît çawa bi min re koç dikin
Min dît çawa li paş wana
Kaniyên hêsiran û termê baranê
Diçirisîne
Çi , ez çi me ?
Sumbileke ku ji reşûşekê
Li pey berf û sermayê mir
Mir û nameyên xwe eşkere nekirin
Bo min û ji tukesî re nenivîsand
Min jê pirsî , min termê wê dît
Di dawiya demê de , dirêjbûyî
Min bankir –” Ey bêdengiya qeşayê
Ez welatek im ji biyaniya wê re
” Û ez yê xerîb im û gora wê
Welatê min e .
Min dît çawa lingên min dibine
Robarek ku xwînê diherikîne
Qeyikên ku dûr û fireh dibin
Min dît ku peravên min
Bin avbûneke xweş in û
Pêlên min ba û bece”””””””” in
Û nepejirandin lûlûeke şikestî ye
Ku piçikên wê li ser gemiyên min dimînin
Nepejirandin darvaniyeke li ser rûwê min dijî
– Min dide hev û vêdixe
Nepejirandin dûrahiyên ku min belawela dikin e
Xwîna xwe dibînim , li paş xwîna xwe jî
Mirina xwe ya ku bi min re diaxive û li pey min tê
Min dît ku çawa kefenê min , min ronî dike
Û min dît –
Xwezî mirinê , bihna xwe li min fireh bikira !
* * * * *
Ji mêj ve me xatir ji te xwest
Me ji te re şînnameya tobekirî got
Ey haleya firişteyên mirî
Ey zimanê kuliha bazdayî
-Bi cankêşê ve xemilî ne
Û ha vaye lehî û baran e
Ey zimanê kavilan
Ey haleya firişteyên mirî
* * * * *
Dimirin eger ku em xwedayan çênekin
Dimirin eger ku em xwedayan nekujin
* * * *
Kevirê Evîndar
*Bo Yûsiv el-Xal
– Kevirekî evîndar e
Va em roja kuştî dispêrin xakê
Bayê kilametê li xwe dipêçin
Lê
Sibe dê rayên xurmeyan bihejînin
Sibe , xwedayê lawaz dişonin
Bi xwîna bahozê
Û tayên zirav
Di navbera mijankên xwe û rê de , radixînin
* * * * *
: Bireketî me bê ku bilebitim
Ey rojê ji kudê gavên te gihane min ?
Ji pirtûka ( Stranên Mehyar ê Şamî Adonîs)
Weşanxaneya Kovara Şiir -1961 .