Projekta Niştimanî bo Guherînê ya Eniya Felata Niştimanî

Bi Navê Xwedayê Dilovan û Dilvîn

 Li gor vexwendinekê ji layê Birêz Ebdil Helîm Xeddam û birrêz Elî Sadredîn Beyanûnî , civîneka rawêjkarî  ji çend hêz û kesayetiyên opozisoynê re hate lidar xistin , ji bo goftûgokirina rewşên ku encamên pêşveçûnên li Sûriyê dibin , herweha planên karên opozisoyna  li Sûriyê di dema bûrî de hatine pêşkêşkirin  , di nav de Hevpeymana Niştimanî û Daxuaniya Şamê ; guftûgo derbarê pêşketina karê opozisyonê li Sûriyê û pêdiviya yekkirina kedên wê û danîna rêbazeka pratîk bo pêkanîna armancên wê derbarê guherîna xwestî û avakirina rêjîma demokratîk de .

Ji ber hindê ku beşdaran biryar dan bi damizrandina ” Eniya Felata Niştimanî ” û danîna belgeyekê ku armanc û mekanîzma karê wê  hembêz bike . Eniya Felata Niştimanî , tevahiya hêzên opozisyonê vedixwîne bo arîkariyê , di çarçeweya Eniyê de yan pê re , ji bo bicih anîna daxwaz û hêviyên milletê me di guherandin û felatbûna ji rewşa niha ya ku Sûriyê lawaz kiriye li  beramber hevrikiyan .

***

   Sûriyê îro rastî metirsiyanên ku hêj berê nedîbûn , tê. Weke encama siyasetên şaş û çewt yên ku rêjîma deselatdar meşandin , ta ku welat gihandine rewşeka ku yekîtî û asayişa  wê ya niştimanî tev li pêşroja milletê wê û yekgirtina wî di biveyê de ne  .

     Pêwîstiya Sûriyê ji rizgarbûna ji rêjîmeka zordest û gendel , paraztina wê ji du biveyan tîne holê : ya yekemîn hundirîn e di verêjên rêjîma heyî de dixuye , ya ku bû sedemê qelskirina welat û çespandina rewşa paşketin û kizbûnê , û rêgiritna projektên geşepêdanê di hemî biwaran de …….diwemîn jî derveyî ye , bi ser welat de hat ji encama biryarên heme hema û ne berpirsiyar , yên ku welat xisitine orta metrisiyanê de , û behane dane bendewranan , da ku  gefan li erda welêt û serdestiya wî bixwin .

     Gelê Sûrî vexwendiye îro da ku stûbariya guherîna demokrasiyane hilbigire , û hêzên civakî û konevanî yên zindî jî berpirsiyar in di aktîvkirina tevgera guherînê , û bikaranîna enerjiyên millet da ku guherîn bibe rastiyeke li ser erdê ji bo rûxandina zordestiyê û avakirina Sûriya nû , mîna welatekî serdest û serbest , ji hemî pêkhatiyên xwe re be .

     Projekta Guherîna Niştimanî xwe dispêre hêzên gelê Sûrî yên subjektîv , û sûde werdigire ji heyama navneteweyî û herêmî ya guhertî …..li gor van mekanîziman :

     Yekemîn : Kifşkirina rastiya rêjîma deselatdar , weke rêjîmeka sitemkar û xirabbûyî ….li pêşiya dinyayê tevî , ji bo hilanîna çerçevê li ser û rawestandina piştgiriya wê .

     Diwemîn : Riswakirina  sextebûna binvakirinên ku rêjîm xwe li paş wan vedişêre li pêşiya cemawer û elîtên Erebî , di riya kifşkirina siyasetên radestî û serjêriyê  , û jidestxistina prensîp û pêdariyan , yên ku wan pêktîne ji bo paraztina hebûn û berdewamiya xwe , da ku cemwerên ummetê wê bi rastiya wê nas bikin nek di riya binavkirinên derewîn yên ku dem bi dem wan bilind  dike .

     Sêyemîn : Pirkirina danûsitandinan bi birayan re li welatên  Erebî , ji bo diyarkirina renckêşana gelê Sûrî û dûrahiyên wê : Yên mirovane û siyasî û aborî , û stûbarkirina wan  bi berpirsiyariyên wan yên  dîrokî û netewî .

     Çaremîn : Riswakirina binpêkirinên beloq ji mafên mirovan re li pêşiya rêxistinên mirovane û dezgehên civaka sivîl li cîhanê , û kifşkirina dokûmenel ji gorên komekî , û komkujiyên herî mezin , û dosiyên hezarên windabûyan , û azarkêşana girtî û koçkiriyan … û karesata  mirovane ya tevahiya gelê Sûrî di bin rewşa twari û yasayên urfî û dadgehên awarte , û belengazî û bêkarî û gendeliyê de .

     Pêncemên : Danîna bingehên gotareka ragihandinê  ya germker , ku tevahiya beşên opozisyonê destpê bikin , û dabînkirina mekanîzimên danûsitan û rêçikên wê , ji bo gihştina dîrekt bo gelê Sûrî , û rizgarbûna ji wîsayeta alavên ragihaninê yên din , yên ku konevaniyên xwediyên wan, wan birêdixin …..ev tev ji bo gihandina  gelê Sûrî bo rewşa   ””””””””””””””””isiyana sivîl , ya ku em wê despêka praktîk ji guherîna niştimanî re dibînin .

     Şeşemîn : Gotara ragihandinê  ya germker guhdide bi tevahiya pêkhatiyên gelê Sûrî , û bi  van bingehan ewle dibe :

          – Guherîna aştiyane ya demokrasî ji hundir ve 
          – Sûriyê ji bo hemû zarokên xwe ye .
          – Hevwelatîbûn  girêdana erk û mafan e .

     Heftemîn : Hêzên opozisyonê li hundir û derve komdibin  bi civîna li ser armancên berfireh yên hevbeş bo pêkanîna guherandinê , û tev ewlebûnê  bi sindûqên dengdana azad ya adilane tînin …..lêvegerek bi nîgaşkirina nîşanên pêşroja xwestî .

     Heştemîn : Dûrgirtina tevahiya rengên ramana totalîter , û hemî projektên rehkorkirin û jinavbirinê , bi çi behanê bin , û qedexekirina bikaranîna tundûtîjiyê di praktîkirina karê konevanî de .

     Nehemîn : Eniya Felata Niştimanî xêrhatina hemû pêkahtî û tiwêjên civaka Sûrî ya azwer bo azadî û guherînê bo tevlîbûna wan berbi  Eniyê û karkirin di çarçoveya lihevkirinên wê de . 

     Dehemîn : Akam û mebesta guherandina niştimanî ya xwestî ev e : Avakirina Sûriyê mîna dewleteka sivîl û nûjen ku rêjîma wê ya siyasî li ser bingeha  hevpeymaneka civakî bête avakirin , ku ji destûreka dîmokrasî derbiçe , û li ser bingeha tedawilkirina aştiyane bo deselatê , û hevwelatiyê bike girêdana di navbera erk û mafan de .

     Yanzdeh : Amadekirina alternatîvê nitşmanî ji aliyê wênekirin û heykeliyetê ve …merceke ji mercên guherînê û bingeheke ji binegehên wê û mekanîzimeke ji mekanîzimên wê yên sereke , bi armanca dûrkirina sîbera kaos û şerê sivîl , ya ku her û her rêjîmê tirs pê kiriye û xwe li piştê çeperkiriye da ku hebûna xwe biparêze .

     Diwanzdeh : Siyaseta cudakirin û jinavbirin û tenêhiştinê ziyanên herî mezin peyde kirine , yekîtiya niştimanî şikand , û di pêşiya van ziyanan de sitemkariya bêhempa ya ku bi serê milletê kurd de hevpişkên me di welat û çarenûsê de , hat .Ev tiştê ku pêwîst dike ji holê rakirina sedemên zordariyê û çareserkirina encamên wê di çarçoveya yekîtiya niştimanî de , û di pêşî de bikaranîna mafên xwe yên siyasî û rewşenbîrî wekû hemî pêkhatiyên civaka Sûriyê .

     Sêzdeh : Teqezkirina rola jinê ya sereke di komelgehê de , û peydekirina şert û mercên objektîv bo dabînkirina bikaranîna wê ji hemî mafên xwe yên konevanî û sivîl , ji bo pêşxistina welat û bicihanîna pêşveçûna wî . 

     Çardeh : Baldariya bi amadkirina nifşên nûhatî , û geşkirina çanda wan ya demokrasiyane wekû rêbaz û pratîk , û perwerdekirina wan di riya amadekirin û rewşenbîrî û xwendinê de , û peydekirina derfetên kar bo wan , û hevparkirina wan di jiyana giştî de , û çespandina giyanê stûbariyê li nik wan .

     Panzdeh : Baldariya bi çareserkirina rewşa aborî di hemî melbendên wê yên mewdanî û maddî û pîşesazî û kiştûkalî û xizmetguzarî , û destberdana geşepêdana giştî , û ji holê rakirina astengên yasayî û îdarî li pêşiya projektên sektora taybet , û ewlebûn bi bingeha aboriya bazarê , bi haydariya ji bo balanasa di navbera herdû dûrahiyên aborî û civakî de , û teqezkirina ku çaksaziya aborî pêwîstiyeke niştimanî ye li gor renckêşana gel , û bilindbûna buhayan , û belavbûna bêkariyê …tiştê ku zêdekirina dahatiyan pêwîst dike tev li peydekirina derfetên kar û dabînkirna pêdiviyên sereke yên gel .

***

     Eniya Felata Niştimanî bi  vê nêrîna hanê ewle dibe di biwarê têkiliyên Erebî û Filistînî û Navneteweyî de :

     Colan  a Dagîrkirî û Doza Filistînê :

     Yekemîn : Enî ewlebûnê  bi vegerandina Colana sala 1967an dagîrkirî  tîne û wê dixe serê stûbariyên xwe de , û berxwedana mirovên me li wir bihêz dike.

     Diwemîn : Enî piştgiriya milletê Filistînî dike di xebata wî ya ji bo vegerandina mafên xwe yên niştimanî de , di nav de mafê wî di vegerê de û mafê çarenûsî û damizarndina dewleta xwe ya serbixwe li ser erdê xwe ku paytexta wê Qudis e , li gor biryarên Netewên Yekpûyî yên têkildar de .

     Di Warê Siyaseta Erebî de : 

     Yekemîn : Vegerandina hevgiritn û pêwendiya birayane bi dewleta Lubnana bira re,  ya avakirî li ser berjewendiyên hevbeş û têkiliyên dîrokî di navbera herdû milletan de , li ser esasê têkiliyên biratî û cînartiya baş de . 

     Diwemîn : Rawestandina konvaniyên bidestxistina birayên Ereb , û beskirina têkilbûna di barodoxên wan de , û hewildana bo hevalkariya Erebî li ser bingeheka xurt , di riya aktîvkirina hevpeymanên arîkariya rewşenbîrî û aborî û zanistî , ta gihîtşina tewawbûna aborî , û di nav de hevpeymana Bazra Erebî ya Hevbeş .

     Sêyemîn : Enî piştgiriya gelê Iraqê dike di kedên wî yên ji bo paraztina yekîtiya wî ya niştimanî de û bicihanîna serxwebûn û serdestiya wî de û bidwaîkirina dagîrkirinê , û damizarndina sîstema demokrat ya ku garantiya herî baş e bo dûrgiritna biveya nakokiyên tayfegerî û nijadperestî yên ku gefan li deverê tevî dixwin . Herweha , Enî palpiştiya hemî kedên ku berbi aramiya Iraqê ve diçin , dike , û bihêzkirina yekîtiya wê ya niştimanî , û avakirina rêjîmeka demokratî tê de , ev hemî pêşveçûnên gotî dikarin xwekişandina hêzên dagîrker xurt bikin , û serxwebûn û serdestiya wî ya niştmanî li ser xaka wî biparêzin .

     Di Warê Pêwedniyên Navneteweyî de :

      Yekemîn : Enî xwe bi hevpeymana Netwên Yekbûyî û biryarên wê ve girê dide , tev li hemû hevpeymanên navnetewî yên ku hikûmetên Sûrî yên pey hev ew îmze kirine .

     Diwemîn : Enî bi hemû hevpeyman û sozdanên navneteweyî , yên dualî yaxud tevahî , yên ku hikûmetên Sûrî yên berê bi wan ve girêdayî bûn , girêdayî ye .

     Sêyemîn : Enî ewlebûnê  bi siayseta diyalogê tîne , bo dabînkirina berjewendiyên Sûriyê  û bergeriya mafên wê li gor yasaya  navneteweyî û bingehên wê yên giştî , dûr ji biveyên ku berjewendniyên  welêt ziyan dikin .

***

Bernameya Tenfîzî ya Karê Niştimanî

     Hêzên konevanî û civakî û aborî û fikirî li Sûriyê mûbadereya damizrandina hikûmeteka intîqalî dikin , ku amade be bo îdarekirina welêt di dema şayiste de bigire destê xwe , û stûbariya paraztina welêt ji tevlîhevbûn û tavilê nakokiyên hundirî  bigire milê xwe ,û erka herdû deselatên teşrîî û tenfîzî bicih bîne , û parzatina deslatdariya dadvanî da ku rola xwe pêkbîne di warê berevaniya mafan de û pêşxistina sawa dadgeriyê li ser xelkê , hêjî ev hikûmeta intîqalî bi van karûbaran radibe :

     Yekemîn : Ji holê rakirina destûrê sala 1973an bi hemî çewtiyên wê , û ewlebûna bi destûrê sala 1950 î wekû lêvegereka bingehînî intîqalî , ji hemû karpêk û siaysetên xwe re .

     Diwemîn : Hilandina rewşa awarte ya bikarhatî ji sala 1963an ve , û nehiştina tevahiya rengên dadgehên awarte .

     Sêyemîn : Ji holê rakirina yasya hijmar (49 ) ya sala 1980 î , ya ku ferman dike bi bidarvekirina çi endamekî Komika Birayên Musilman .

     Çaremên : Serbestberdana hemî girityên konevanî , û diyarkirina çarenûsa windabûyan û vegerrandina rêzê li wan û tewîzkirina mirovên wan , û vegerandina mafên sivîl ji yên ji wan bêpar ji ber sedemên siyasî .

     Pêncemîn : Nehiştina hemî  biryar û fermanên ku vegera hevwelatiyên Sûrî bo welêt qedexe dikin . 

     Şeşemîn : Dana nasnameyê bo yên ji wê bêpar yaxud ji wan hatiye sitendin .

     Heftemîn : Derxistina yasayekî bo partî û komeleyan ku ji bo hevwelatiyan mafê rêxistina jiyana wan ya siyasî û civakî dabîn bike , li gor nêrîn û bawerî û bijartinên wan , bi hemahengî di çarçoveya destûrê de .

     Heştemîn : Nûsîna  yasayekî bo ragihandinê ku azadiya ray û derbirrînê di çarçoveya destûrê de dabîn bike .

     Nehemîn : Derxistina yasayekî bo hilbijartinan , ku azadiya hilbijartinê li gor nûnertiya nisbî dabîn bike bi ewlebûna hijmartina parêzgehê mîna dezgeheka hilbjatrinê , ji bo dabînkirina beşdarbûna tevahiya pêkahtiyên gelê Sûrî .

***

     Piştî ji holê rakirina rewş û yasa û karpêkên awarte , û nûsîna yasyê ragihandin û partî û hilbijartinan  ..hikûmeta intîqalî dê hilbijartinan  lidar bixe bo bijartina Komeleke Damizrêner , berî bidawîhatina dema hukimdariya wê , erka Komela Damizrêner wê ev bin :

     1- Danîna destûrekî ji welêt re .

     2- Ji Komela Damizrêner hikûmeteka ku deselatdairya tenfîzî pêktîne , derdiçe û li pêşiya Encûmen berpirsiyar e .

     3- Komela damizrêner deselatdariyên teşrîî bikar tîne .

Birûksel
17 Avdara 2006an .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…