li jor..di bin piyên sîberiyê de

  silêman azer

1
li wir…ew bilindtirîn cih,
ji bînayiya asoyê min re.
dirêj kiriye,tîjik kirina bêdengiyê.
barkirî bi baskin westiyayî,
min lûs dikin keviyên şevin,
hêwî bi avîgirtina rûsariyan.
û hîna tu li wî bilindtirîn cihî
ez qiraxên çeman hînî

hembêzkirina herikandinan dikim.
golên kevizgirtî
barabûnê li wan siwar dikim.
hîna tu li wirî
û mijûlim bi daweşandina pelên daran
ji tozika siwariya te.
ez dengê xwe
di guhê dilşeawtiyê de di sûm.
de,bihnikekê,
min ji mêraniya min bixapîne
û min bi firandina xwe ve bigelicîne.
hîna tu..
li hev diherbilîne
miwên davên xwe
ji nêçîrkirina ewran re.
 
2
ma tu dikare
bi guhên rûsariyê bigre
û wan bifirkîne
mîna zarokekî gunehkar
û li serê min
pêçayiye dînîtiya tuxmê min
û çirûskin zexel min dane ber bê çariyê.

3
li wir..
hîna tu di qelşên
destê bavê xwe de
tûmikê tolikê diçîne
û didêre
bêndera rûsariyan
raserî deştên tenahiya xwe.
bi tenê carekê
min bi hepişîne
xewna xwe
da ez têrbibim ji pîkoliyê.
tu li pêsîra mija xwe dibane
berxikê şîrdayî
bi hêwîbûna keskahiyê.

4
hîna li wir
tu di rûdêmê xwe de di qefile.
tevî şewata te.
û tu min wêne dike
peyala serxweşiyê.
de bihêle
ez xwe jibîr bikim
di şirovekirina xwe de.

5
xaçkirîne aliyên min
eger te nav di siwariya xwe da.
tu li xavika berbangan dide
û dilopan di guvêşe
kunê dengê ketî.
ta pêxemberan payamnêrê tirsonekiyê ne
li vir.
û şepirzene xweda
di tewanbariyên xwe de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…