“Pariyê Berdemayî” ya Wezîrê Eşo Li pirtûkxaneya Kurdî zêde bû

       Ji nav weşanên Wezareta Rewşenbîriya Kurdistanê-Birêvebiriya Giştî ya Rojnamevanî û Çap û Belavkirinê, bi jimara 292an, kitêba nivîskar û dîrokzanê kurd Wezîrê Eşo ya bi sernavê“ Pariyê Berdemayî” derket.
Wezîrê Eşo kitêbê diyarî “ bîranîna birê xwe Ezîzê Eşo ya geş û pîroz” dike. Pêşgotina pirtûkê bi destê nivîskarê Kurd Eskerê Boyîk hatiye nivîsandinê. Esker bi dûrûdirêjî ronahiyê dixe ser jiyan û berhemên Wezîrê Eşo û naveroka pirtûka wî.
Ew behsa jînenîgariya Wezîr dike û dibêje: “Nivîskar, rojnamevan, zaniyar, wergervan, karkirê civakî yê Kurd yê bi nav û deng Wezîrê Eşoyê Hûtî 1ê mijdarê sala 1934a li paytexta Gurcistanê– Tivlîsê ji dayik bûye. Piştî temamkirina dibistana gundê Pampê (niha-Sîpan) li nawça Ermenistanê ya Axbaranê (demekê jî ya bi navê Elegezê ya heft sale û ya Tivlîsê ya navîn ew sala 1953a fakulteta tarîxê da ya Zanîngeha paytextê Ermenistanê–Yêrîvanê da tê qebûlkirinê û gava ewê temam dike salên 1958-1961ê gundê xwe yê Kurda-Pampê da wek serokê dibistanê kar dike. Salên 1961-1963a wek berendamê doktorayê beşa Kurdzaniyê ya înstîtuta Rojhilatzaniyê da li Lêningiradê (niha-Pêtêrsburg)di nava tarîxa Kurdistanê da kûr dibe. Salên 1964-1983a wek rêdaktor û pişt ra jî rêdaktorê sereke di radiyo û têlêvizyon, her wa weşanên Ermenistanê yên dewletê da yên çapkirina kitêban da kar dike. Salên 1983-1994a karê rêdaktoriyê û wergervaniyê di beşa weşanên Kurdî ya Radiyoya Ermenistanê da bi cî tîne. Wezîrê Eşo xwedanê çend kitêbên novêl (çîrok) kurteroman, lê her wa yê lêkolîneriyê û wergeranê: (Mizgînî), (Dengbêj kal bibû), (Pamp-Sîpan) (Xaçatûr Aboviyan û berhemên wî yên Kurdzaniyê yên bi ser navên (Kurd) û (Ezdî) (Xebera dosta), ku salên cihê–cihê bi tîpên kîrîlîk li Yêrêvanê hatin weşandinê. Bilî wana novêl û wergerên wî ser rûpelên berevok, antolojiya bi navê (Bahar) jî hatine çapkirinê, ku weke berevoka berhemên şaîr û nivîskarên Kurd salên 80î salê carekê li Yêrêvanê dihat weşandinê….”
Her weha, Eskerê Boyîk balê dikişîne ser naveroka çîrok û novêlên Wezîrê Eşo û dibêje: “Emê di vê beşa nivîsa xwe da bi giştî ser komêntarkirin, şîrovekirin û nirxandina wan novêl (çîrok) û kurteromanên Wezîrê Eşo rawestin yên ku di vê berevokê da hatine bi cîkirinê. Di destpêkê da em pêwîst dibînin bêjin, ku piraniya berhemên vê berevokê cara yekemîn tên weşandinê û bi ser de jî cara yekemîn bi tîpên latînî. Û cara yekemîn, ku ew li welatê nivîskar tên çapkirinê û ber wê yekê jî gorî xwendevanên li Ermenîstanê û Yekîtiya Sovyêtiyê, ku jimara rûniştevanên Kurd nagihîje mîliyonekî jî vê carê xwendevanên Kurd yên bi jimara bêtir û bi goveka berfirehtir dikarin feydayê ji berhemên W.Eşo bistînin.
   Piraniya berhemên vê berevokê bi naveroka xwe va yên avtobiyogirafîkin, yên bûyerî û hetanî dokûmêntarin jî, yên derheqa wê jiyanê û wan bûyeran da, ku nivîskar bi xwe dîtiye û di nava wan da jiyan kiriye û ber vê yekê jî, weke ji naveroka wan berheman kifş dibe, ewê jiyanê bandorek, tehsîreke mezin li ser wî hiştiye. Û emê metelmay nebin, ku ewê, rasttir, naveroka wan berheman wê tehsîreke mezin ser bîr û bawerî, û hest û hisên xwendevanan jî çê bike. Lê xwendavanên, ku haya wan ji dîrok û sîstema welatê Sovyêtiyê kêm yanê jî qet tune nikarin, weke dibêjin, ser naveroka hinek berheman va vebin, ser va herin, tê bigîhîjin kanê sebebê nîşandana hinek bûyeran û pêrsonajan çiye. Û ji bona naveroka hinek berheman, rasttir, hinek bûyerên, ku di wan da çê dibin xwendavanên va weke paradoks, weke tiştekî sêyr û ecêb kifş nebe emê ser naveroka du kurteromanên vê berevokê rawestin, wana komêntar bikin ber ku têgihîştina naveroka wan ji bona xwendevanên Kurd yên dervay Sovyêta Berê dijwartir dibînin.„
Pariyê Berdemayî ji van çîrok û kurteroman û novêlan pêktê:
Girtiyê Hepsa Diyarbekirê
Pariyê Berdemayî
Her bi tenê dayika min zêndî bûya
Ez Başim
Îbrahîm Beg
Kumreş
Vagona Sexletî da
Mîsak Sîsakîç
Ew çûyîn bû- çû
Jina No
Xezal û Kûsî
Hey babam hey dadam
Gaziya dû gur
Malê kanê nanê gavîn.
Pirtûk ji 415 rûpelan pêktê û bergê wê bi tabloya hunemend Dr. Mihemmed Arif hatiye xemilandin. Eve jî çîrokek ji yên pirtûkê:

“Gaziya dû gur”
( Çîroka ser vê gotina gelê Kurd)

         Go, zemanekî buhûrî da gurekî har li çiyayên Kurdistanê peyda dibe, ku rojê carekê xwe diavêje nava kerê pezê gunedekî, carê sî -çil pezî pê qîlên xwe şerjê dike, cendekê wan li çolê dihêle  û pişt ra hêja pezekê dide ber sîngê xwe, didefîne dibe derdixe cîkî dûrî xewle û li wir vediçirîne û dadibelîne. Ecêbeke reşe giran: kelbên şivanan yên here dir û gurêx newêrin xwe bidin ser wî gurê har. Carina jî wisa tele tel tê, ku hetanî şivan bi hatina wî dihesin, hetanî <> dikin, kelban berî wî didin ew pê ra digihîne pir pezan şerjê bike. Go, gava pezek jî dida ber xwe – didefand dibir û kelbên her gurêx dû wî diçûn – ew cî da radiwestiya û gava digirijî kelba saw jê digirtin, dêlên xwe dikirin nav lingên xwe, dibû kaste kasta wan û şûn da dizivirîn. Go, sawa wî haqas pir bû.
        Eynî zemanî da, go, li Kurdistanê kalemêrekî deng dabû, extiyarekî dinêdîtî û aqilmend û bi pê ra jî bihûrtî, ne xalî, Xwedêdayî. Go, wî zimanê har û mara, zimanê hemû terewil, rawir û teyredên cîhanê zanibû û her yekî ji wan re bi zimanê wan diaxivî. Go, mezin, gire girên gundên hewîrdor li hev dicivin, şêwira xwe datînin û biriyarê distînin, ku çend merivên xwe bi rê bikin bal vî kalemêrê aqilbend û bihûrtî belkî ew çare, îmkaneke xilaskirina wan ji vî gurê har dibîne. Tên bal wî kalemêrî û jê ra dibêjin, erê, welleh, hal û hewalê me û gurê har eve û rica jê dikin çareke xilasbûna ji vî gurî ji wan ra bibîne. Kalê guhdariya wan dike, dilê wî bi wan dişewite û soz dide wan, ku wê alîkariya wan bike, çarekê ji wan ra bibîne.
      Sivetirê nan û pêxwarina xwe dixe hevanekê, davêje milê xwe, wekazê xwe hildide û berê xwe dide çiya û baniyan, çol û çolistanan. De, merivekî bihûrtî bûye û ciyê ku gur wî zemanî lê bûye, zanibûye. Pir diçe, hindik diçe li serfêza gundekî rastî vî gurê har tê. Bala xwe didê zikê gurê har piştê va qemitiye û çavên xwe berdaye kerekî pêz ku li berpala çiyakî bilindî hasê yê serfêza wî gundî diçêriya. Kalê bi gurekî silavê dide gur û jê ra dibêje:
Guro!
Hi, kalê, gotina te çiye?– Gur jê dipirse, lê çavên xwe jî ji kerê pêz nabire.
Guro, – Kalê jê ra dibêje, – ez îro hatime ricakê ji te bikim û şîretekê li te bikim.
Bêje, lê her bi tenê zû,-gur bersiva kale dide , lê çavên wî dîsa li wî keriyê pêze, ku bi çêre çiyayê bilind va hêl dide û ranêzikay heçê wî ra kiriye.
Guro, -Kalê jê re dibêje,-tu rojê xwe davêjî nava kerê pezê gundekî, sî-çil pezî şerjê dikî, cendekê wan li erdê dihêlî û dawiyê hêja yekê didî ber sîngê xwe, didefînî, dibî û dixwî. Gava her bi tenê pezek ji te ra pêwîste, gava bi pezekê tu têr dibî û bi ser da jî nîvê cendekê wê bêtir ber te dimîne – îdî tu çima haqas pezê xelkê badilhewa,  bêxeda şerjê dikî. Te gotineke gelê kurd bihîstiye?
Çi gotine? –Gur jî bi pirsiyarkirin bersiva kalê dide.
Kalê hêja wê gotinê jê ra eşkere dike:
Ewa dibêje. << Gur hate dîhara–weyî li halê sêfîl û jara>>.
Lê tu çima vê gotinê ji min ra dibêjî? – Gur ji kalê dipirse.
Awa ji ber çi, – kalê bersiva vê pirsiyara wî dide. – Xizan loma xizane, çimkî, weke dibêjin, Xwedê jê standiye, qismet ser wî biriye, qismetê wî qelandiye. Loma jî, gava gurên weke te dikevin nava kerê pêz–bêtir pezê xizanan ber wî dikevin. Carina jî sê pezên xizanekî hersê  jî tên serjêkirinê. Çimkî ew miyên doşanîne, zayine bi wê yekê şîr, mast, penêr û rûnê devê zarokên mala xizan yên hûr ser wan tê birînê. Ew birçî dimînin, dikin zare zar, lê dê û bavên wan jî hew dikarin zikê wan têrkin. Lê ev zarok ne gunene, ne webalin. Qet gunê te bi wan nayê?Gelo baştir nabe, ku tu vir ha da her bi tenê pezekê ji bona xwe ji nava kerê pêz veqetînî, ku ne ku bi tenê wê têra te, têra têrxwarina te bike, lê bi ser da jî wê ber te bimîne. Baştir dibe, ku ew pez, ew mih jî ya malbateke zengîn ya xudanê çend sed pez  be ber ku bi yekê ew mal zerareke mezin nakeve, doşaniyê wê têra zarokan dimîne û zêdetir jî.
Kalê, – gur got, – eger ez ya te bikim, li peza mala zengîn bigerim, hetanî vir da, hetanî wê da şivanê bi kelbên xwe va dorê li min bigirin. Lê eger ez bi rev sax û silamet ji nava çembera wan derkevim jî ez ê wê rojê birçî bimînim.
De qet nebe, – kalê bi mecbûrî ji gur ra got, – pezekê bi tenê ji xwe ra bibe, ew ya kê jî dibe bera bibe,  ewên dinê badîhewa, cîkî boş û betal neke berete.
Ez wê yekê jî nikarim bikim, – gur gote kalê, – ber ku hetanî sî-çil pezî şerjê nekim goştê wê peza, ku ji xwe ra dibim, ber min da naçe.
Lê wê çawa be?– kalê ji bêçariya xwe ji gur ra got.
Wê çawa be, – gur bersiva wî da, – tê li vê tangê şîretên xwe bidî birînê, herî mala xwe, lê ezê jî hewil bidim xwe, ku xwe kerê pêz ra bigihînim, ber ku, eveke, ewê piş çiyê da biqulibe, lê di min da jî ji birçiya haqas hêz û hereket nemaye, ku ez hetanî heçê çiyê hêl bim û wê wêdetir jî, kî zane, çiqasî bimeşim.
Got û ji bal kalê çing kir, banizda, berê xwe da hevrazê çiyê. Kalê çend cara deyî li wî kir, dû wî kire gazî, ku wî ser wê rê bide rawestandin, şûn da vegerîne, lê gur nerawestiya û ne jî piş xwe va zivirî.
Kalê por û poşman vegeriya mala xwe.
A ji vî zemanî da, piştî vê bûyerê ev gotina:<< Gaziya dû gure>> nava gelê me da tê bikaranînê, bîranînê, gava şîretên li merivên serhişk û xirab weke tiştekî bêfeyda, boş û betal dibînin, gava bûyereke xirab îdî ji zefta meriva derdikeve û îdî ne mûmkûne pêşiyê li wê bigirî, bi cîhatina wê nîvî da biteribînî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…