Rojnameya (Kifah) ya Sûryê.. çêla koçbarkirina Celadet Bedir Xan

Siyamend Brahîm

Rojnemevanî li Sûryê û bi taybetî di destpêkê nîvê bablîsoka bîstan de, ango berî êrîşa hêzên netewa Erebî ya şofonî xurt bibe, û li vî welatî surra bayê azadiyê tune bike, jiyana siyasî û rewşenbîrî gelekî xweş û pêşketîbû, yaneya kurdî li Şamê, Amûdê serbest bûn, û bi taybeta li Şamê bi xêra Celadet, û Osman Sebrî dersên zimanê kurdî didan xortên kurdên Şamê, taxa kurdan pêteke ji xebata rewşenbîrî bû, lê piştî şofoniyên Ereb destên xwe dane ser her tiştî jiyana kurdewariyê rabû, ku Yaneya Kurdistan
Di sala 1981 Li bajarê Şamê min xwedanê kovara (El Kifah)
Mamostê nemir (Emîn Seîd) naskir, û  gava naskir ku ez kurdim ji min re gote: Ez xwedanê rojnameya Kifahim, sal û roj derbasbûn min berê xwe da pirtûkgeha El Esed û ez ketim beşê rojnemevaniya û ez baş li wan kovaran ji sala 1900 heta şêstiyan de geriyam min rojnameya El Kîfah xwend û min hejmarin baş xwendin, û sal 76 sal ji yedîvegera kovara Hawarê derbas dibe, ez vegeriya erşîvê kevin min di pirtûka ku her mamsteyên Lubnanî Mensûr Şilîta, û Yûsif Melek û bi alîkariya xanima nemir Rewşen bedir Xan di sala 1951 piştî koçbarkirina Seydayê me Celadet Bedir Xan çûye dilovaniya yazdanê jorîn, min li ser vê koçkirinê tiştekî bi nirx nivîsandine û dibêjin:
Gava gernasê comerd Celadet Bedir Xan serpiriştiya kolana bîra ava zeviyên xwe di zeviyên mêrgan de li cem yek ji camêrên hevalên xwe dikir, Ji nişkava erd di bin wî de hate xwarê û dîwarê bîrê herifî û canê xwe siparte yazdanê jorîn, û mixabin ku xêra wî , û firehiya zanîna, û wêjeya wî û xebata wî ji bo gelê xwe û pêkanînên armancên wan pêkbîne, ji ber ku ew tu carî di xebata xwe de kêmanê nekir,
Û duhî cenazeyeke mezin jê re  çêbû, ku gir gire û gernas û wêjevan û xwedî ramanên  wê bi alî mizgefta Şêx Muhhidîn El Erebî ku li can wî nimêj kirin, û paşê bi li paytexta Şamê tê de derketin û di gora wî ya dawî de bi ahengeke rêzdar hate veşartin”.
 
Şam –  17 Tîrmeh 1951
——————–
Rojnameya El Kîfah xwedanê wê Emîn Seîd bû, ev di sala 1939 ev rojname Ronahî dît, û di inqîlaba (Bassiyande) rawestî.
 
—————
Siyamendbrahim@gmail.com   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…