Konê Reş
(Dema ku em behsa zimanê kurdî yê standart dikin, ew ji bo hemû Kurdan e, ne tenê ji bo Kurdên başûr, ji bo vê yekê jî divê ji hemû perçên Kurdistanê zimanzan û lêkolînvan di wê xebatê de cih bigirin, ezê jî piştgiriya wê xebatê bikim…)*
Serok Mesûd Barzanî

Ezbenî ! Cihê şanaziyê ye ku em 76 saliya yadîvegera yekemîn kovara kurdî, bi tîpên latînî bibîrbînin. Ev kovara ku yekemîn hejmara wê di 15 gulana 1932 an de, li Şama şerîf, ji rex mîr Celadet Alî Bedirxan ve dihat çap û belav kirin.
Di baweriya min de, dûrdîtina mîr Celadet Bedirxan xwediyê Hawarê, û giringiya weşandina wî ji vê kovarê re, ev bû; Ku zimanê kurdî bê parastin û kurdiya latînî di seranserî kurdistanê de belav bibe.. Hem jî ku kurd wek tevayî xelkên cihanê bibin xwedî elfabeyeke xweser…Mîr Celadet xweş bawer bû, ku yekîtiya kurdan di yekîtiya zimanê wan deye û yekîtiya ziman ji yekîtiya tîpan destpêdike û wek ku gotiye: Herwekî me çend caran gotiye; yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya ziman de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfebeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin.))
Lê sed heyf û mixabinî ku di wê hingê de berêz Tewfîq Wehbî Beg xwe ji ber projeyê mîr Celadet Bedirxan da alî..?! Li kovara Hawarê hejmara (10an, Sala 1932an) Vegere, gotarê Mîr yê bi navê (Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî ), hem jî ku bersive ji Pîrût re li ser gotarê wî (Ekis Sedayî Hawar ). Hingê wê xweş ji we ve diyar bibe..
Erê Ezbenî, ku di wê hingê de berêz Tewfîq Wehbî Beg dengê xwe tevî dengê mîr Celadet Bedirxan kiriba û piştgiriya wî ji weşana Hawarê û tîpên ku wî ji zimanê kurdî re bijartine, bi erênî pejirandiba, îro roj, ev problema ku li Kurdistana azad, di warê standardkirina zimanê kurdî de heye, çê nedibû..Ev problem gelekî xerabe wek ku hun tv dizanin, cudabûnê dixe nav kurdên bakur û başûr de.
Ev problem di roja 28/ 4/ 2008an de, di heftnameya Rûdaw, hijmara 4 an de hat diyar kirin, dema ku wezîrê perwerdeya Kurdistanê birêz Dilşad Abdulrehman piştiriya xwe ji wan 53 kesên soranîaxêv re bi erênî pejirandiye, ewên ku beyannameyek di rojnameya Rûdaw de belavkiribûn, ku şêwezarê (Soranî) bibe zimanê standard li Kurdistanê. Tevî ku ev yek qet nayê pejirandin ji rex rewşenbîrên resen ve.. Belê me çend dengên bi hêz di vî warê de seh kirin wek, birêz Hesen Silêvanî, serokê yekîtiya nivîskarên kurd tayê Duhokê ku wî di hevpeyvîneke taybetî de ji bo Avesta bal kişandiye ser vê pirsgirêka di navbera rewşenbîrên Kurd de li ser pirsa soranî, kurmancî û alfabeya kurdî û wiha gotiye: Tu kes li herêma Behdînan naxwaze soranî bibe zimanê standart. Ez bi xwe naxwazim ku zarokên min kurmancî bihêlin û biçin tenê bi soranî perwerde bibin. Tu kes vê yekê qebûl nake. Em ne ligel vê yekê ne. Em tu caran qebûl nakin soranî bibe zimanê perwedeyê yê standart… Em qebûl nakin kesek li ser zarokên me soranî feriz bike.. Riya herî baş ewe ku hem li herêma Soranan hem jî li herêma Kurmancan, bi her du zaravayan perwerde çêbibe…”
Her wiha birêz Mihemed Ebdela cigirê serokê yekîtiya nivîskarên kurd li Duhokê, wî jî wiha gotiye: Daxwazê ji hemî zimanzan, pispor, nivîser, rewşenbîr û siyasetmedarên kurdperwer û dilsoz li devera kirmanciya xwarê dikin ku mafê yê beramber biparêzin û palpiştên binemayên dîmokirasiyê bin û ji zimanê sepandinê dûr kevin û evê biriyarê ji bo me û zarokên me bihêlin, ku her li qûnaxa yekê seretayî ta qûnaxa dûmahiyê ji zankoyê bi şêwezarê dayika xwe bixwînin û binivîsin û perwerde bibin, eve jî mafê me yê rewaye, eger we bawerî bi mafê mirovî, dîmokirasiyê û bîr û boçûnên cuda cuda hebe...
Belê ya herî xweş ku van hersê şareza, pispor, zimanzan, dilsoz û kurdperweran ku bi şêwezarê (Soranî), kirmanciya xwarê dipeyvin, (Dr. Emîr Hesen Por, Dr. Rêbiwar Fetah û Hesen Qazî), wan jî beyannameya wan 53 nivîskarên xwarê red kirine û daxwaza wan nepejirandine..Ji xwe ez nayêm ser gotinên nivîskarên bakur û rojava.. ew kirasê xwe diçirînin..Belê ezbenî wek ku hûn mêze dikin, va piştî 76 salan careke din em li mîr Celadet Bedirxan vedigerin û li kovara wî Hawarê vedigerin û mêze dikin, bê ew çendî di vî warî de, dûrdîtî, şaraza û zana bû..Ji berî 76 salan ve wî berhemên piraniya nivîskarên kurdan bi şêwezarê Soranî û Badînanî di kovara xwe Hawarê de belav dikirin..Mixabin, ku roja îro, nivdewletek me çêbûye nikare kovarekê wek Hawarê bi herdu şêwezaran biweşîne..
Kovara Hawarê, ev kovara ku yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi kurdiya latînî, herdu şêwezar, di nav rupelên wê de cih digirtin… Bi saya vê kovarê, yekemîn care ku zimanê Kurdî bi herdu şêwezarên, bi tîpên latînî berdest dibe. Hejmara pêşîn ji vê kovarê di 15 gulana 1932an de hatiye weşandin, ango ji berî 76 san ve, hejmara dawîn(57) di 15 tebaxa 1943 ande derketiye. Ev kovar li bajarê Şama şerîf, dihat çap û weşandin û li nav Kurdên Cizîrê, Efrînê, Zaxo, Hewlêr, Rewanê, Karmanşahê û heta Mûsil û Bexdayê belav dibû..Cihê mîr Celadet Bedirxan buhişta rengîn be.

* – Ev gotina serok Mesûd Barzanî ye, ya ku wî li Duhokê, di civînekê de gotiye, dema pirsa ziman hatiye rojevê, min jî ev gotin ji hevpeyvîna ku Avesta bi birêz Silêvanî re kiriye girtiye.
Qamişlo 15 gulana 2008