NÎGARÊN TE

HOZANÊ GIRKUNDÊ

dergehên mehrevanîya
xewnan li ser perenga
elendê….
bê mehder dergûşa
xeman di lorînim…
ji şengewîna pêjna te
ya mêşinî….
ez û dilê jar
evînîyek bê hêvî
li beyarên beybaneke
rût bê asîman di çînim…
ev çend dem salên
bê buhar derbasbûn
çend xewnên bi şêl
û pêl xwe tevî şevên
dil sar kirin……….
hînê nikarim
ev xemgînîya bê dawî
ji mehraba dilê te….
bi weşînim…….
ji ber li vê gerdûna fireh
tê me vejandin
bi êşa nîgaşên te…..
ji lewra di xwazim
wargehekî li peravê
dîdarîyê bi afirînim….
çendî bi hêvî me
ko ez di derya çavên te
bi nivistim…..
pîrbûna salan
ji fer henga jiyanê
bi qwrînim……
çendî bendewarim
ko ez sîmfonîya
ber banga te li ber
semawenda maçên
agirînî bi dildarî
li dar xînim……

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…